Hunermendên Êzidî, îxaneta PDK'ê protesto kirin

Li bajarê Elmanya Bremenê, êrîşên PDK'ê yên li ser Şengalê ji aliyê Platforma Hunermendên Êzidî ve hate protestokirin.

Li bajarê Elmanya Bremenê, êrîşên çeteyên PDK û AKP'ê yên li ser Şengalê hate şermezarkirin. Di çalakiya ji aliyê Platforma Hunermendên Êzidî ve pêkhatî de, li dijî êrîşan peyama piştgiriyê ji bo Gêrîla û şervanan haet dayîn. Di çalakiyê de bal hat kişandin li ser çekên ku ji bo li dijî DAIŞ'ê were bikaranîn, li dijî Êzidiyan tê bikaranîn û daxwaz ji Hikûmeta Elman hate kirin ku bikeve nava hewl danan.

Di daxuyaniya li ser navê Platformê hatî kirin de, behsa îxaneta PDK'ê ya li dijî Êzidiyan hat kirin û wiha tê gotin: "Êzidiyan ji bo parastin xwe hêzên parastinê weke YBŞ û YJŞ ava kirin. Êrîşa herî dawî li ser Şengalê li Enqerê hatiye plankirin û bi planan dixwazin Rojava bi fetisînin. Barzani bi salane li ser xwîna gel hesabên eşirtiyê dike. Kurdên Êzidî ne bê xwedî ne."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî hat kirin ku bi hestiyarî tevbigerin. Naskirina xweseriya Şengalê ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve biryara wê hatiye dayîn û hat daxwaz kirin ku YBŞ û YJŞ weke hêza parastinê were naskirin.