Hunermendên Rojava di konferansa li Hannoverê de dicivin

Hunermendên Rojava di konferansa li Hannoverê de dicivin

Hunermendên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê li di 16’ê Îlonê de li bajarê Hannover a Almanyayê konferasek li dar dixin. Komîteye Amadekar banga beşdarbûna konferansê li hemû hunermendên Rojavayê Kurdistanê kir.

Konferans di 16’ê Îlonê de ji aliyê hunermendên endamên Saziya Çand û Hunerê ya Kurdî ya Sûriyeyê (SÇHKS) ve tê li bajarê Hannoverê tê lidarxistin. Komîteya Amadekar di daxuyaniya weşand de banga beşdarbûnê kir.

Komîteyê got; “Di vê dema taybet de ya ku gelê me li Rojavayê Kurdistan têre derbas dibe, ya ku guhertinên dîrokî bi xwe re tîne, erkê hemû kesên ku vê demê dijîn zêdetir dibe û her yek li gora cih û derfetên xwe, jê tê xwestin ku cihê xwe di nava şoreşa gelê xwe de bigire û li gora hêviyên gelê xwe be!”

Komîteyê diyar kir ku wan pêwîst dîtku di demek wiha de xwesteka sereke ya gelê Kurd yekitiya neteweyî ye û wiha domand; “Di bin sîwana wê yekîtiyê de em bang li hemû beşên civakê dikin ku bi awayekî sazîkirî xebat û karê xwe bi rê ve bibin.

Em weke komîteya amadekar ya ku ji hunermendên kurd ên Rojava pêk tê, bang li hemû hunermendên kurdên Rojava: mûzîsyen, stranbêj, şanoger, lîstikvan, derhêner, kameraman, û şêwekaran dikin ku tevlî konferansa çand û hunerê ya Rojavayê Kurdistanê bibin ya ku li vê navnîşana li jêr li dardikeve.

Cih: Escherstraße 8

30159 Hannover

Roja yekşemê 16.09.2012

Dem: Seat 10:00

Em weke komîteya amadekar ya konfransê hemî hunermendên kurdên Rojava yên li Ewropa vexwendî konfransê dikin, her wiha jî ji bo cih veqetandina di konfransê de ji hunermendên ku dixwazin tevlî konfrans bibin hêvî dikin, li ser van telefonên li jêr me agahdar bikin.

Kawa Şêxê 01627395711, Xebat Şakir 015731439588 /01725445877, Ednan Heydo01722156730 .