Hostayê hunera neqişandinê: Aşîr hosta

Hunera neqişandina textan, ku mîna gelek nirxên civakî li ber tinebûnê ye, li Îzmîrê ji aliyê Aşîr Guler ve ev 35 sal in bi biryardarî tê meşandin.

Hunera neqişandina textan, ku mîna gelek nirxên civakî li ber tinebûnê ye, li Îzmîrê ji aliyê Aşîr Guler ve ev 35 sal in bi biryardarî tê meşandin.

Hunera neqişandinê, ku dîroka wê ji neqşa destpêkê ya li ser kevir û text tê qebûlkirin, di roja îro de li ser xaka lê destpê kiriye, li ber tinebûnê ye. Aşîr Guler ê ku naxwaze bibe nûnerê dawî yê vê hunerê, ev 35 sal in vî pîşeyî dike.

Hostayê hunera neqişandinê Aşîr Guler ê ji Mûşê, ku niha li Îzmîrê dijî der barê dîroka vê hunerê de got, "Text, ji ber ku mîna dîwêr ne zexm e, berhemên di vî warî de yên dîrokî, kêm hatine dîtin. Di serdema Misirê de em dizanin ku ev huner beriya pênc hezar salan hatiye kirin. Her wiha di kolandinên li Gobeklîtepe yê li Rihayê de neqşên cidî yên 12 hezar salan hene."

Guler da xuyakirin, ku ji bilî aliyê dîrokê, ew di fîgurên xwe yên li ser text dineqişîne de, ji xaka lê ji dayik bûye feyz digire û got, "Li welatê me, mirovên ku bi karê neqişandinê re mijûl dibin gelek in. Lê belê yên ku bi xweserî û hunerî vî karî dikin, gelekî kêm in. Karekî ku sebir divê. Ji ber ku xwezaya Mûşê gelekî bandorê li min dike, ez bi taybetî di taybetmendiyên wê derê dineqişînim. Rêbaza ez bi kar tînim, ji nirxên dîrokî û civakî ne."

Guler ragihand ku hunera neqişandina text ji derve ve gelekî zehmet xuya dike, lê belê her kes dikare hîn bibe û got, "Hostabûyîn an jî pêkanîna vê bi ruhê hunerê, tiştekî cuda ye. Pêwendiya xwe bi xwepêşxistina şexs ve heye. Lê belê her kes dikare weke hobî jî pê re mijûl bibe.

Guler da zanîn ku ji bo pêşvebirin û belavkirina hunera neqişandinê, ew dixwazin atolyeyan vekin û bigihînin nifşên nû, lewma li benda alîkariyê ye.

'EZ Ê ÇANDA KURD NÎŞAN BIDIM'

Guler her wiha ragihand ku ew plan dike pêşangehek textên neqişandî yên ji motîfên çanda Selçûkiyan, Osmaniyan, Ermenî û Rûsman veke û got, "Di heman demê de dixwazin li ser çand, nîşaneyên efsanewî û çîrokên Kurdan, pêşangehekê vekim. Bi taybetî dixwazim motîfên Şahmeran, Teyrê Tawiz, Qraliyeta Komagene nîşan bidim. Bi neqişandina motîfên xweser ên çanda Kurd re dixwazim xebateke hunerî bimeşînim. Bi vî rengî ez ê çanda Kurd bidim naskirin."

...