Hunermendên Kurd: Emê li Ewropayê bibin mînak

Hunermendên Kurd: Emê li Ewropayê bibin mînak

Hunermendên li Aachenê ku tevlî 3. Konferansa TEV-ÇAND bûbûn, ji bo xizmeta pêşxistina çand û hunera Kurdî bikin, gavan diavêjin. Hunermendên ku di nava Meclîsa Gel ya Aachen de cih digrin, di bunya meclîsê de bi avakirina Komîsyona Çand û Hunerê, dixwazin bi pêşxistina xebatên curbicur ji meclîsên din yên li Ewropayê re bibin mînak. Di komîsyonê de sîmayên wekî Şanoger Remocan, Hunermend Ronî Erez, Serdar Azad, Jan Jiyan, Helbestvan Xakî Bîngol û Sadik Toraman, Mamosteya Dansên Gelerî Bîlal Doneklî û nivîskar Abdurrahman Başûrî heye.

Komîsyona Çand û Hunerê ya Meclîsa Aachenê ku ji 8 kesî pêk tê, li ser rol û erka vê komîsyonê, xebat û planên xwe ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re vegotin.

Di pêşxistina meclîsên gel de rol û erka komîsyona çand û hunerê çiye? We li Aachenê rolekî çawa girtiye ser milên xwe?

Ronî Erez: Li hember asîmîlasyon û qirkirina ziman û çanda gelê Kurd de rola van komîsyonan gelek girîng e. Destpêkê erka me ev e ku, zimanê dayikê bi zarokên Kurd re bidin hezkirin. Ev yek parastinekî herî baş e. Di dema îro de li Ewropayê jî li ser gelê me xebatê asîmîlasyonê gelek mezin heye. Bi xebatên komîsyonan em dikarin gelê xwe hişyar bikin, bi çand û hunera xwe dakevin jiyana gel. Ziman bi wan bidin hezkirin, stranên me, şanoyên me, helbest û wêjeyên me di jiyana zarokên me de cihê xwe bigire. Bi vî awayî dikarin hîmên hezkirina Kurdayetiyê bavêjin. Bi vî rengî em bi plansazkirinekî dixwazin bikevin nava malbatan; bi taybetî zarok û ciwanan. Bi gelê xwe re bibin yek û wan qezenc bikin.

Serdar Azad: Armanca me ev e ku, Kurdên di dîasporayê de di nava çandên din yên biyanî de mezin bûne, rastiya wan bidin nasîn. Em dixwazin di hêla ziman, çand û hunerê de bi her awayî xwe bigihînin wan. Destpêkê em dixwazin xwe bi rêxistin bikin, bi xwe rêxistinkirinê xwe bigihînin dev û dorê xwe, gelê xwe. Dîsa çanda xwe bi derdorên biyanî jî bidin nasîn û qebulkirin.

Bîlal Doneklî: Erka me di bunya komelan de çalakkirina xebatên çand û hunerê ye jî. Dîsa em dixwazin pêşî li çanda jiyana dejenere bigrin da ku ciwan nekevin tê de û çanda wan bi wan bidin jiyandin.

Hûn çawa xwe birêxistin dikin?

Remocan: Di dema nêzîk de Konferansa Çand û Huner hatibû lidarxistin. Di konferansê de gelek li ser herêman hatibû rawestandin ku her endamê TEV-ÇANDê ji ber xwe ve tiştek bike, serkeftinekî wê were bidestxistin. Em dixwazin di destpêkê de komîsyonê birêkûpêk bikin, bidin rûnişkandin, hem jî di hemû beşan de xebatên çand û hunerê li herêma xwe bidin destpêkirin. Weke şanogerekî di lîskên xwe de hin peyaman bidin. Em dikarin çawa xwe bigihînin gelê xwe, çawa zarokên xwe bi zimanê zikmakî perwerde bikin, peyamên çawa bidin; rêya vê li Aachenê bigerin û li gorî vê xebatan pêş bixin. Îsal, wek salên bihûrî biryar wê li ser kaxizê namînin. Me li ser vê esasê plana xwe derxist. Emê xebatên xwe heftane birêve bibin.

Bîlal Doneklî: Em weke komîsyon dem deman tên gel hev; tiştên ku me kirine û li ser planên xwe yên ji bo pêşerojê nêrînên hev didin û distînin.

Gelo plan û nexşeyên we hene di vî warî de? Xebatên bi çi awayî pêş dixin?

