Gund bi gund, bajar bi bajar perwerdeya Kurdî...

Gund bi gund, bajar bi bajar perwerdeya Kurdî...

Ligel destpêkirina raperîn û bûyerên li Sûriyeyê, Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi hewldaneke aşitiyane têkoşîna bidestxistina mafên xwe yên rewa û xwezayî kir. Yek ji van mafan perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye. Li Rojavayê Kurdistanê di pêvajoya avakirina rêveberiya xwe ya xweser de, Saziya Zimanê Kurdî ji bo perwerdeya bi Zimanê Kurdî dibistanan li seranserê Rojavayê Kurdistanê vedike.

Her çendî Rojavayê Kurdistanê di warê şênî û erdnîgarî de parçeya herî biçûk a Kurdistanê be, lê di têkoşîna azadiya Kurdistanê ya li her çar parçeyan xwedî potansiyelek mezin û girîng e. Bi taybet di warê wêje û zimanê Kurdî de xwedî rolek girîng leyîstiye. Lewra, ji Mîr Celadet Elî Bedirxan ê ku alfabeya Kurdî ya latînî amade kir û Seyda Cigerxwîn re malovanî kiriye. Lê weke parçeyên din ên Kurdistanê, li Rojava jî perwerdeya Kurdî hat qedexekirin.

Piştî raperîn û bûyerên li Sûriyeyê Kurdan lez da xebatên xwe yên ji bo avakirina rêveberiya xwe ya xweser. Yek ji pêngavên girîng ên di vî warî de tê avêtin, perwerdehiya Kurdî ye û Kurdan navê hemû bajar û navçeyên ku hatibû guhertin, vegerandin Kurdî.

Herî dawî li gundê Qude yê li herêma Raco ya bi ser Efrînê ve dibistana bi navê ''Şehîd Rufet'' vekir. Piştî rêzgirtina ji bo têkoşerên şoreşa azadiyê, Endamê Saziya Zimanê Kurdî Temûz Şemalî li ser dîroka zimanê kurdî, siyasetên şovenîst û asîmîlekirinê axivî û bang li gundiyan kir ku xwedî li dibistanê derkevin.

Li bajarokê Girkê Legê jî di çarçoveya pêngava “Zimanê Me Rûmeta me ye” jî saziya zimanê Kurdî doh di merasîmekê de biryar da ku ji niha û pêve wê dibistana fermî ya bajêr ji bo fêrkirina zimanî Kurdî bi kar bîne.

Ne tenê li Efrînê, Kurdan di serî de li her deverên Kurd lê dijîn dibistanên perwerdehiya Kurdî û navendên çandî vedikin û ev xebat bi lez û bez berdewam dike. Ne tenê li bajarên Kurdan, li bajarên Sûriyeyê yên hejmarek zêde ya Kurdan lê heye, dibistanên Kurdî hatine vekirin û xebatên ji bo çand û ziman hatine destpêkirin. Bi taybet li her du bajarên mezin ên Sûriye paytext Şamê û Helebê ku nêzî milyonek Kurd lê dijîn, Kurdan lez daye xebatên ziman, perwerde û çandî.

Hêjayê gotinê ye ku Kurdan di 19’ê tîrmehê de li bajarê Kobaniyê dest danî ser hemû saziyên hikûmeta rejîma Sûriyeyê. Kurdan piştî Kobaniyê, di 20’ê tîrmehê de rêveberiya Efrîn û Cindirisê xistin. Gelê Kurd di 21’ê tîrmehê de li Dêrka Hemko dest danîn ser hemû sazî û dezgehên fermî yên dewleta Sûriyeyê û rêvegerî xistin destê xwe. Kurdan piştî Kobanê, Efrîn, Cindirêsê û Dêrîka Hemko, di êvara 21’ê de jî, rêveberiya Amûdê bi dest xist

Deverên ku ji aliyê gel û Yekîneyên Parastinê yên Gel (YPG) ve hatine bidestxistin, radestê meclîsên bajaran hatine kirin û ji aliyê meclîsan ve tê birêvebirin.