Hamlet dê vê carê li Stockholmê bi Kurdî biaxive

Hamlet dê vê carê li Stockholmê bi Kurdî biaxive

Lîstika Hamlet a nivîskar û helbestvanê Îngilîz Willam Shakespeare dê roja duşemê, 5’ê mijdarê li paytexta Swêd Stockholmê bi Kurdî li Sodra Teatern (Şanogeha Başûr) derbikeve ser dikê.

Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya saziya Tiyatroya RAST a Holandayê, promiyeriya Hamlet a bi Kurdî li paytexta Holanda Amsterdamê derket ser dikê û li rastî eleqeyek mezin hat.

Lîstika Hamlet a ku derhêneriya wê Rêveberê Giştî yê Hunerê yê Tiyatroya RAST Celîl Toksoz dike û lîstikvanên Şanoya Bajarê Mezin a Amedê Rojda, Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Gulseven Medar, Alî Tekbaş, Serdar Gren, Îsmaîl Oyur, M. Emîn Yalçinkaya, Elvan Koçber û Mesût Erenol têde dileyizin, di meha mijdarê de dê li gelek bajarên Tirkiyeyê derbiekve ser dikê.

Kadroya lîstikê ji 15 lîstikvanan, 2 dengbêj, 3 stranbêj û 5 lîstikvan û 5 muzîkjenan pêk tê. Şefa Çapemeniyê ya Sodra Teatern Annelie Gunnar da zanîn ku li Swêdê nêzî sedhezar Krud ijîn û diyar kir ku ev lîstik dê li rastî eleqeyek mezin bê.