Hêjmara 42 ya Kovara W derket

Hêjmara 42 ya Kovara W derket

Kovara Wêje û Çandê ya meha gulan-puşberê bi nivîs û dosyayên nû derket pêşberî xwendekarên xwe.

Kovara Wêjeyî Çandî û Hunerî W ya meha gulan û puşberê bi dosyaya taybet ya "Hevrêtiya Firçe û pênûsê: Fevzî Bîlge derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovara W li 3'emîn Fuara Pirtûkan ya Amedê rastî eleqeyek mezin hat.

Edîtorê kovarê di pêşgotina kovarê de li ser girîngiya ziman rawestiyaye û diyar kiriye ku Homo sapîensê ku pêşiyê mirova/ê modern a/ê hemdeme, yekane cureyekî mirov yê behredarê zimanî ye. Edîtor, destnîşan dike ku kesê dikaribû ziman bi kar bîne, biaxive; axaftina ku jê re dibêjin ziman û wiha cih daye nivisê:

“Tevgera dest û işaretan yên berê ku diketin dewsa ziman, kirin ku ziman pêşbikeve û geş bibe. Ji Zanîngeha Oxfordê Robîn Dunbar dibêje, girêdana sîng û diyaframê ya mîna meymûnan xwedî temenekî 1.6 milyon salane. Lê axaftin nêzîkî 600 hezar sal berê derketiye holê. Di vê rabirdûya dûr û dirêj ku berê me li dahatûyeke dûr û dirêje de; hinek mirov ji bonî ku hinek mirovên din girêbidin û têxin xizmeta xwe ku ew hê zêde bixwin û bijîn, tiştên nemayê derxistin û bûn bela serê civakê. Para me kurdan jî "redkirin, înkarkirin, tunekirin…" ket. Bê henek hê jî ez nizanim gunehê me kurdan çi ye! Ma çima em bê zar û ziman in. Çima ev qedexe çû û hat li binê guhên me ket! Lê berê me li Cejna Zimên e. Li Cejna Zimanê Kurdî ku di roja derçûna 'Hawar'ê, hawara me kurdan, Hawara Zimanê Kurdî bi pênûsa C.Elî Bedirxanî de destpê kir û didome, ye. Cejna zimên pîroz e, li we/me pîroz be..."

Naveroka Kovarê wiha ye:

* Li ser Gundikê Dono - Îslam Geliş, * Du helbest - Roşeng Rojbîr, * Neqila payîzê - Rûken Pel, * Por - Cîhan Roj, * Di "Êvara Perwaneyî" de evîndarê - Abdullah Esen, * Me çi dît û me çi nedît - Mistefa Dewlemend, * ..... Jan Jînar

* Jibîrbûyî - Oguz Atay, * Vurîyayîş - Nesrîn Navdar, * Nameyeke Mînorêskî bo Seyîd Husên Huznî Mukiryanî, * Qûmarbaz - Ceng Hêvîdarar, * Guh bidin wêneyan - Îsmaîl Oneş, * Destê maya ma - Kenan Karaaslan, * Dosye - Hevrêtiya pênûs û firçeyê: Fewzî Bîlge, * Hunera valahiyê û Fewzî Bîlge, * Berçema Mişrîtan,

* Hevpeyvîn bi Fewzî Bîlge re- Jovan Horî, Efîwz Begîl- Ehmed Ronlar, * Di berhemên Fewzî Bîlge de jin jin e - Çîdem Baran, * Di çîrokên Fewzî Bîlge de karakterên jin -Mehmet Çakmak, * Hunera xweser, kana azadiyê ye - Feratê Dengizî, * Rehjena kurteçîroka kurdî ya hevçax - Dilawer Zeraq, Melayê mizawir, * Mewlûd Bora, Qoçek bi qasî 7.2 - Samî Hêzil, * Sirûda giştî: Azadker(an) - Pablo Nerûda, Westahî- Selamî Esen, * Di hizra Ehmedê Xanî de civaka diyalektîk û kûantomîk - Cengîz Mamo, * Bila neynik neşikê - Salih Badillî, * Dotmam - Rojbîn Perîşan,

Gelo Sokrates Newroz pîroz kiribû? - Kurdjan Sorî, * Xewa şîrîn - Fahrî Karakoyunlu, * Dengvedana heyamekê - Şivan Zeren, * Xaçepirsa rêzefîlma Ax û Jiyanê - Hadiyê Elo,