Hamlet dê li Amestdamê bi Kurdî biaxive

Hamlet dê li Amestdamê bi Kurdî biaxive

Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) dê li Holandayê bi hevkariya Şanoya Rastê ji berhemên William Shakespear Hamlet bi Kurdî bileyîze.

DBŞT, li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê malovanî ji gelek komên şanoyê re kir û her dawî, piştî 1’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê, bi berhema Antigone ya Sophokles a ku weke trajediya Yewnan kevnar tê nasîn ve Beşdarî 18’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Stenbolê bû.

Lîstokvanên DBŞT, di 11-17’ê pûşerê (hezîran) de bi Commedia Dell’Arte ya Şanoya Gel a Îtalî û promiyeriya “Xulamê Du Xwediyan” a ku beşdarî 1’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bû ve, dê dest bi geşt û gera ber bi Silêmaniyê ve bike.

DBŞT, niha jî dest bi amadekirina şanoya “Şahiya Xwînê” ya nivîskarê Spanî Fderico Garcia Lorca kir. DBŞT, dê di navbera sala 2012-2013 de bi ji rejîsorên Teather Ander Ruhr a Almanyayê Ferhat Keskin re bixebite.

Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) dê li Holandayê bi hevkariya Şanoya Rastê ji berhemên William Shakespear Hamlet bi Kurdî bileyîze. Rêveberê Giştî yê Şanoya Rastê derhênerê ji Amedê Celîl Toksoz dê lîstokê bir ê ve bibe. Ji bo nîşandana Hameleta bi Kurdî, li Amesterdamê 8 salon hatin girtin. Lîstok, dê bi stranên dengbêjî ve derbikeve ser dikê.