Hevpeyvînek dawî bi Arjen Arî re...

Hevpeyvînek dawî bi Arjen Arî re...

Telefona wî dikim, dizanim tendirustiya wî ne baş e. Dengê wî dilerize, hilke-hilka wî ye. A rast ji piraniya gotinên wî fêm nakim. Di dawiyê de ji dil dikene û kêfxweş e bi suhbeta me. Ji ken û hêviya wî dilşa dibim û bi xwe re dibêjim: “Dê bi vê ruhiyetê zû rabe ser xwe û em ê dîsa hev du bibînin!”

Ji sala 2008'an ku ji bo cara pêşîn me hev du nas kir, car bi car û bi kêmanî salê du caran li deverên cuda me hev du didît. Carna li Amed, Hewlêr û Mêrsînê, lê dîdara me ya dawîyê weke a destpêkê, li Başûrê Kurdistan û îcar li bajêrê me û di "festîvala Soran" de pêk hat. Weke her carê li ser xwe, aram û tije ye... Dîsa suhbeta me germ e, li Amedê ji bo min, Şengul û Mirad behsa projeya anîna welat a navenda Pen a Kurd dike, li başûr û beriya vegerê bi dûr dirêjî behsa suîqesta li dijî xwe kir...

Gelek xewn û xeyalên "Pîrê helbestê" hebûn, ku feleka malxirab rê neda bicîh bîne û dilê wî yê mezin li Ameda ku têde biryara jiyanê dabû, ji lêdanê ket. Mirina wî tevahiya dost, heval û kesên ku heta bo carekê jî ew dîtibûn di matmayîn û xemeke giran de hişt.

Min beriya salekê, hevpeyvînek bi mamoste Arjen Arî re çêkiribû ku bi kurtî di kovareke li başûr û bi zaraveya soranî hatibû weşandin. Gelek tiştên balkêş û bîr û ramanên kûr di gotinên wî de veşartîne. Weke emanet û rêzgirtinek ji ked û mandîbûna wî ya salên dirêj ji bo edebiyata Kurdî, ez wê hevpeyvînê weke xwe diweşînim.

- Ka em di serî de bizanîn helbest ji bo Arjen Arî tê çi wateyê?

Şeir bo min tê wateya xwe-peydakirin, bi-ser-xwe-ve-bûn û xwebûnê . Xwepeydakirin e şeir: lê ruhê her mirovî di zimanê wî de veşartî ye . Bi ser xwe ve bûn e: ji ber ku şa"ir "xwe"yê takekes bi her şe"irê "pirr" dike. Xwebûn e: ji ber ku şeirreng û dengê herî neteweyî ye!

- Peyama helbest ango girîngiya wê di civakekê de çi ye?

Peyama ragihîner a şair di her civakê de li gorî rewş ango şert û mercên civakî, siyasî, aborî têne / hatine guhertin. Weke nimûne, ku em helbesta kurdî bi bîr bînin û li ber çavan raxin: em ê bibînin ku ji Biraboz hata ku bigihe Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî, ji Xanî heta ku bigihe Koyî û Cegerxwîn û ji hinda wan jî heta bigihe îro: peyama bingehîn û ragihîner a helbestkarên kurd bindestiya kurd e, hisreta welatekî ye, berzkirina hestên xwedîderkatina li xakê ye.

Ev kevnepeyam di tu serdeman de xilmet nabûye: bi helbesta her helbestkarê/a kurd ta serxwebûnê bi guherînine kiçik ên şêweyî, nû û ji nû ve, di her qonaxê de derketiye/dê derkeve pêşberî me.

Bi gotineke din: azadiya helbestkar û pê re azadiya helbesta kurdî wisa dixuye ku rastewxo bi azadiya civakê ve girêdayî ye.

Ji lew, şa"ir mîna duh îro jî sewta qîra di gewriya civatê de ye.

Gelo şeir dikare di hişyar kirina civakekê da rol bilîze? -

Belê…dikare/kiriye/dike….

