BI DÎMEN

Hefteya Çanda Kurd a Brukselê dewam dike

Hefteya Çanda Kurd a li paytexta Belçîka Brukselê, di roja duyemîn de bi konser û çalakiyên çandî dewam dike.

3. Hefteya Çanda Kurd li meydana Spanya ku nêzî Grand Place ya dîrokî ya Brukselê ye, pêk tê. Duh koma muzîkê Hîvron, hunermendên Bolîvyayê, govenda zarokan û şanogeran hunera xwe pêşkêş kirin.

Hunermendên Fransayî bi navê "Bîranîna şehîdan bi helbestî" xwepêşandanek pêşkêş kirin û mirovên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.

Di çarçoveya Hefteya Çandê de kon hat vedan, xwarinên mutbeta Kurdan hat nasandin û ciwanan govend gerandin.

Hefteya Çanda Kurd wê vê êvarê biqede.

...