BI DÎMEN

Hunermend divê li dijî qirkirina çandî rawestin

Çem: Hunermendên Kurd tenê dema ku bi Kurdî huner afirandin nayê wê maneyê ku berpirsyariya xwe bi cih anîne, divê hîs û raman jî bi vê re bibin yek.

Hunermend Bermal Çem bal kişande ser wê ku çanda Kurd xwedî dîrokeke qedîm e lê êrîşeke giran a pişaftinê ya mêtingeriyê li ser heye û ji bo vê jî, li dijî vê divê her kes çand û zimanê Kurd li her deverê bi pêş bixin.

Çem got, ‘’ Em zimanê Kurdî ne tenê li akademiyan, li mal, kuçe, kargehan ku em bi kar bînin dikarin ziman û çandê biparêzin’’ û bi berdewamî got, heke hunermend bi awayekî rast bikaribin berpirsyariya xwe bi cih bînin, dikarin ji siyasetê zêdetir karîger bin.’’

KURD XWEDÎ ZIMAN Û ÇANDA HERÎ QEDÎM IN

Çem got, ‘’Çand û zimanê Kurdî xwedî mejûyeke qedîm e. Li gel ev çend zext û zordariya li ser û şerê taybet jî xwe hetanî bi îro aniye. Lê heta kîjan radeyê xwe parastiye divê ew cihê were nirxandin’’ û diyar kir, ji ber ku xwedî vê mêjûyê ye karîbûya heta niha xwe biparêze.

Çem diyar kir ku diyardeya desthilatdariyê tenê ne ji hêla fizîkî ve lê bi qirkirina çandî ve jî sazkar e, dema ku mijar Kurd bin herdû bi hev re têne sazkarkirin, mêtingerî ji hêlekê ve bi qirkirina fizîkî û ji hêla dî ve jî bi qirkirina açandî dixwaze Kurdan ji holê rake; her wiha ji bo ku Kurd çand, ziman, stran, jiyana xwe ya civakî ji bîr bike, jê dûr bikeve li ser civakê tim qirkirina çandî, zext û zordariyê dike.

Bermal Çem diyar kir li gel ev çend zext û qirkirinê jî çand û zimanê Kurdî xwe parastiye lê, ‘’ev nayê wê wateyê ku asîmîlasyonê qet encamek wernegirtiye’’

‘PKK’Ê GEŞEDANÊN MEZIN BI XWE RE ANÎN’

Çem diyar kir ku Kurd ji dîrokê ve li dijî her cure qirkirinê berdêlên mezin dane, berxwedanên mezin nîşan daye û bi taybetî bi PKK’ê re geşedanên mezin di vê mijarê de çêbûne.

Çem got, ‘’Bi têkoşîna PKK’ê re di qada çandê de geşedanên mezin çêbûne. Kurdan bêhtir li çanda xwe xwedî derketine, li ser van kokan hewl dane ku xwe ji nû ve biafirînin. Çanda berxwedanê ya ku bi civakê re çêbûye, di qada çand û hunerê de jî bandora xwe kiriye.’’ 

Çem bi berdewamî wiha got, ‘Di heman demê de hêzên mêtinger jî di vê hêlê de kêferat kirin. Bi rêbazên cuda xwestin ku vê berxwedanê û têkoşîna çandî bişkînin. Bi saziyên dewletê, bi saziyên cihê yên din ên bi navê saziyên sivîl ev pişastina çandî, êrîş pêk anîn. Di heman demê de qirkirina fizîkî jî bi hevdemî pêk anîn û ev têkoşîn hê jî berdewam e.’’

 ‘PIŞAFTINA ÇANDÎ DIDOME’

Çem bal kişande ser wê ku xebatên Kurdan ên çandî û hunerî gihaştine asteke girîng, dewleta Tirk bi pişavtina çandî û zextên fizikî dixweze vê asteng bike, erîşên bi vî rengî bi rêbazên şerê taybet diome û piştî berxwedana xwerêveberiyê ev girantir bûye.

Çem got, ‘’li gel van hemû êrîşan jî xebatên di qada çandî de gihaştine asteke girîng’’ û bi berdewamî got, ‘’Pişavtina ku demekê bi rêbazên şerê taybet di qada çandî de dihate kirin, hewldanên dejenerekirinê êdî hatiye wê astê ku dest di saziyan werbide, destwerdena fizîkî li qada çandê bike. A rast e êrîş bi giştî têne pêşxistin. Bi taybetî piştî berxwedana Cizîrê, Silopya li gel ku gel cihê xwe berneda jî, bi ser saziyên çandî de, bi ser saziyên ku xebatên çandî bi rê ve dibirin destwerdanên fizîkî çêbûn. Anî asta binçavkirin, girtinê. Lê ev nayê wê maneyê ku rêbazên şerê taybet li hêlekê hiştine. Berevajî vê vê bi hûrî bi kar tînin. Li gel ku dizanin wê nikaribin vê bi temamî tesfiye bikin jî vê dikin.’’

