Hunermendê Kurd Kerîm Kaban ê 89 salî çû ser dilovaniya xwe

Hunermend Kerîm Kaban ê 89 salî, ku emrê xwe da muzîka Kurdî, li Silêmaniyeyê çû ser dilovaniya xwe.

Hunermend Kerîm Kaban ê 89 salî, ku emrê xwe da muzîka Kurdî, li Silêmaniyeyê çû ser dilovaniya xwe. Kerîm Kaban yek ji wan hunermendan bû, ku dema sax bû, peykerê wî hat çêkirin.

Hunermend û welatparêzê mezin Kerîm Kaban, li Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyeyê, di 14'ê Çileyê de xatirê xwe ji hezkiriyên xwe xwest. Cenazeyê hunermendê mezin li goristana Seywan a li Silêmaniyeyê hat veşartin. Di merasîmê de gelek hunermend û rewşenbîrên navdar ên Kurd amade bûn.

KERÎM KABAN KÎ YE?

Abdulkerîm Celal Mahmût Azîz Kaban (Kerîm Kaban) di sala 1927'an de li taxa Şêxan a navçeya Silêmaniyeyê ji dayik bû. Kaban perwedeya xwe ya destpêkê li medreseyê dît. Kerîm Kaban di 7 saliya xwe de li Dibistana Seretayî ya Faysal dest bi perwerdeyê kir û ji ber bala wî li ser muzîkê bû, di emrekî biçûk de derket ser dikê. Di sala 1941'ê de di radyoya Silêmaniyeyê de stran got. Di sala 1845'an de bû edîtorê beşa Kurdî ya radyoya Bexdayê. Konsera xwe ya destpêkê jî di heman salê de li Bexdayê da. Kaseta xwe ya destpêkê, ku ji 8 berheman pêk dihat bi navê "Rêya Evîndaran" derxist.

Ji ber Kurdbûyîna xwe gelek caran ji aliyê rejîma Baasê ya Iraqê ve hat binçavkirin. Di salên ciwantiyê de, malbata wî ji aliyê rejîmê ve sirgûnî başûrê Iraqê hat kirin. Di 28'ê Sibata 1981'ê de birayê wî Kadîr Kaban ji aliyê rejîma Iraqê ve hat binçavkirin û di 1'ê Tîrmeha 1981'ê de rejîma Iraqê ji malbata Kaban re ragihand, ku kurê wan hatiye îdamkirin. Nedana cenazeyê Kadîr Kaban hem li cem wî hem jî di nava malbatê de rê li ber birînên mezin vekir.

20 stranên hunermend hene ku bi xwe nivîsandiye û gotiye. Ji nava van stranên herî navdar, ku ji aliyê gelek hunermendan ve jî hatine gotin, 'Yaran Wesyetim, Şemî Şevan û Teman' e.

Hunermendê Kurd Kerîm Kaban, ji ber berhemên xwe û keda daye muzîka Kurdî, hînê sax bû peykerê wî hat çêkirin. Ev peyker li Parka Azadî ya li Silêmaniyeyê hatiye çikandin. Her wiha Şaredariya Silêmaniyeyê bi navê 'Kerîm Kaban' parkek çêkir.