Her sal wana li vir bi bîr tînin…

Her sal wana li vir bi bîr tînin…

Wekî her sal, îsal jî Kurdên Êzidî gundên bab û kalên xwe li gundê Elegez, Riya Teze, Sîpan, Avşîn, Dêrik, Qurbilax, gundê Ortaçiya, Mîrek, Senger, Poşt û Çamîşvanê li hev kom bûn. Kurdên êzidî her sal di rojek taybet de ji Kafkasya Rusya Gurcistan Ewropa li kuderê bijî tên wê rojê miriyên xwe ziyaret dikin.

Li gor hebûna xwe hemû rengê xwarinê li ser goristanê maseya ku hatî çêkirin rêz dikin û yê ku tên rehmê li miriyan dixwîne û ji ser wê maseyê xwarinê dixwe. Mirovek çiqas xwarinê zêde bixwe tê mateya xêrek zêde dike. Dema xwarinê dixwin vê dibêjin “xwedê li ser destê miriyên te bigehîne” vêya her kes dizane ku xwarin nagehije miriyan, lê dûa digehije miriyan.

Yên ku li gor dilê xwe maseyê çêneke bi wijdanî ne rehet e. Lêborîna xwe ji miriyên xwe dixwaze û dibêje “bibexşîne min ji bo te tiştek nekir”. Kurdên Ezîdî qîmetek gelek mezin didin miriyên xwe. Çiqasî zêde qîmetê dide, wijdana xwe rehet hesab dike, wekî yekî deyndar ku deynê xwe bide, dilê wî rehet dibe.

Der barê vê rojê de runiştvanê gundê Riya Teze ku her sal tê miriyên xwe bi bîr tîne Riza Kotikyan van tiştan ji mere dibêje:

REHMETÊ JI MIRIYAN RE DIXWAZIN

“Ev roj rojeke pîroz e ji bo me Kurdên êzidî. Her sal pênçşema sêyemîn a meha hezîranê gel tên ser gorran û miriyên xwe bi bîr tînin. Lê îsal di pênçşema diduyan de hate kirin. Sedema wê jî mecala gel ve girêdayî ye. Divê wê rojê de herkes divê betal be, ji bo biçîn ser miriyên xwe. Wateya vê rojê jî ew e ku miriyên xwe tînin bîra xwe, qedrê wan digirin, rehmetê ji miriyên xwe re dixwazin. Xêra miriyan belav dikin û didin xizanan. Dema em tên ser mezelê miriyên xwe em qedrê wan digirin û qîmeta wan digirin û dibêjin me xêra miriyên xwe daye bila rehet razin”.

Lê koka vê çandê xwe digihîne Zerdeştiyê. Gelek dîrokzanan nivîsandiye ku Kurdan berê miriyên xwe li çiya, li ser tehtên bilind datanîn da ku teyr û teba goştên wan bixwe û rihê wan bilind bifire. Piştî wê yê ku miriyê xwe nabin li ser latan danaynin vê carê xêra wan belav dikin.

JI GURCÎSTANÊ HATIYE Û DENYDAR E…

Der barê vê yekê de Girêşayê Casim ku yek ji Kurdên Êzidî ye û ji bo miriyên xwe bi bîr bîne ji Tîvlîsa Gurcistanê hatiye Ermenîstanê van şîroveyan bi me re parve dike; “Gundê me Riya Teze gundekî kevnare ye. Sala 1836 gundê Riya Teze hatiye avakirin. Gel ji Qers, Amed û ji Wanê hatine van deran. Di dema Şerê Zerîf Xatunê de hatine, li vir cihwar bûne. Ji hingê heya roja îro, di roja mirayan de em tên ser mezelên xwe. Ev der ziyareta me ye hem miriyên xwe bi bîr tînin hem jî em hev dibînin di vê rojê de. Şêx û pîrên me di vê rojê de tên li ser miriyên me qewl û beytan dibêjin. Dibêjin ‘xêr xêrat qewl û beyt.’ Sêdetir tiştek nagehije miriyan. Em di vê derecê de rê didin pêşiya xwe. Ez ji welatê Gurcistanê hatime ji bo miriyên xwe yên kal û babên xwe bi bîr bînim. Mezelên kal û babê min li vira ye. Em her sal deyndar in, rojekê dû rojan bên deynê xwe li ber Xwedayê xwe safî bikin. Xweda em dayîne. Dema Xwedê çawa ez dame, ez deyndarê mezinên xwe me. Mezinên min ev ol teslîmî min kirine, ez deyndar im ku erkên olê xwe pêk bînim. Dema ez vî erkî û deynê xwe derbas dikim û şîrê wan li min helal bûye, cefayê wan avê de neçûye. Ez heqê wan didim. Zarok û neviyên dê babê min li ku dera cîhanê be îro li ser mezelê kal û babê xwe em kom dibin. Sê roj pêş de neferên Êzidîxanê tên kom dibin. Ev deynê me ne yê salekê ye yan yê deh sala ye. Kal û babên me teslîmî kiriye, em ê teslîmî zarokên xwe bikin û wê ev kevneşopî bi vî awayî dom bike. Xêr datînî ser kocik û keviran, digehije xwediyê xêrê. Îsebiya xêrê hil dide para wî xêr û xêratan dike, em hemû jî vê duayê dikin ‘kîjanê mirî bi xêr xêrat vî salî derbas bû’ em caxê mala xwe didin qasî îsebiyan dikin. Îsebiyanê min yê delal vî xêr xêratî periyekî ji xêr û xêratê mala babê min derxe van miriyan re derbaz bike kî ku bê xweyî man e.’ Xweyî kîjan miriyê ku nehatine ser vê mezel î. Ferq tunne ye kî datîne ev deynê stûyê me ye. Ev barê giran yê stûyê me ye divê em bikişînin. “gotinek heye dibêje ‘wey pişta min xweyî û xwedanê min”.

