Gotûbêjên li ser alfabeya Kurdî dijwar dibin

Gotûbêjên li ser alfabeya Kurdî dijwar dibin

Tevî Şêrko Bêkes, Ferhad Şakelî û Nasir Rezazî, 23 rewşenbîrên Kurd ên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li hemberî alfabeya Latînî ya Kurdî dest bi kampanyayekê kirin. Vê yekê jî rê li ber gotûbêjên dijwar ên li ser alfabeya Kurdî vekirin. Koma bi navê “Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî “ di daxuyaniya de gotin; “Alfabeya Latînî ya Kurdî alfabeya Kemalîstan” û “Yên beşdarî konferansên zimanê Kurdî bûne ne zimanzan in.” Ev heqaret li rastî nerazîbûna 80 rewşenbîrên Kurd hat.

Di îlona 2011 de li Hewlêrê û di adara 2012 de li Amedê du konferansên Zimanê Kurdî hatin lidarxistin û bi sedan nivîskar, rewşenbîr û zimanzanên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat beşdarî van her du konferansan bûn û di van konferansan de biryarên girîng hatin dayîn.

Li hemberî vê yekê koma xwe weke “Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî “ bi nav dike, ya ji 23 kesan pêk tê, nerazîbûn nîşanî biryarên vê konferansê û alfabeya Latînî ya Kurdî da. Vê komê gotinên weke “Alfabeya Latînî ya Kurdî alfabeya Kemalîstan” û “Yên beşdarî konferansên zimanê Kurdî bûne ne zimanzan in”, heqaretên giran li alfabeya Latînî ya Kurdî ya ku ji aliyê Celadet Elî Berdixan ve hate amadekirin û di sala 1932 de, di kovara Hawarê de hate karanîn kirin. Kesên li hemberî alfabeya Latînî îmze dane:

Aso Germiyanî, Ehmed Bawer, Ehmedî Qazî, Emced Şakelî, Bextiyar Emîn, Bedran Ehmed Hebîb, Pişko Necmedîn, Cotyar Tofîq Hewramî, Xebat Arif, Rizgar Şêxanî, Refîq Sabir, Sudad Resûl, Selam Nawxoş, Şêx Omer Xerîb (Mîr Akreyî), Şêrko Bêkes, Asî Rebatî, Ferhad Şakelî, Fehmî Kakeyî, P. Dr. Fuad Heme Xurşîd, Kawe Emîn, Letîf Helmet, Muhsîn Ciwamêr, Nasirî Rezazî, Nerîman Xoşnaw.

80 nivîskar û zimanzanên Kurd nerazîbûnek tund nîşanî vê helwestê dan û daxuyaniyek ji bo îmzeyê vekirin. Heta niha bi dehan nivîskar û zimanzanên Kurd ên navdar piştgirî dane vê daxuyaniyê, daxuyanî dê heta 1’ê cotmeha 2012 ji îmzeyan re vekirî be.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Zimanê kurdî zimanekî pirzarava û piralfabe ye ku ev rewşa zimanî ji zû ve ye ku ji aliyê hin derdoran ve weke astengên mezin yên li hember yekîtiya neteweyî tên nirxandin û pêşniyarên jakobenîst û şoven ji bo çareseriyê tên kirin. Dîroka me ya nêzîk bûye şahida hin hewldanên sepandina zaravayekî li ser zaravayên din an jî ya alfabeyekê li ser alfabeyên din. Divê were destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî dikarin nakokiyên gellekî ciddî yên siyasî û bi taybetî jî çandî di civata me ya pirbeş û bêdewlet de bide peydakirin ku çareseriya wan dê dijwartir be.”

Zimanzan û nivîskarên Kurd bi bîr xistin ku, welat û hikumetên ku ji sedsala 19’an ve li seranserê cîhanê ketine nava hewldana sepandina zarava û alfabeyan ya li deverên pirziman û pirzarava û piralfabe, dawiya sedsala 20’an li vê siyaseta xwe poşman bûne û êdî hewl didin ku cîhêrengiya zimanan weke rengên dewlemendiya çandî û dîrokî werin bikaranîn.

JI BO NÊZÎKIRIN Û BIHEVRREJIYÎNA KURDAN DIVÊ HEWLDANÊN MAQÛL HEBIN

Daxuyanî wiha didome; “Di nava Kurdan de, ji ber parçebûyina axê, biryar û siyasetên di mijara zimanî de divê bi hesabine gellekî kûrtir û dûrtir werin kirin. Lewre, divê neyê jibîrkirin ku di vê rewşa hessas de ev cîhêrengiya zimanî, ya ku dewlemendî û hêza me ye, dikare li dijî Kurdan jî were bikaranîn. Ji ber wê ye ku ji dêleva kûrtirkirina cudahiyên Kurdan, divê mirov bi hewldanên maqûl bikeve nava tevgerên nêzîkkirina Kurdan û li rêyên parastin û bihevrejiyîna wan bigere.

BI VÊ ARMANCÊ DU KONFERANS HATIN LIDARXISTIN

Her bi vê armancê ve, van demên dawîn li Başûr û Bakura Kurdistanê, du konferansên berfireh hatin lidarxistin ku zêdetir ji 400 akademîsyen, lêkolîner, pispor û mamosteyên zimanî beşdarî wan bûn. Di wan konferansan de nîqaşên berfireh hatin kirin, ji bo parastina yekîtiya neteweyî li rêyên bihevrejiyîna zarava û alfabeyan hate gerîn û di vê rêyê de hin pêşniyarên rastbîn li rayedarên civaka kurdî hatin kirin.

