Gerîla û huner

Huner henaseya jiyana gerîla ya têkoşîn û berxwedanê pênase dike. Di çeperan de bi çeka xwe, li ser rûpelan jî bi pênûsa xwe ya dilnizm mîrateya xwe ya berxwedanê xêz dike gerîla...

Huner henaseya jiyana gerîla ya têkoşîn û berxwedanê pênase dike. Di çeperan de bi çeka xwe, li ser rûpelan jî bi pênûsa xwe ya dilnizm mîrateya xwe ya berxwedanê xêz dike gerîla...

Çiqas xweş tîne ziman ev wêne, hostatiya gerîla.

Çiqas xweş vedibêje nepeniya jiyana gerîla.

Ne tenê bi gotin an jî bi stranan. Êdî gerîla bi rûkeniyek xwe, bi meyzandin û wêneyekî xwe, bi xêzkirina hest û ramanên xwe vedibêje rastiya xwe. Di vê kêliyê de jî, bi zimanê hûnerê yê herî bedew, bi pênûsa wê ya ku ti peyv nikare pênaseya heqîqeta wê bike, xêz dike ji me re dîroka berxwedanî û fedekariyê. Xêz dike wêneyê Kemal û Semayan... diherikîne hestên xwe yên herî bedew li ser vê rûpela pak. Wêneyên ku di asoya dil û mejiyê xwe de veşartine, xêz dikin li ser rûpelên dîrokê, da ku ebedî bikin çanda berxwedêr a zarokên agir û rojê. Zindî dihêlin vê çandê da ku ronî bikin çavên ku di tarîtiya dagirkeran de kor bûne...