Ku em navine gewre bi bîr bînin: Li Şîlîyê Nerûda, Li kevne-Sovyetê Mayakovskî, li Felîstîn Mahmûd Derwîş, li Tirkiyeyê Nazim dê derkeve ji bîra hişê me…

Li Kurdisanê -bi taybet bo Bakûr- em du navên sereke dikarin yad bikin: Ehmedê Xanî, Cegerxwîn…

Ehmedê Xanî, piştî 350 salî hê jî di hişyarkirin û zexmkirina vîna neteweyî de rola xwe dilîze…Û jixwe: Cegerxwînê ku remzenavê xwe ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî girtîye, bi xwe diyar dike ku peyrewê riya Xanî ye, ku dibêje:

Ne pêximberê me ne, Mezdek û Manî

Yek rêberê me heye Ehmedê Xanî!

Cegerxwînê ku di serdama xwe de û îro jî xwediyê gellek "derwêş" û "rapsod"an e, di helbesteke din a malikî/beytî wiha diristîne:

Milletê kurd tu şiyar nabî heta kengê ne bes

Ê nexweş wa li dinê her tu tenê maye ne bes

………………………………………….

Şûrê Şêrgoh gûrzê Ristem ger li meydan bêne der

Dê di bin lingên te dijmin, her bimînî wek teres

Ey Cegerxwîn Ehmedê Xanî bi naqosa mezin

Kurd ne kir hişyar, bo çi wer dinalî wek ceres

- Mamoste, ligor te şeir pêwîste çi qonaxan derbaz bike da bigehije asta nûjeniyê?

Wekî şeira neteweyên din şeira kurd jî ji qonaxa "gelerî" darbasî ya "kilasîk", ji ya "kilasîk" jî derbasî ya "nûjen" bûye…

Weke destnîşankirinekê: qonaxa klasîk a helbesta kurdî wekî wext/mawe/dem ji ya derûdorê (ya ereb, faris,tirk) dirêjtir e.

Lê li vir cihê pirsê ye: Em ji têgeha nûjenî/nûjentiyê çi fêm dikin?

Piştî dîwana Mellayê Cizîrî, Mesnewiya kurdî Mem û Zîn ne nûjentiyek e?

Her helbestkar bi qasî vejînerê nûjentiya di helbestê de ye, ew di heman demê de ne "hemûyê"/timamiyê helbest û helbestkarên berî xwe ye?

Bi baweriya min, qonaxên ku civak dibire/tê de dibuhire: helbest bi xwe jî wan qonaxan dibirre, li dû xwe dihêle û berê xwe dide qonaxên nû.

Ev qonaxbirîn bi qasî ku di bin karteka rûdanên wêjeyî-derveyî de diqewime û pê re şêwe û tahm û temayê werdigire: evçend bi hêza şiyana navxweyî ya liv û tevgerên nûxwaz ên helbestî/wêjeyî ve têkildar e.

Ji lew: serîhildêriya helbestkar a li şêwê û navaroka kevn, serîhildana li hemberî hemû kevnitiyan e.

-Mirov dikare pêvajoya serhildana şeira nû li Bakurê Kurdistanê çawa destnişan bike?

Heta salên 75an helbesta klasîk di rewacê de ye li Bakûr.

Pêla ekola şairên Hawarê rakirî, bi saya helbesta Cegerxwîn digihe Bakûr.

Wan deman navê Gurdîlî li hin cihan bêt bihîstin jî, bi helbesta "Pîra Torê, Kîme Ez, Diyan Biyan Fû, Ey heval Robson…Cegerxwîn e aldar û serkêşê vê helbestê.

Şeira nû li Bakûr di bin karteka helbesta nûjen a tirkî – bi taybetî di bin karteka helbestkarên esilkurd ên bi tirkî dinivîsin- de di nava gerîneka lixwegerînê de ye .Edo Dêran yek ji wan kesan be jî: helbestkarê ku di bin karteka helbestkarên tirkî ên wê demê: Nazim Hîkmet û Ahmed Arîfê kurd de nemabe û helbesta xwe di bin bandora helbestkariya wan de lê nekiribe hima hima nîne.

Helbesta nû a ku meriv ji hêla naverok/tema, rist, avakerina rist, ristesazî, bendsazîyê û deng û newa û harmanoya hûndirîn ve dikare bibibêje nû ye: bi weşandina kovara Tîrêjê û dîwana Rojen Barnas "Li bendeva Spêdê" li qada helbestê li Bakûr deng vedide.

