Helbestvan Waldman bi helbestê piştgirî da greva birçîbûnê

Helbestvan Waldman bi helbestê piştgirî da greva birçîbûnê

Piştgiriyek ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ji cîhana wêjeyê hat. Helbestvana navdar a Amerîkayî Anne Waldman bi helbesta “Zimanê Dayikê” piştgirî da greva birçîbûnê.

Helbesta ku Anne Waldmanê jib o girtiyên kurd ên di greva birçîbûnê de nivîsandiye wiha ye:

Wexta ku zimanê te qet qet kirin

A ku ji te stendibûn dilê te bû

Dilê te yê ku

Li hemberî zilmê

Zextê

Propagandayê

Mirin

Û kederê bi dev û ziman dibû

Wexta ku zimanê te parî parî kirin

Dişibî zarokekî ku di taritiyê de dimîne.

Her dem bila zimanê xwe yê bav û kalan biaxivin û fêm bikin

Hêza wê, berbelavbûnê wê, hesta wê, zanyariya wê

Û dîroka wê ya ronak.

Di nav van de bila mezin bibe

Bila nebin mişextiyên ebedî

Ên lewaz bila bi zimanê bav û kalan bêne parastin

Hemû gel û rêberên têkoşer bila hurmetê bibînin

Qet dev ji axaftina bi wî zimanî bernedin

Ku govantiyê li evîn û spehitiya gelekî qedîm dike

Kozmolojiyek , hunera helbestê ev mafê ku ji zikmakî tê

Ji hêla şîrê dayikê yê ku tê miştin, tê”