Hefteya Çanda Kurd bi pîrozbahiya Newrozê re bi dawî bû

Çalakiyên Hefteya Çanda Kurd a li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, bi pêxistina agirê Newrozê re bi dawî bû.

Çalakiyên Hefteya Çanda Kurd a li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, bi pêxistina agirê Newrozê re bi dawî bû.

Di roja dawî ya Hefteya Çanda Kurd de, ku roja Çarşemê destpê kiribû, bi pêxistina agirê Newrozê û gerandina govendê li dora vî agirî, bi dawî bû.

Girseya gel saet di 15:00 de li binê konêm ezin ê li kolana Kaîser-Wîlhelmê li hev civiya. Li binê vî konê bi rengên Kurdî hat xemilandin, xwarina ji mutbexa Kurdan hat belavkirin û li muzîkê hat guhdarîkirin.

Bi wesîleya Newrozê hunermend Emele bi Kurdî axivî û ji NAV-DEM'ê jî Niyazî Oztaş bi Elmanî peyivî. Li dû silavkirian mêvanan, der barê Newrozê de agahî hat dayîn. Piştre dayikeke şehîdê Kurdistanê agirê Newrozê pêxist û pîrozbahiyê dewam kir.

Girseya gel li dora girê Newrozê govend gerand û dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo"," Bijî Berxwedana Cizîrê" qîriya.

...