Remocan: Halê hazır qursa rîtmê li ser erbaneyê hatiye destpêkirin. Wekî din qursa folklor jî piştî navberekî kurt dîsa didome. Mehê carekî di hevaliya muzîk û stran û xwendina helbestan de taştê tê dayîn. Xebata şanoyê jî bi çar kesan dest pê kiriye. Li Ewropa xebatên şanoyê kêm in. Em dixwazin bi zarokan re hin tiştan bikin. Şano bêhtir bala gel dikişîne. Dikarin bêhtir pêyamên net bidin. Amadekariyên me ji bo şevan, ji bo çalakiyên curbicur in. Bi amadekirin û komkirina şagirtan, piştî 15’ê Tebaxê emê qursa tembûrê jî bidin destpêkirin. Dîsa di planên me de heye em koroya zarokan ava bikin.

Serdar Azad: Dîsa di plana me de heye, em şeva dengbêjan li vir çêbikin. Piştî koroya zarokan, em dixwazin em jî tê de, koroya herêmî ava bikin. Ji bo helbest û çîrok nivîsandinê hewldana me hebe ku gel jî teşwîq û tevlî xwe bikin.

Xakî Bîngol: Me weke destpêkek di nava xwe de biryar girtiye ku, em di navbera xwe de her tim bi Kurmancî bipeyivîn. Vê yekê weke çalakiyeke digrin dest. Li her derê, bi her kesî re bi Kurmancî biaxivin. Pêşniyara vê bikin, ji mirovan re bibin alîkar ku em bikaribin pêşiya asîmîlekirina ziman bigrin.

Me di dema bûrî de li ser navê vê komîsyonê 100 îmze kom kiribûn ku zimanê Kurdî di dibistanên Elmanan de bibe fermî, ders were dayîn. Ji bo vê jî me di daîreya dibistana de wext veqetandiye, emê van îmzeyan teslîm bikin. Ez di vê baweriyê de me ji bo fêrbûna zimanê Kurdî wê destûr were dayin. Di hefteyê de rojek, seatek be jî, zarok bikaribin bi Kurdî fêr bibin.

Bîlal Doneklî: Em xebatên xwe yên di warê folklorê de naxwazin tenê bi jinên ciwan re sînordar bihêlin. Bi taybetî dixwazin ekîpekî jinên sermiyan û zarokan çêbikin. Wekî din li gorî daxwaza xwendekarên ku Aachenê dixwînin, xebatekî ji bo wan jî bidin destpêkirin.

Jan Jiyan: Li gorî hêza me û derfetan, xebatên me kêm in. Lê nayê vê wateyê ku wê wisa bimîne. Gelê Aachenê jî bireng e rastî jî. Daxwaz û mebesta me ev e ku hem em xwe bigihînin gel, hem jî ew xwe bigihînin me.

Eleqeya Kurdên li Ewropa dijîn ji çand û hunera Kurdî re çawa ye? Gelo hûn bawer in ku gel têra xwe xwedî li çandê xwe derdikeve?

Bîlal Doneklî: Mixabin eleqe ji çand û hunerê re ne bes e. Tevî derfetên mezin beşekî mezin ya ciwanan di nava du çand de dixeniqin. Ne dikarin çanda xwe bijîn, ne jî dikarin entegre bibin ji çandên dî re. Lê di demên dawî de hem ji muzîkê re, hem jî ji dansên gelerî re eleqeyek pêş dikeve. Ev yek jî ji ber ev demekî dirêj e qempên dansên gelerî tên lidarxistin, ji vê tê. Yên ku beşdarî wan kampan dibin, dema diçin herêmên xwe, ekîp ava dikin. Yek jî di komelan de giranî tên dayîn. Ez di Newroza bûrî de çûbûm serdana Kampa Penaberan ya Mexmûrê, di wir de tevî bêderfetiyan ciwan û zarok di aliyê çand de gelekî xwe pêş xistibûn. Dema ez tînim pêşberî hev, ji bo yên li wê derê xemgîn dibim.

Gelo zoriyên we hene? Ji kîjan aliyan ve ..?

Remocan: Belê dikişînin. Weke mînak, dema em dixwazin koroya zarokan amade bikin, lê zarok piştî çend heftiyan êdî nayên. Ev yek ji nehişyarbûna malbatan jî tê, lê ji nêzîkatiya me ya sist jî tê. Komîsyona berê di aliyê hunerê de lewaz bû. Xebatên me kêm man. Me destpêkir, lê bidawî nekir. Me cidî negirt. Hevalekî me yê ku qursekî dida jiyana ji dest da. Dîsa jî hin tişt hatin kirin. Lê komîsyona îsal hatî hilbijartin xurt e. Baweriya me bi me heye. Di hêla aboriyê de jî tengasiyên me hene.

Bîlal Doneklî: Hin malbatên ku li Ewropa dijîn, her çiqas zarokên wan bixwazin tevlî bibin jî, destûr nadin û jê re dibin asteng. Di dîsiplîne kirinê de zoriyê dikişînin. Ciwan nayên rêxistinê. Ji ber ku li ser esasê deşarjkirina xwe nêzîk dibin, em di dîsiplîn kirinê de zorî dikişînin. Ji ber ku ji dûrî çanda xwe ne, malbat jî nikarin çanda xwe bidin, ji rêxistinkirinê heya dîsiplîn kirinê bi zoriyan re rûbirû dimînin.

