Hamlet vê carê li Amedê bi Kurdî axivî

Hamlet vê carê li Amedê bi Kurdî axivî

Lîstika kurdî ya Hamlet ya Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derhênerê Hunera Giştî ya Şanoya RAST a Hollandayê Celîl Toksoz derhêneriya wê dike, rekora temaşevanan şkand. Şaredar Baydemîr bal kişand ser greva birçîbûnê û axaftinek hestyar kir.

Hamletê kurd ku di 17’ê cotmehê de li Amsterdama Holandayê deket ser dikê û promiyera xwe ya cîhanê kir 5’ê mijdarê jî li Stockholma Swêdê derket ser dike. Hamlet vê carê 9’ê mijdarê li Amedê got; “hebûn an nebûn’

Listik li Salona Konferansê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amede promiyera wê pêk hat. Lîstika ji aliyê DBŞT’ê ve hate lîstin promiyera wê ya cîhanê li paytexta Amsterdam a Hollandayê pêk hat. Lîstik piştre li paytexta Swêdê Stockholm hat lîstin. Celîl Toksoz ku derhêneriya wê dike, lîstikvanên DBŞT’Ê Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer, Leyla Batgî, Emîn Yalçinkaya, Vural Tantekîn, Mesut Erencî rol girtin. Hunermend Rojda jî bi lîstikvanî û stranên xwe bal kişand.

LI SER LINGAN TEMAŞE KIRIN

Lîstikê ji aliyê temaşevanan ve eleqeyek mezin dît. Salona ji 1500 kesî pêk dihat nêzî 2 hezar kesî temaşe kir. Lîstika di ekrana LED de hate nîşandan û gel li ser lingan lîstik temaşe kir.

Piştî lîstikê Şaredar Osman Baydemîr çû ser dîkê û lîstikvan pîroz kirin. Baydemîr grevê birçîbûnê bibîrxist û axaftineke hestiyar kir.

Baydemîr diya kir ku wijdana mirovahiyê di greva birçîbûnê di doşeka mirinê de ye û wiha got: “Ewladên kurd ev 59 roj in ji bo biratî, azadî û aştiyê di greva birçîbûnê de ne. Xweda êdî azadiyê bike para gelê mazlum. Êdî bese. Bila mirin nebe para hevalên me. Êdî bes e, bila xwîna xwişk û birayên me nerijin. Ger îro li vir lîstika kurdî tê pêşandan para Şêx Seîd û têkoşîna azadiya kurd heye. Gelê kurd ji bo tu gelî dijiminiyê nake. Mafê kesî xesp nake. Daxwaza gelê kurd tenê ew e ku li ser axa xwe azad bijî.”

Di Hamleta kurdî de bi enstrumanên wekê def, zirne, tef, saz û kemanê muzika zindî heye. Şîroveya lîstikê ji kevneşopiya dengbêjiyê ya wêjeya bi gotin a kurd tê. Hamlet di navbera sala 1599 û 1601’ê de ji aliyê William Shakespeare ve hatiye nivîsin. Di lîstikê de Prens Hamlet piştî bavê wî yê qral dimire dixwaze tola bavê xwe ji ji apê xwe Cladiust ku li ser text runiştiye û bi dayika wî re zewiciye bigire.