Lêbelê, bi darbaye gorînkar a leşkerî a 12ê Îlona 80yî ev raperîna wêjeyî/helbestî a nûjen a ku bi helbestkar Rojên Barnas, Berken Bereh, Mem Ronga: MalMîsanij û Q. Dara(Arjen Arî) re li dû afirandina helbesta Bakûr e: mixabin bi dersînorbûna helbestkarên xwe re lawaz û nîvçe dimîne.

Jixwe heta salên 90î, weşandina kovara Rewşenê deng ji kemîn û hêşargehên helbestê tête birrîn.

Bi weşana kovara Rewşen û dîwana helbestkar Rênas Jiyan "Janya" re zimanê helbesta kerr, dilive û bi helbestên Kawa Nemir, Lal Laleş, Îrfan Amîda, Rodî Zerya, Osmanê Memed, Cîhan Roj, Dost Çiyayî, Şêxmûs Sefer re rextê peyva kurdî li bejna xwe radipêçe.

Ev tevgera helbestî a ku hê jî berdewam e ji nava xwe bi serkeşiya helbestkar Rênas Jiyan ekolekê jî tîne pê: Çirûskîzm!

Çirûskîzm, wekî "helbesta kêlîkê" jî dikare were binavkirin. Yek ji helbestkarên peyrewên vê ekolê Ehmed Ronîar e, ya din jî helbestakara jin Berçema Mişrîtan e.

-Ligor te mercên nûxwazî û hevçerxbûnê di helbesta kurdî da çi ne?

Şêwevegotinek e helbest! Şêwevegotineke bi qîrîn an jî bi hêmin-narînî derkirina hest û bîr û hizrê.Li gel hest û dilînan, xewn û hizr û xeyalên mirovên ku li ser axekê dijîn û li dû heman dahatûyê hêviyên xwedî û mezin dikin, nêzî hev in: hetta meriv dikare bibêje yek in.

Evaya ne ji tuneyiya takesê/a serbixwe: bi heman zincîrê ji pabendkirina dest û piyên civakê têt.

Ji ber hindê xwediyê helbesta herî nûxwaz bi matmayîn û heyirîn, piştî 400 salên di ser re derbasbûyî îro guh li newaya helbesta Mela didêre:

Şox û şengê zuhre rengê

Awirên heybet pilingê

Dil ji min bir dil ji min…

Ji vê mînakê ku ez lê zêde bikim: Bo min her helbesta ku bixwînim an jî bibihîzim û pê re pê re bibêjim xweş e: ew helbest e nûxwaz, ew helbest hevçerx e.

Helbest naşibe vê peyvan pêşiyan: Kaya kevn nedêre!

Her helbest di zimanê xwe de bi ziman û bêziman e.

-Aliyên hunerî û teknîkî weke du aliyên serekî û berbiçav di helbesta nû dane, ta çi astî rengdana wan herdu aliyan di helbestên te da heye?

Belê…yanî şêwe û naverok. Ango kiras û binkiras…

Ku ez li we û li xwe mikur werim: Min tu caran berê xwe neda gotina negotî, ya bi sêhr û bi efsûn.

Bo min girîngtirîn karkerî di helbestê de, ji peyvexişnî û qurretiyê wirvetir: Ji rêzebûn, hesanbûn, xwerûbûn e.

Ji ber vêya jî dibêjim "şêwe: fesilandina kiras e li bejna helbestê". Û bi ser ve dikim: helbesta kevn nîn e: helbestkarên kevn hene.

Ez "nûyek" im, "kevnenûyek" im û heman demê de pirek im di navbera her du hêlan, helbesta klasîk û ya nûjen de!

Ji vê ferasetê min bi girr û înad di gellek helbestên xwe de çarîn û bendên serbixwe li bejna helbesta Arjen Arî kirin.

Bi ya min ya min kirî "rêveker"iyek e di helbesta nûjen û nûxaz de li Bakûr.

-Bi baweriya te pirsgirêka ziman di şeira îroyin da çiqas girînge?

Pirsgirêka ziman nîne: pirsgirêka ku şa"ir bi xwe re tînin û dikin pirsgirêka şe"irê heye!

