Hozan Mizgîn wê li Kolnê bê bîranîn

Hunermend, şoreşger û fermandara gerîla Gûrbet Aydin (Hozan Mizgîn) di salvegera 24. a şehadeta xwe de wê roja 8'ê Gulanê li Kolnê were bîranîn.

Hunermend, şoreşger û fermandara gerîla Gûrbet Aydin (Hozan Mizgîn) di salvegera 24. a şehadeta xwe de wê roja 8'ê Gulanê li Kolnê were bîranîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Kordînasyona Jinê ya TEV-ÇAND'ê de hat gotin, "Hevrê Mizgîn, di dema xwe de ti carî xwe ji xizmeta ji bo gelê Kurd venegirtiye û bûye hevrê û hunermendeke pêşeng. Weke şoreşgereke jin ku hem bi şoreşgerî hem jî bi nasnameya xwe ya hunermendî bû dengê bindestan, hemû hêz û jiyana xwe ji bo azadiyê bi kar anî."

Hat destnîşankirin, ku Hozan Mizgîn di stranên xwe de bû qîrîna berxwedana gelê Kurd, bû deng û wijdanê gel.

Kordînasyonê bal kişand ser bedewiya dengê Hozan Mizgîn û diyar kir, wê mîateyeke bedew û watedar ji nifşên nû, ji her kesî re hiştiye. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji bo bîranîna Hozan Mizgîn, di salvegera 24. a şehadeta wê de wê merasîmek bê lidarxistin û ji bo vê bîranîna li navnîşana Koln Zehntstr. 7-10, banga tevlîbûnê li gel û hunermendên Kurd hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, heval û hunermendên Hozan Mizgîn ên wê nas dikin, wê di merasîmê de baxivin û sînevîzyonek wê were nîşandan.