Hunermedan ji bo ‘Sûr’bang kirin: Li vir wehşet heye; bêdeng nemînin

Hunermendan, çalakiya nobetê ya li Navenda Çandê ya Dicle Firatê ya ji bo bi dawîbûna dorpêç û êrîşn qirkirinê yan li hember Sûrê dabûn destpêkirin ziyaret kirin.

Li Amedê li ser daxwaza hevserokên DBP û HDP'ê yên bajêr û navçeyan, û hevşaredaran ji bo dorpêçkirina ku 84 roj e li navçeya Sûrê didome bi dawî bibe li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê çalakiya nobetê ya bêdemî hat dest pê kirin û çalakî di roja duyemîn de didome. Hunermend Lale Mansûr, Ferhat Tûnç, Zeynep Tanbay û lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî yên ji Stenbolê hatin, serdana çalakiya nobetê kirin. 

'WEK EM LI BAJAREKÎ LI SÛRIYEYÊ BIN' 

Ji bo komkujî û wehşetek li Sûrê neyê jiyîn Lale Mansûr a ku hat Amedê, diyar kir ku ku ji duh ve bi awayekî dijwar li Sûrê bombebaran didome û di nav de zarok û extiyar nêzî 200 sivîl bi mirinê re rû bi rû ne. Her wiha Mansûr diyar kir ku, bi dîmenên li Sûrê re heyirîne û hîs kirine ku wek li bajarekî li Sûriyeyê bin û da zanîn ku ev wehşet û mirin hemû bi bacên ku didin tê kirin. 

Mansûr diyar kir ku divê li hemberî van pêkanînan ji destê kê/î çi tê divê bike û wiha got, "Ji bo bidawîbûna vê felaketa ku 84 roj e didome, ji destê me çi tê em dikarin çi bikin, em bo lêkolîna vê hatine." Mansûr da zanîn ku ji Walî Huseyîn Aksoy re daxwaza rabndevûyê kirine û wê ji sivîlên li navçeya Sûrê mahsûr mane çi ji detsê wan bê wê bikin. 

'JI BO SÛR NEBE CIZÎR EM LI VIR IN' 

Piştî Mansûr, hunermend Zeynep Tanbay axivî. Tanbay diyar kir ku li Cizîrê komkujiyek pêk hat û dixwazin heman rewşê li Sûrê jî pêk bînin, ji bo Sûr nebe Cizîr ew hatine Amedê. Tanbay li hemberî pêkanînan bêdengiya raya giştî rexne kir û wiha got, "Guhên xwe vekin, bi çapemeniya li ber destê xwe Çxwe sînor nekin. Divê her kes guh, çav û dilê xwe vebike." Tanbay da zanîn ku berê jî hatine Sûrê û li ber Minareya Çarnig daxiyanî dane û wiha pê de çû, "Rewşa li vir ji ya Sûriyê xerabtir e. Em li welatekî ku diviya ku şer lê neqewimiyana ne. Lê Cizîr dibe, Sûr dibe hatin rûxanidin, veguherandin kavilkan. Neyta dewletê ew e ku van deran kavil bike. Ji xwe nav jî lê kirine "paqijî". Ev ne paqijî ye, ev kuştin e û wahşet." 

Tanbay her wiha diyar kir ku, divê êdî gel hay ji rastiyan hebe, tiştên li Sûr, Cizîr û Hezexê xwe didin der, kesên li rojavayê Firatê dijîn ji van dera ne haydar in. 

'EV BÊAQILÎ WÊ NEDOMÎNE' 

Hunermend Ferhat Tûnç jî diyar kir ku berî felaketek xwe li Sûrê bide der ew hatine û divê rojava qîrîna li vir bibihîse û wiha got, "Ev wehşet û bêaqilî wê wiha nedomîne."