BI DÎMEN

Hunermendên jin ên ciwan ji bo siberojeke azad dibêjin NA

Koroya Jinên Ciwan a Şehîd Arjîn, ku avahiya wan a li Edeneyê bi biryarnameyê hate girtin, li dikaneke vala û embaran berxwedana xwe ya hunerî didomînin.

Strana van hunermendên ciwan a li ser referandûmê, ku di nava şert û mercên zehmet de afirandin, li ser zimanan e.

Koroya Jinên Ciwan a Şehîd Arjîn a Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), piştî ku NÇM a Edeneyê bi biryarnameya rejîma AKP'ê hate girtin, xebatên xwe li dikaneke vala û embaran didomîne. Ev jin ên ciwan, di nava şert û mercên zehmet de bi nasnameya jinê û sekna hunermendê li hemberî zextan li ber xwe didin û ji bo kampanya 'NA' ya referandûmê stranek amade kirin. Strana 'NA' ya bi zimanên Kurdî, Tirkî u Erebî hate amadekirin, di demeke kurt de li Edene û gelemperiya Çûkûrovayê bû dengê kampanya 'NA'. Her wiha ji ber ku strana 'Bêjin NA' ya HDP'ê li gelemperiya welêt hate qedexekirin, ev stran li tevahiya welêt bû strana kampanya 'NA'. Ji van hunermendên ciwan Rozerîn Dolaşir, Dîlan Yîgît, Bêrîtan Ozberk û Şukran Kilgi ji ANF'ê re qala zor û zehmetiyên derdikevin pêşiya wan, berxwedana xwe ya hunerî û nêrînên xwe yên li ser referandûmê kirin.

ROZERÎN DOLAŞIR: ME BERXWEDAN HILBIJART Û EM BI SER KET

Rozerîn Dolaşir diyar kir, ku ew ji zarokatiya xwe ve di nava vê komê de ye û got, "Di nava NÇM'ê de em dixebitîn. Avahiyeke me hebû û me li vir karê xwe yê muzîkê dikir. Lê belê bi biryarnameyê mohr li avahiya me xistin û cihekî em lê bixebitin nema. Me jî her cih ji xwe re kir qada berxwedana hunerî. Me biryar da, li dikanên vala, li embaran, li her cihî karê xwe bidomînin. Ev nê hesan e. Ya wê kom ji hev belav bibûya ya jî me yê li ber xwe bida, sekna xwe ya hunerî, têkoşîna xwe bidomanda. Me berxwedan hilbijart û ya ku li me tê jî ev bû. Me ev bi ser xist."

'DI NAVA ŞERT Û MERCÊN GIRAN DE ME STRANA NA AMADE KIR'

Dolaşir anî ziman, beriya niha bi demekê, wan strana 'NA' ya ji bo referandûmê bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî amade kirine û destnîşan kir, ku amadekirin û gotina stranekê di nava van şertan de bi dîtina me serketineke mezin e. Dolaşir got, "Em ê karê xwe bidomînin, mezintir bikin. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê hunera xwe û têkoşîna xwe bidomînin."

DÎLAN YÎGÎT: LI DIJÎ RÊVEBERIYA TEKPARÊZ Û DARBEKAR EM Ê TI CARÎ JI TÊKOŞÎNÊ VENEGERIN

Dîlan Yîgît diyar kir, ku ew di nava komê de li defê dixe, distirê û got, "Ez ne xwendekar im, li malê me. Cihgirtina li nava koma Şehîd Arjîn jiyana min guherand. Ev ji bo min tiştên gelekî xweş bûn. Desthilatdariya AKP'ê avahiya navenda me ya çandê girt. Em ê ti carî ji kar û têkoşîna xwe venegerin, heta dawiyê em ê li ber xwe bidin û l her cihî hunera xwe bidomînin. Girtina saziya me bêguman me dixe nava zehmetiyan. Derfet gelekî kêm in. Lê belê em her cihî ji bo hunera xwe weke bingeha berxwedanê dibînin. Dema ku huner di nava şert û mercên giran de hate biserxistin, hingî watedar e. Em hemû heval hîn bêhtir li hev civiyane û di nava van şert û mercên zehmet de bêyî teslîm bibin, em li ber xwe didin."

Yîgît destnîşan kir, ku di referandûmê de ew ê li dijî rêveberiya faşîst bêjin 'NA' û diyar kir, ew ê her tim berxwedana xwe bidomînin û bi ser bikevin.

BÊRÎTAN OZBERK: PIŞTÎ AVAHIYA ME HATE GIRTIN, BI MEZINBÛNÊ ME BERSIV DAN

Bêrîtan Ozberk ragihand, ku beriya niha ew di nava koroya zarokan de bû û got, "Ez xwendekara lîseyê me. Dema ku saziya me hate girtin, ewilî me gelek zehmetî kişand, têkiliya me ya bi gel re qut bû û me biryar dan biçin nava gel û li her derê muzîka xwe bidomînin. Bi vê armancê me her cih bi kar anîn. Zehmet bû, lê diviyabû me karê xwe bidomanda. Me dest jê bernedan, berxwedana xwe zêde kir û encameke baş bi dest xist. Em ketin nava gel û me girîngiya kirina hunerê baştir dît. Me dît ku me ev yek hîn bêhtir bi pêş xistine. Piştî ku saziya me hate girtin, em ketin nava gel, me li ber xwe dan û bi vî rengî karê xwe mezin kir. Hîn bêhtir jin ên ciwan tevlî koma me bûn."

Ozberk destnîşan kir, ku ew bi hêvî ne û ew ê bi berxwedana xwe bidomînin.

ŞUKRAN KILGI: JI BO SIBEROJA XWE EM BÊJIN NA

Şukran Kilgi jî anî ziman, ku ev sal û nîvek e di nava komê de ye û got, "Ez tevlî dersên defê dibim û di nava koroyê de distirêm. Piştî ku me bar kir taxan, me xwe gihand hîn bêhtir mirovan. Derfet kêm in, lê em ê berxwedana xwe mezin bikin. Ji bo siberoja xwe û azadiya xwe, divê em di referandûmê de bêjin 'NA'. Em ê jî berxwedana xwe, hem bi dengê NA di referandûmê de, hem jî piştî wê bi xebatên xwe yên hunerî mezin bikin."