GGC dê nûçeyên Kurdî jî beşdarî pêşbaziyê bike

GGC dê nûçeyên Kurdî jî beşdarî pêşbaziyê bike

Civata Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê (beşek ji Bakûrê Kurdistanê) GGC rêziknameya xwe ya ji bo xelata bi navê Pêşbaziya Rojnamevanên Serkeftî yên Salê ya ku her sal tê lidarxistin, aşkere kir. GGC’ê cara yekemîn nûçeyên bi ziman û zaravayên cûda xist nava kategoriya pêşbaziyê.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê GGC’ê ve hat dayîn de şerên beşdarbûna Xelatên Rojnamevanên Serkeftî yên Salê hatin aşkerekirin. Serlêdan dê heta 7’ê îlonê bi dawî bibe, rojnamevan dikarin bi nûçeyên rojname, radio, tv, yên bi ziman û zaravayên cûda beşdarî pêşbaziyê bibin. Beşdar dikarin di beşa Kurdî ya pêşbaziyê de bi nûçeyên nivîskî û bernameyên TV beşdar bibin.