JIN LI SER DISTIRIN

Tişta ku di roja miriyan de bala mirovan dikişîne; li gel bibîranîna miriyan divê rojê de yên ku zarokên xwe, dê û babên xwe nû winda kirine, li ser goristanan şîna xwe nû dikin. Malbatên wisa jinekî dengxweş tînin li ser gora miriyên xwe didin stirandin. Yek ji wan jinan Hasmîka Mayo ye. Hasmîka Mamo ji gundê Riya Teze ye, her sal ew jî tê erkê xwe pêk tîne û li ser miriyan dilorîne.

Dema em rastî Hasmîk hatin wekî hînbûnekî destpêkê bi awayek lorandin nêrînên xwe derbarê vê rojê wiha parve dike;“ Em di roja miriyan te miriyên xwe bi bîr tinin. Digirîn şînê dikin. Digirîn ji ber dilê me dilê wan dişewite. Birayê me miriye, kurê me miriye, yan dê, babê me miriye. Em van rojan tên hem wana bi bîr tînin, heman demê şînê dijîn. Wekî din ji bo hinek malbatan a herî zehmet ew e ku hinek mirovên xwe zû winda kiribin, an jî temenekî biçûk de jiyana xwe ji dest dabin, wê rojê wekî şîn derbas dikin. Em tên li ser gorra hemû yan digerin, digirîn û şîna dikin, her sal halê me wisa ye. Ez jî her tim li vira sekinîme û klaman dibêjim. Li ku derê şîn hebe ez diçime ser. Ji ber dilê min şikestiye. Ez qet neçume ser şahiya, ez diçim ser şînan.”

TU ÇIQAS QEDRÊ WAN BIGIRÎ TU EWQAS MEZIN Î

Tişta ku bû sedem ku Kurdên Êzidî ji ewqas qirkirina siyasî fizîkî û çandî û olî rizgar kir girêdana xwe ya ewqasî xurt bi kêvneşopiya xwe re ye.

Wekîlê Kino di roja bîranîna miriyan de ji me re behsa lazimî û erkên Şêx û Pîrên Kurdên Êzidî ku li ser miriyan pêk bînin vêdibeje; “Ji ber goştê berazan ji aliyê mezinên me ve heram hatiye dîtin, li gel me guneh e em danaynin li ser masê, ji bilî wê goştên heywanên din û çi tamên cîhanê hebin û fêkiyên nû derketibin em wê rojê tînin, ser mezelê xwe masê radikin û didin mêvanên tên. Wekî din çerez lazim e. Vexwarin datînin. Kê çiqas zêde xwar xêr û xêratên miriyên me ew qas mezin e û qedrê miriyên me digirin. Ez dikarim vê jî bibêjim ne mecbur in her tiştî bînin, dikarin tasek ava sar jî bînin, rehmê li miriyên xwe bînin. Şêx û pîrên me tên. Kê dixwaze, şêx û pîr ser mezalên wan digerin û qewil dibêje. Îro di dilê te de derbas bûye, dixwazî bîne û dûayan lê bide gotin, tînî heqdesta wî didî -ew yek jî li ser te maye, dixwazî bide dixwazî nede- qewlê xwe dibêje û derbas dibe. Qewil tenê şêx dibêje îzna yên din tune ye. Ji ber ku îzna miridan tune ye bibêje ger zanibe jî. Ji ber ku yê ku serê miriyan dişon û wana helal dikin şêx û pîr di roja mezelan de jî erkên wan e.

Zoya Xalit Simoyan ji derveyê Ermenîstanê hatiye û xwe deyndar dibîne. Hatiye miriyên xwe bi bîr bîne û wan tenê nehêle “sê roj em didin hep nankê dema miriyên me dimire, em devê mirî sê roja ji erdê derdixin paşê roja hefta em didin nanê birinç, pênçşem nanê miriyên xwe didin û wana bi bîr tînin. Ji bona wê jî roja miriyan jî roja pênçşemê ye. Çarşem ji bo me guneh e, em sêşemê çal dikin, pênçşem jî xêr e. Her sal ez deyndar im, kurê min, qîza min, ez bêm li ser gorra kal û babên xwe û xêra wan bidin. Ger ez tune bim, zarokên min û neviyên min deyndar in ku bên. Naxwazin wana tenê bihêlin. Her sal roja pênçşemê carna dikeve 14 mehê carna dikeve 15 mehê em tên xêre didin, ji bo xêra wan qebûl bibe wekî ewana jî wan re duaciyên koma xwe bin”.

Di gorristanê de kevirê ber serê mirî çiqas bilind be, resim li ser neqişandîbe, ji bo miriyan ew qasî qîmet tê dayîn. Yên ku problemên aborî dijîn vê yekê di hundirê xwe de wekî kêmbûnekî qebul dikin. Heçkû miriyê wî tenê maye bê xwediye.

Lê belê her ku diçe ev kevneşopî kêm dibe. Sedema vê jî ew e ku bandora modernîzmê ya li ser ciwanên vê demê dike, ewana jî para xwe ji vê digirin.