'Gulîstan' li Festîvala Fîlman a Kanadayê hat nîşandan

Dokûmantera 'Gulîstan' a li ser jiyana gerîla, li Festîvala Fîlman a Kanadayê hat nîşandan.

Dokûmantera 'Gulîstan' a ji aliyê derhênera Kurd a ciwan Zayne Akyol ve hat amadekirin, li Festîvala Fîlman a Kanadayê hat nîşandan.

Fîlmê ku wê di her sê rojên festîvalê de bê nîşandan, roja ewilî rastî eleqeyeke zêde hat. Derhênera fîlmê li ser jiyana gerîla Akyol piştî nîşandana fîlm bersiv da pirsên temaşevanan.

Temaşekeran jî dan xuyakirin, ku ev fîlmê li ser jiyana rojane ya şervanên jin ên PKK'ê wê bandoreke girîng li nêrîna Kanadayiyan a li ser gerîla bike.