Ji bo derbaskirina van zoriyan divê çi werin kirin? Di vê wateyê de hûnê çi bikin?

Ronî Erez: Emê hewl bidin ku bi awayekî kolektîf tevbigerin. Herkes di beşa xwe de vî barî hilgre, bi rengekî bibiryar, bi hêzekî xurt, bi vî gelî bide qebulkirin ku bi rastî em dixwazin çand û hunera Kurdî pêşve bibin. Gava ev gel vê biryarbûna komîsyonê dît, bawer nakim tu kêmasî derbikevin. Ez di komîsyonê de seknekî bi hêz dibînim. Wê gel jî li gorî vê nêzîkê me bibe. Dema em bala xwe didin, rexne û gazindên gel hene. Dibêjin; di komelan de xebatên çand û hunerê nayê meşandin. Destpêk çêdibe, dawî tune. Gihîştina armancê tune. Ji bo vê jî mirov qut dibin.

Belê pirsgirêk di hêla aboriyê de zêde ne, lê em hewl didin tevlî komelê, tevlî hevalên xwe, tevlî xebatên rêxistinî pirsgirêkan ji holê rakin. Di aliyê aborî de jî, di aliyê sosyal de jî çi pirsgirêk hebin, bi komîsyona xwe, bi meclîsa xwe xebatekî bihêztir derxin holê. Bi lêgerîna rêya çareseriyê emê bi vî gelî re bidin qebulkirin ku em ziman û çanda xwe dixwazin pêş bixin. Ez di vê hêviyê de me ku em hemû xwedî li nirxên xwe, xwedî li çanda xwe, zimanê xwe û biryara xwe derbikevin, ewê jî bi beşdarbûna xwe, bi nêzîkatiya xwe, bi şandina zarokên xwe bersiva vê bidin. Ev gel fedekar e, lê dixwaze hin tişta berçav bibîne, bawer bike. Ez bawer im, wan projeyên me bibe mînak ji tevahî welatên Ewropayê re. Emê bêhtir profesyonel bixebitin. Xebatên xwe bibin heya serî û biserkevin.

Weke encam, hûn dixwazin ji Kurdên li Aachenê dijîn û her wiha yên li Ewropa dijîn re çi bêjin?

Ronî Erez: Rîcayekî me heye, dayik û bav, bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Nasnameya gel, hîmê mirovatiyê, zimanê wê ye. Bila ziman bidin hezkirin. Piştî hingê daxwaza zarok di aliyê beşên çandê de hebe, mirov perwerde dike. Banga me ji gelê me ev e, li ser ziman bisekinin. Taybetmendiya ziman jibîr nekin. Em gelekî hê bindest in, penaber in, bê welat in, divê ew xwedî nirxên xwe derkevin. Di vî warî de gelek bar dikeve ser milê dayikan. Banga min ji dayikan re heye ku, bila bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyîvin ku, xwe, gelê xwe, welatê xwe, nirxên xwe jibîr nekin. Daxwaza min ev e ku bila xwe nêzîkê komela xwe bikin, çi ji destê wan were bila bikin û ji rêveberiyên komelan, saziyan re bidin kirin. Ev gel layiqê tiştên herî baş e. Ev gel ku bi çalakiya xwe, bi şerê xwe têkoşîna azadiya Kurd aniye heya vê astê, dikare hê tiştên baştir jî bike. Ev saziyên me jî deyndarê vî gelî ne ku ji gelê xwe re bibin bersiv.

Jan Jiyan: Rîcayekî vê komîsyonê ji gel heye ku dema gel tên komelê, bila bihev re Kurdî bipeyîvin. Ji ber ku di komelan de bi Tirkî tê axivîn, hin malbat nayên, dûr dikevin. Mebesta me yekîtî ye. Yekîtî jî bi ziman çêdibe. Em wisa bikin ku Kurdên welatên dîtir jî werin komela me.

Nêzike 20 salan e di xebatên çand û hunerê de cihê xwe digre. Di Akademiya Çand û Hunerê de tevî 25 kesan komeke bi navê Koma Ehmedê Xanê avakirine. Di vê komê de nêzike heşt sal xebitiye. Berhemên wek ‘Mirina Mirinê’ de rol lîstiye. Dema televîzyona Med TV ava bûyî jî di bernameyên curbecur de gelek skeç çêkirine. Di rêza fîlma ‘Karê Bêkara’ û ‘Qolinc’ de rol lîstiye. Di gelek şevên herêmî û navendî de jî pêşandanên şanoyê kiriye. Niha Meclîsa Çand û Hunera Kurdî de wekî berpirsyarê şanoyê cihê xwe digre.