Hefteya Çanda Kurd a Brukselê wê di 22-25'ê Îlonê de pêk were

Hefteya Çanda Kurd, tevî qedexeya Şaredarê Brukselê jî, wê di dema xwe de li paytexta Belçîka Brukselê pêk were.

Hefteya Çanda Kurd a li Brukselê wê îsal cara sêyemîn pêk were. Piştî ku Şaredarê Brukselê lidarxistina vê hefteyê qedexe kir, komîteya amadekar mijar bir ber destê dadgehê. Rûniştina li dadgehê jî îro pêk hat.

Dadgehê biryar da ku Hefteya Çanda Kurd mîna ku hatiye plan kirin, dikare di navbera 22-25'ê Îlonê de bê lidarxistin.

Qedexe ji aliyê dadgehê ve hat rakirin. Parêzerê Şaredariya Brukselê jî di dema rûniştina dadgehê de got, "Ji bo parastina vê qedexeyê, ti hincet û delîlek di destê wî de nîne."