-Dibêjin şeir dengvedana du cîhanan e, cîhanek ku jêre dibêjin rastî (Real) û hêviya cîhaneke din ku xeyal e. Gelo mirov dikare hevsengiyekê di navbera wan her du cîhanan da pêk bîne?

Du cîhan du gerdûn…Her du jî bi hev ve bestî ne. Herdu hevûdu xwedî dikin.

Şair "ducaniyê! herdu dinyayan: ya der yanî ya reel/rasteqîn û ya hûndirîn e. Ev ducanîtî ji gonxarina ji dinyaya hûndirîn tê pê.Balam şa"ir her tiştî: her rûdanê, her bûyerê, her qewimînê bi alîkariya bîra jibîrbûyî weke hilmekê dikişîne hûndirê xwe, û wê, yanî reelîyê bi ava hest û dilînên xwe distirê, û "nanê ziman"ê xwe di tenûra dilînên xwe de dipehtîne.

Helbest: peyva herî dawerivandî, ji erqê dil, mişt hestên bi mêjî stiriya, sergovendgerê derbirîna dilînan .

Tu astê geşeya helbesta Kurdî li Bakur û Başûrê Kurdistanê çawa dibînin? Gelo pirsgirêk çine?

Li Bakûr helbestê qonaxa "berevan"iya rizgerî û azadiyê hê kuta nekiriye. Digel vê rastiyê: helbesta "ez", ya takekes jî di ber re ber re aj dide.

Yanî: êdî helbesta Bakûr ne helbesteke "koroyî" yekdeng û yek reng: weke dareke ji binê xwe/rehê xwe/qurmê xwe ve ji hev zêde bibe: bi helbestên helbestkarê piştî Rewşenê: Welat Dilken, Ferzan Şêr, helbeskarên di zîndanê de Mizgîn Ronak, Zekî Kayar: Bi ya ji zîndanê derketî Fatma Savcî.. û yên li der: Dilber Hêma,Ehmeda Ronîar, Berçema û Gulîzer re hem dengekî mê û jinane hem jî asteke ku wergere zimanê biyanî û biyanî bi xwe jê tehm û çêjê werbigirin bi dest xistiye.

Û…êdî li Bakûr asta helbestkariya "bin bêjingê" û "ser bêjingê" diyar e.

Yê/ya ku nekarî helbesta xwe li ber bayê zemên bidêre, an dev ji helbestê berda bi yek carî an jî berê da beyarên çîrokê û cerebeyên din..

Bi pirsa we ve girêdayî: li Başûr li gorî çavdêriya min, destpêka helbesta nûjen bi ristşikandina helbesta klasîk re dikeve nava lêgerîna li "nûjeniyê".

Ev lêgerîn bi "ser-ve-bûnê" ve bi encam dibe an na, weke pirs bila bimîne ji rexnegirê helsingîner ên helbesta kurdî re.

Ya ku ez ê li şîrove bikim ev e: Helbesta Başûr piştî sala 1988 û paşê rûxandina pergala Baas :li Ýqlîmê Kurdîstan sê rê dane ber xwe. Yek, helbesta xwe daweşandina ji gûnehên bûyî. Dudu, helbesta di duhî de asê mayî: sê, helbesta "sersam" a xwe ji civatê vederkirî…

Wekî nimûne, dîwana Peşêw "Birakujî" helbesta Celîlzade a bi navê Şehîd helbestên xwe daweşandina ji gunehên bûyî ne.

Li vir, li ser pirsa we ji min kirî: ji temayê bêhtir, wekî duh îro jî yekdengî, hemannewa, heman xwendina helbesta Başûr bala min dikêşe..

-Li ku derê cesareta nivîsandinê namîne? Ango bêjîn nivîsandin dikare bi awayekî rast hemû tiştan beyan bike?

Ji nemana cesareta/wêrekiya nivîsandinê wir ve tir: wekî pêyva Mayakovskî, "peyv qediya…dor a çekê ye": li aliyê nivîskar jî carinan nivîs an pênûs lawaz û bêhêz dimîne di xwederkirinê de!

