Hamlet li Stockholmê bi kurdî got: 'Hebûn an nebûn'

Hamlet li Stockholmê bi kurdî got: 'Hebûn an nebûn'

Hamletê kurd ku di 17’ê cotmehê de li Amsterdama Holandayê deket ser dikê û promiyera xwe ya cîhanê kir 5’ê mijdarê jî li Stockholma Swêdê derket ser dike û got; “hebûn an nebûn’

Lîstik di pêvajoyeke ku bi hezaran girtiyên polîtîk ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û perwerdeya zimanê zikmakî di çalakiya greva birçîbûnê de ne derket ser dike, berî ku lîstikvan dest bi lîstika xwe bikin çalakiya berxwedêrên kurd bi swêdî, îngilîzî û kurdî hat silavkirin. Lîstikvanan ji Stockholmê got ku ew piştgirî didin vê çalakiyê û ji swêdiyan jî piştgiriyê xwestin.

Lîstika Hamlet a ku derhêneriya wê Rêveberê Giştî yê Hunerê yê Şanoya RAST a Holandayê Celîl Toksoz dike û lîstikvanên Şanoya Bajarê Mezin a Amedê Rojda, Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Gulseven Medar, Alî Tekbaş, Serdar Gren, Îsmaîl Oyur, M. Emîn Yalçinkaya, Elvan Koçber û Mesût Erenol tê de dilîzin û di 9’ê mijdarê li Amedê jî dê derkeve ser dike, li Stockholmê jî bi eleqederiyeke mezin hat temaşekirin.

DAXAZÊN BERXWEDÊRAN

Lîstika ku reng û çanda kurdî tê de derdikeve pêş de li cihê amûrên muzîka rojavayî, def, zirne, tembûra kurdan cih digirin. Berî ku lîstik derkeve ser dike derhêner û lîstikvanên, lîstikê derketin pêşberî çapemeniyê. Çapemeniya Swêdê jî eleqeyeke mezin nîşanî lîstikê da. Derhêner Cemîl Toksoz di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku di sala 2012’an de jî hêj zimanê kurdî qedexe ye û ew jjî ji ber ku xwestine ev lîstik ji bo jihevfêmkirin û aştiyê bibe pireyek Hamlet çêtir dîtine. Toksoz destnîşan kir ku di şanoya Ewropayê de, reqs, şoreş û diyalog ji hev cuda cuda tên pêşandan lê di şanoya kurdan de ev çemk bi tevahî di nav hev de ne. Toksoz anî ziman ku ew Hamlet bi yek ji kevneşopiya kurdan, dengbêjan re ji temaşevanan re vedibêjin.

Derhêner Toksoz bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê ku di zindanên Tirkiyeyê de dewam dikin û aşkera kir ku daxwazên çalakgeran daxwazên gelê kurd in û ew jî piştgirî didin berxwedêran.

BERXWEDÊRAN SILAV KIRIN

Lîstika ku eleqeyeke mezin dît û piştî bi dawî temaşevan çend deqe li ser hev çepik lêdan, lîstikvan Vural Tantekîn li ser dike bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê ku ji 5’ê mijdarê de ye bi tevlibûna 10 hezar girtiyan berdewam dike û wiha got: “Em berxwedêran ji Stockholmê silav dikin û em piştgirî didin wan daxwazên wan ên rewa.”

Piştî lîstikê lîstikvan jî nêrînên xwe anîn ziman. Vural Tantekîn ku di lîstikê de di rola dengbêjek de ye lîstikê wiha şîrove kir: “Di Yewnana Antîk de Homeros hebûn. Di kevneşopiya kurdan de jî dengbêj hene. Em li cihê koroya Hamlet dengbêjan bi kar tînin. Dema ku me vê lîstikê amade kir, me felsefeya wê ya ‘hebûn an nebûn’ a Hamlet, adapteyî gelê kurd kir. Îro roj ji bo hebûna kurdan bi hezaran kurd di grevên birçîbûnê de ne. Li welat kaoseke emzin heye. Dîktatorekî bi nave Erdogan heye ku destê xwe dirêjî kî dike malik lê wêran dike. Bi milyonan kurd hene. YA em ê bi têkoşîna xwe hebûna xwe bi dest bixin yan jî tune bibin.”

TÊKOŞÎNA GELÊ KURD Û HEBÛN AN JÎ NEBÛNA HAMLET

LÎSTIKVAN Gulseven Medar jî anî ziman ku Hamlet di esasê xwe de lîstika ku yekem car bi replica xwe ya ‘hebûn an nebûn’ ê ekzîstansiyalîzmê derxistiye hole. Di herka dîrokê de jî gelek gel hene ku ji bo pesendkirina hebûna xwe têkoşiyane ku gelê kurd hê jî ji bo vê yekê têdikoşe. Îro roj di rojeva me de têkoşîna gelê kurd heye ku Hamlet jî li vê berxwedanê rûdinê. Tercîha me ji ber vê yekê bû û eleqeya ku dibîne jîş me keyfxweş dike.”

Hamletê kurd Yavuz Akkuzu jî anî ziman ku gelê kurd îro roj ji bo azadiya xwe û zimanê xwe têkoşîneke bêhempa dimeşîne ango şerê man û nemanê dimeşîne. Her diças ‘hebûn’ an jî ‘nebûn’ a di lîstika Hamlet de rasterast vê yekê destnîşan neke jî dema ku mirov li berxwedan gelê kurd dinêre, dema ku mirov li çalakiyên greva birçîbûnê dinêre ev replîk cihê xwe digire.”

Rojda jî anî ziman ku gelê kurd bi sedan salan e ku ji bo hebûna xwe têdikoşe û wiha axivî: “Me bi Hamletê kurd xwest ku em vê têkoşînê bidin hîskirim. Kurd ji bo ku daxwazên wan were qebûlkirn hê jî li ber xwe didin. Çalakgerên greva birçîbûnê jî ji bo ku hebûna kurdan were qebûlkirin berxwedanê bilindtir dikin ku ev lîstik jî ji aliyê me ve bi van hestan hat amadekirin.”