Digel van hewldanên çareseriyê jî, hin derdorên ku bi motivasyonên siyasî ve tev digerin û tim nîşan dane ku li dijî lêgerînên çareseriyê ne, hê jî bi israr dixwazin bi tenê alfabeya aramî/erebî li Başûra Kurdistanê bidin fermîkirin û di bin navê “Yekîtiya zimanî “ de binve binve zaraveyekî li ser xelkê me yê zaravayên din bidin sepandin.

HEQARET LI ZÊDETIR JI 400 LÊKOLÎNER, NIVÎSKAR, ZIMANNAS Û RONAKBÎRÊN KURD HATIYE KIRIN

Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke “Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî “ dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Di daxuyaniya behskirî de herweha heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna “hemû Kurdan “ geriyabûn. Di daxuyaniya “Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî “ de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeşkirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin.

GELO EV GRUP ÇAWA DIKARE ZIMANÊ KURDÎ BIPARÊZE?

Em jî dixwazin bi vî awayî nerazîbûna xwe ya li hember wê helwêstê û wê şêwazê û wan heqaretên kirî bi raya giştî ve bidin zanîn û balê bikişînin ser ku her tevger û hewldaneke ku bide pey sepandina zaravayekî li ser zaravayên din û alfabeyekê li ser alfabeyên din, alîkariya neyarên Kurdan dikin ku dixwazin Kurdan parçe bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hewldanên mîna daxuyaniya “Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî “ li hember yekîtiya bîr û civak û çand û bi giştî li hember yekîtiya gelê kurd xeteriyeke mezin e û tovên xirabiyê di nava xwe de vedihewîne. Jakobenizma ku ji zû ve têk çûye di vê rewşa gelê kurd û di vê pêvajoya siyasî ya hessas de “xeyrî ciddî “ ye û esasen ev helwêst bi xwe “lîstina bi agirî “ ye. Insiyatîfeke bi vî rengî ku xwe weke “Grûpa Parastina Zimanê Kurdî “ dide naskirin, gelo dê bi vê şêwazê û bi vê helwêstê çawa bikare zimanê kurdî biparêze ?!

ALFABEYA KURDÎ-EREBÎ BI XWE NIMÛNEYA VÊ YEKÊ YE

Bê guman, alfabe ne armanc e, lê alavek e ji bo pêkanîna armanca rastnivîsandin û derbirîna dengên zimanekî. Ji ber vê sedemê, alfabeyek dikare di pêvajoya pêşketina xwe de gellek caran ji bo baştir guncîna dengên wî zimanî were guhertin an jî adaptekirin. Alfabeya kurdî-erebî bi xwe nimûneya vê yekê ye û gellek caran hatiye guhertin. Digel vê jî, li ser ruyê dunyayê tu alfabe nînin ku bikarin hemû dengên zimanekî nîşan bidin. Beşekî mezin yê gelê kurd şiklekî alfabeyekê kiriye malê xwe û pê nivîsandiye û dinivîsîne. Lewre, munaqaşeyên li ser kurdbûna alfabeya kurdî-latînî yên bi vî rengî nikarin werin qebûlkirin.

Herweha, di daxuyaniya “Grûpa Inîsyatîfa ji bo Parastina Zimanê Kurdî “ de hatiye gotin ku “Em tekît dikin ku em bi tu awayî dîtina xwe li ser tu kesî nasepînin û zimanvan û kurdîzanên Kurdistana Bakur bi xwe dikarin di vî warî de biryarê bidin “ , lê di heman belavokê de xwediyên însiyatîfê diyar kirine ku “Guherandina alfabeya kurdî bi ya latînî yan hizirkirina bikaranîna du cureyên alfabeyan di beşên Kurdistana Rojhilat û Başûr de ji me re xeta sor e … “ Ev helwêst “parçekirina coxrafya û hiş û bîra kurd û Kurdistanê ye “ û herweha “xwesepandina “ li ser gelê kurd li Rojhilat û li Başûr e û ev kar nakeve berê tu kesî !

PIRZARAVAYÎ Û PIRÇANDÎ Û PIRALFABEYÎ LI HEMBER YEKÎTIYA NETEWEYÎ NABIN ASTENG

Bi ya me, pirzaravayî û pirçandî û piralfabeyî li hember yekîtiya neteweyî nabin asteng û divê ev taybetmendiyên civaka kurdî weke dewlemendiyên wê û weke hêza wê werin pejirandin û parastin. Kom û qewm û netewe bi biryar û hêvî û daxwazên hevpar tên avakirin, ne li ser wê ku herkes heman kirasî bi heman rengî li xwe bike.

EM DEKLERASYONA KONFERANSÊN AMED Û HEWLRÊ MAQUL DIBÎNIN

Ji ber van sedem û hessasiyetên civaka kurdî, em bangê li hemû alî, dezgeh, rêxistin, partî, kes û rayedarên civaka kurdî dikin ku xema me ya bingehîn divê li ser yekkirina civaka kurdî be, ne dabeşkirina wê.

Em deklarasyonên herdu Konferansên Zimanî yên Hewlêr [Îlon 2011] û Amedê [Adar 2012] maqûl dibînin û dibêjin ku li şûna ziman û reftara êrîşkar, pêwîst e ku di nav diyalogeke germ de nîqaşên zanistî werin kirin, da ku mirov ji hevdu fahm bike, pirsgirêkên xwe bi hemû aliyên wan ve baş binase û ji bo “hemû Kurdan “ , ne ji bo beşekî bi tenê, bi metodên zanistî li rêyên maqûl yên çareseriyê bigere.

(Ev daxuyanî heta 01.10.2012’an ji bo îmzeyê vekirî ye. Heçî kesê ku dixwaze piştgiriya vê daxuyaniyê bike, dikare navê xwe bişîne ser eposteya jêrê.)

[email protected]