Pirsa pê ve girêdayî " Nivîs dikare bi awayekî rast hemû tiştan beyan bike?" ku em bibersivînin…Digel ku her behrem, her nivîs, her helbest daxuyaniyek e, manîfestoyek e: tişta/tiştên ku nayê gotin ango nayên ziman jî hene di her berhemê de.

Em vêya bi navê "xwesansurkina bêhemd" dikarin pênase bikin. Nivîskarê ku ji her kesî bêhtir qala azadiyê dike, û azadiyê/azadiyan derdixe pêş,ew bi xwe jî -carinan be jî – xwe ne azad hîs dike. Ev cure xwe hîskirin carina dibe sedemê "qîrîneke" ku her kes ne li bendê, carina jî dibe sebebê ku nivîskar xwe vekişîne "xewlexameya" xwe.Ji ber vî derûnê têkel min pêdivî bi lêkirina helbesta "kokteyl", "şeva camên şikestî" û "efendîno" dît.

efendîno

rahijin teşkên xwe

rahijin kincên xwe postalên xwe û şivqeyên xwe

çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:

tenq, top, tiveng, teyare…

û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh

û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh

û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî :

hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî

û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî

û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî

tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…

hûn ê biçin

hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin

hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!

biçin: berî kuç û kevir di we werbin

biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we

û hêj ku agir vêneketiye j" agir:

hima niha, vê kêlîkê, ji vir

rahijin teşkên xwe

û biqeşitin ji vir, efendîno!

hûnê biçin efendîno, hûnê biçin

berî ku hûn bisekitin se se

hima rahijin teşkên xwe

û

biqeşitin!

-Wek nivîskarekî ku di pirraniya beşên edebiyatê da şiyan û şûndestên te diyare, raya te derbarê rexneya edeba kurdî çi ye û girifta di navbera rexneya klasîk û modêrn di çi de dibînî?

Beriya her tiştî ez helbestkarek im. Lê wekî her helbestkarê li ser rûyê gerdûnê, demên dawî "rêwitiya" min a dûdirêj a li ser riya helbestê, çenekî dageriya evrazên din ên wêjeyê û berê xwe da zeviyên çîrokê, pal û qontarên gotaran…

Pevremana min û helbestê ne "zewaceke bêdil bû", û ji ber hindê destê min ji zû bi zû ji helbestê nebû.

Lê di vê rêwitiya 30 salên xitim de, mixabin dostek, dijminek ranebû û rêrexneyek aresteyî min nekir ji bilî hêja Remazan Alan.

Rexne, rexneya bi rê û rêbazên zanista wêjeyî, rexneya bi wijdan, rexneya ne "kujer" ne jî "berzker", rexneya ji hêla berhem û nivîskar ve mafspartker weke her wêjeyê pêdiviya wêjeya kurdî ye jî.

Neyina rexneya wêjeyî nîşanî me dide ka kurd çendî nêzî zimanê xwe, wêjeya xwe ne.

Divê em ji bîr nekin ku her wêje li ser axa xwe, di nava civaka xwe de geş û gurr dibe.

Rexne hebe nebe, bi baweriya min du zilm li berhem û nivîskarên kurd dibe:

1. Kurd hê jî kerrî û lal in, ango analfabet in li hemberî wêjeya xwe.

2. Digel ku ji her zimanî berhem werdigerin kurdî, kurdî wernegere zimanekî din.

Heta niha bûbe jî ev yek di ser pêwendiyên " dest dest dişo, dest vedigere rû dişo" re pêk hatine. Evyek ne nîşaneya "hûnerbalatî" "wêjebûna" wan berheman e!

Weşanxane û derdorên "hefsarê hespê wêjeyê" di sestê wan de, bi qasî pirojeyên kurdîkirina berhemên ingilîzî, tirkî, erebî: divê berê xwe bidin ingilîzîkirina, tirkîkirina, erebîkirina berhemên kurdî jî!

- Bi nêrîna te edebiya kurdî di çi astekî daye? Gelo kurd dikarin di paşerojê da xwedî edebiyatek pêşrev û nû bin, bi awayekî ku gelên din jî bikaribin jê mifa bistînin?