 ‘AKADEMÎ TÊRÊ NAKIN, DIVÊ EM ZIMÊN LI HEMÛ QADÊN JIYANÊ BI KAR BÎNIN’

Çem bal kişande ser giringiya zimên a domdariya çandî û geşedana wê de û got, ne tenê li akademiyan û hwd. divê li hemû qadên jiyanê em Kurdî bikin zimanê jiyanê.

Çem wiha berdewam kir: ‘’Niha li vir ziman bi taybetî jî di geşedana çandê de xwedî cihekî taybet e. Di geşedana çandî de divê ziman a herî li pêş be. Bi salan hewl dan ku zimanê me bi me bidin jibîrkirin. Jixwe li dibistanan hatiye qedexekirin ku bibe zimanê perwerdehiyê. Ya dî jî, ziman ne ew e ku tenê li akademiyan dikare were pêşvebirin û domdarkirin. Divê li jiyanê jî were bikaranîn û domdarkirin. Divê li kuçeyan, taxan, kargehan û  li malê bi teqezî were bikaranîn.’’

 ‘DIVÊ HUNERMEND PÊŞENGIYA GEŞEDANA ZIMÊN BIKIN’

Hunermend Çem diyar kir ku bi êrîşên dawî re siyaseta qirkirina çandî bêhtir giran bûye û diyar kir ku mîsyona hunermend di vir de pir girîng e ku pêşiya vê bigire.

Bermal Çem têkildarî mijarê wiha got: ‘’Di têkoşîna dijî qirkirina çandî de bandora hunermend zehf e. Ji dîroka Komara Tirk ve muzîk, stranên Kurdî kirin Tirkî.  Axaftina bi Kurdî bixwe jî hate qedexekirin. Bû sedema êşkence û zindanê. Me ev qonax derbas kir û hatin van rojan. Li gel ku em xwedî zimanekî ev çend dêrîn jî bûn, dema ku em bi zimanê xwe axivîn, dema ku me stranên xwe gotin, me berdêl dan, em didin. Ji bo vê jî berpirsyariya me ya herî sereke ew e ku em vî zimanî bikin sedema jiyana xwe. Hunermend, tam jî li vê derê dibine xwedî mîsyoneke pêşeng.

Helbet di hunerê de tenê ziman Kurdî be ne bes e. Divê hîs û ramanên me jî wiha bin. Mînak hin hunermend stranan dibêijn, gotin bi Kurdî ne lê hîs, raman ne têkildarî Kurdan in. Bi zarîkirinê, bi muzîka dilobêjan mirov xizmetê ji zimên re nake. Aştîa çandî Kurdî bi vî rengî dihelîne. Ji bo vê jî pîvan ne tenê strandina bi Kurdî ye. Divê bi her tiştê xwe ve ya Kurdan be. Divê hûn civaka xwe, çanda xwe, rasteqîniya xwe hîs bikin heta ku bikaribin bidin hîskirin. Ku hûn bikaribin vêya bikin hûn ê karekî pak bikin.’’

 ‘PONIJÎN, RAMAN Û KIRINA HUNERMEND DIVÊ YEK BE’

Çem bal kişande ser girîngiya berdewamiya civakî ya di hunerê de û pêşketina wê ya di hêla çandî de û got, ‘’heke ev bi rengekî rast werin kirin, hem di mijara pêşîlêgirtina qirkirinê de û hem jî di geşedana huner û çandê de wê ji siyasetê zêdetir karîger be.’’

Çem herî dawî bal kişande ser tespîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku digot, ‘tenê dema ku ponijîn, raman û kirin yek be karekî baş dikare were afirandin’ û wiha domand: ‘’Rêber Apo bal dikişîne ser wê yekê ku divê raman û kirin yek be. Hunermend jî divê bikaribe vê bike da ku bi rastî jî bikaribe zixmetê bike û têkoşîna çandî bide. Ji ber ku tenê bi strandinê nabe. Hunera ku çêkirî, çi qasî civakê ber bi rastiyê wê ve dikişîne, çi qasî hişmendiyê çêdike û diguherîne. Hêla girîng a hunerê ev e. Heke em bikaribin vêya bikin em hunera rast dikin. Wê demê bi rastî jî hûn ê bikaribin bandorê jî li civakê bikin. Bi ser de, hilberîna hunera rast ji siyastê zêdetir karîger e. Ji bo vê jî di mijara neteweyîbûn, yekîtiya netewî û geşedana çandî de peywir û berpirsyariya hunermendan gelek e.’’