Hestiyên Mona Lisayê hatin dîtin

Hestiyên Mona Lisayê hatin dîtin

Li Îtalyayê komek arkeolog li bajarê Floransa dest bi xebatên kolandinê kirin û arkeologan îdia kir ku wan di enama kolanan de hestiyên Lisa Gherardînî del Gîocondo ya k udi tabloya bi navê Mona Lisa ya ku Leonardo da Vîncî çêkiriye dîtine.

Serokê Enstîtuya Pêşvebirina Mîrateya Çandî û Dîrokî ya Netewî Sîlvano Vîncettî daxuyanî da û da zanîn ku di kolandinên St Ursula de di du gorên dawî de texmîn dikin ku hestiyên Mona Lîsayê ne.

Vîncettî anî ziman ku di rojê pêş de hestiyên serî ji aliyê pisporan ve bê lêkolînkirin û got hestî yên Mana Lisayê ne an na dê hin tesbîtan bi dest bixin. Vîncettî got di vê mijarê de dê ji teknolojiya kompîturê fêdeyê bigirin û got ji hestiyên serî dê tesbîta şeklê rû bikin.

Tabloya Mona Lisa hêj li Muzeya Louvre ya Parîsê ye. Di cîhana hunerê de tê qebûlkirin ku modeltiya tabloya Mona Lisa ku hevsera bazirganekî navdar bû, Lisa Gherardînî del Gîocodon kirriye.

Gherardînî du salên dawiya temenê xwe bi du keçên xwe re li St Ursula derbas kir û di sala 1542’an de di 63 saliya xwe jiyana xwe ji dest da.

Arkeologên îtalî ev demek dirêj bû li pey gora Grerardînî bûn.