Wêjeya kurdî – çi devkî çi nivîskî, çi klasîk çi hevçerx- wêjeyeke wisa ye hêjayî wergere 72 zimanên dinyayê.

Heta wernegere zimanên din, biyanî dê çawa bizanibin ku kurdan evçend ji azadiyê hez kirine. Dê çawa bizanin ku di hilma dawî de fîşeka dawî bo cênîka xwe hiştine? Dê çawa bi ser ve bin ku kurd wisa dil dane wilsa dil dane axa xwe: evîna Mem Zîn be, ew jî: evîndarên vê xakê di hembêza wê de zarok zarok nivîstine?

Çima na?Û bo çi na? Niha jî tirk piştî evqas xwîn û rûxîn û qiriktahliyê dixwazin wêjeya kurdî nas bikin. Lê mixabin tevahiya tirkan wekî nivîskarekî ji Memed Uzun pê ve kesekî nas nakin?Û deh tirk nizanin ku Hecî Qadirê Koyî li Stenbolê jiyaye û li wir çûye rehmetê?

Ya ku hûn dipirsin û bi min re daxwaza we ye jî: rasterast bi gotina Xanî ve girêdayî ye:

Şûrê hunera me bête danîn

Qedrê qelema me bête zanîn

Derdê me bı bînıtın îlacê

Ilmê me bibînitin rewacê?

Ger dê hebûya me serfirazek

Sahibkeremek suxennuwazek,

Neqdê me dibû bi sîkke meskûk

Ne"dma wehe bê rewac û meşkûk

Her çendî ku xalis û temîz in

Neqdern-i bi sîkkeyê ezîz in

- Madem wisaye ji bo geşeya edebiyata kurdî pêwîste çi bê kirin?

Yek kes tiştekî neke jî her nivîskar ji hindama xwe de bi berhemên bi vî zimanî dewlemendiya vê wêjeyê dewlemendtir dike.

Gotineke pêşiyan heye: Ger tu nezan î, feke cîranî"!

Kurd, desthelata kurd, rêxistinên kurd û dezgeh û saziyên ku " porê xwe bi ser wêje û zimanê kurdî de kurr dikin": dikarin ji ezmûn û serboriya cîranên xwe sûde werbigirin.

Wekî mînak: wêjekarên ku mil dan damezrandina Komara Tirkiyeyê, piştî damezrandinê bêwestan û bêwehêsan berhem dan zimanê tirkî, û werger kirin ji wêjeya frensî…

Kurd wekî pêngava ewil dikarin kampanyaya xwendina berhemên bi kurdî teşwîk bikin. Ev kar jî karê "desthelatê" ye!

"Herêmî" be "iqlimî" be, desthelatek heye! Pirsgirek: desthelatdar bi erk û peywira "desthalatî" ve radibin an na?

-Mamoste di nava berhemên te da pirtûka " Bakurê helbestê" xwedî girîngî û bihayek taybete, ji kerema xwe dikarî qala wê xebata xwe bikî?

Li gellek cihan min gotiye/dibêjim, " wêjeya kurdî ne wêjeya Başûr bi tenê ye, ne jî tenê ya Bakûr e.

Ev wêje wekî vê axa ku hatiye dabeşkirin: ji wext û demên salixadayî de bi zaravayên cuda, alfabeyên cuda, li surgunê, li Qafqasan bi dest û pênûsên berxwedêr aj daye, gul vedaye, geş û gurr bûye.

Bi vê hişmendiyê, sala 2002wê dema ku çûm serdana Y. N. Kurd tayê Duhokê piştî sohbetên dudirêj min pêşniyaza hevdunaskirina wêjeya bi sînoran, zaravayan û elfabeyan ji hev hatî dûrxistin/jihevdûrketî kir. Bakûrê Helbestê encama vê ramanê ye.

Min dixwest ku îro Roj Helebçeyî, Erxwewan, Latîf Helmet, Arif Hîto, Mihsin Qoçan…li Bakûr, li Rojhilat, li Başûrê Rojava bêne xwendin û naskirin: û her waha Rojen Barnas, Berken Bereh, Rênas Jiyan Kawa Nemir, Berçema Mişrîtan, Ehmed Ronîar, Şerzan Şêr…li Başûr û qetên din…

Helbesta kurdî tevahiya van navan e:ne naskirina helbestkarekî li Duhokê an li Sinê û Silêmaniyê…

-Ligor hîn kesan ger naveroka helbestan xwedî soza netewayetî û rihê welatperweriyê nebin şeir nayê hesibandin, raya we li ser wê mijarê çiyê?

Di destpêkê de me got, "şeirreng û dengê herî neteweyî ye"!Ev taybetî an go xweserbûn nabe sedemê ku helbestkar tenê û hev di "kunekê" de li bilûra helbestê bide!

Bergeha helbestê ferewan e.Asoya wê bilind û berz e.Seqaya wê ricifok û lerizok e.

Lê me bivê nevê, helbestkarin, mîna Ehmedê Xanî, Yûsiv Dildar, Cegerxwîn…hene ku bi helebestên xwe yên neteweyî têne naskirin.

Ev naskirin "kêmnaskirinek" e.

Ez ji Cegerxwîn re dibêjim Seydayê Evîn û Birînê!

Çawa ku "Şev çû" "evîna" her kesî ye, "Kîme Ez" jî "birîna" her kesî ye.

Em bêne ser pêvajoya helebestvanî û nivîskariya Arjen Arî, û ji zarê wî bibihîzin ka çawa destpêkir û heya kuderê dê dom bike?

Di dibistana navincî de bi xwendina helbestekê ( Şemsî Bellî, Anayaso) pê hesiyam ku kurmê helbestkariyê dilive di hest û dilînên min de.Wekî pirrê nivîskar û helbestkarên Bakûrî min jî bi zimanê serdestan/dagirkeran, bi tirkî dest bi lêkirina helbestê kir.

Helbestên min ên bi tirkî di destserkirinekê de ketin destên polêsan û ta niha nizanim bê çibû ji wan.

Hê wê demê, wê çaxa ku min bi tirkî dinivîsand jî di nava helbestên bi tîrkî de çar pênç helbestên bi kurdî jî hebûn.

Vê dawiyê, piştî girtina di sala 1976ê û di rêwitiyekê de gotina/pirsa Mûsa Anter " ma tu jî lawo?" min destê xwe ji tirkî şûşt.

Helbesta min cara yekem di belevokekê de belav bû û wekî helbest cara ewil di kovara Tîrêj de bi navê Q.Dara çap bû.

Çaxê ku li dû xwe dinêrim, dibînim ku 30 sal e ez û helbestê bi hev re dijîn. Lê wisa dixuye ez ne helbestkarekî berhemdar im, ku ta niha tenê 6 dîwanên min çap bûne. Vê dawiyê, yanî piştî "toqa helbestkariyê" min berê xwe da çîrokê. Îsal bi berhama bi navê "Bîhoka Li Pişt Sînor" (weşanxaneya Avesta çap dike) diqewizim qada çîrokkariya bi kurdî..

Wekî ku nêzenasên min dizanin: ji sala 2003yê ve bi helbest û nivîsên xwe ji hêlekê de beşdarî kovarên li Başûr: Peyv, Nûbûn, Karwan: rojname: Evro, Çira, Çawdêr, Aso dibim: li layê din her heftî di Azadiya Welat de dinivîsim û carinan jî di malpera Diyarneme û Amîdakurd e…

Rêwîtiya li ser riya wêjeyê rêwitiyeke dirêj û domdar e.

Hinek nivîskar berhemekê didin, hinek wekî Nerûda 40-50.

Wisa dixuye ku ez û rêveberiya Azadiya Welat lêknekevin, quncik-nivîskariya min dê her berdewam û bênaber be.

Karê ku niha li bendî min e, Bakûrê Helbestê ye, û ez ê xebatê bi lêzedekirina 28 helbestkaran di demeke nêz de dixwazim kuta bikim û li Bakûr çap bikim.

Sê xebatên ku dixwazim biqedînim û paşê bibêjim," merheba mirin", hene:

"Rojnûska Serhildana Şêx" .

Xebatên li dor helbesta Cegerxwîn, "Homerosê Hemdem".

"Bîranînên Mînîmal" û di ber re helbest û babatên ku ji min re dibêjin "min/me jî bike mijara nivîsekê"…