Gelo keşfa hunerê ya sedsalê derew e?

Gelo keşfa hunerê ya sedsalê derew e?

Hefteya borî li bajarê Mîlan yê Îtalyayê 96 tabloyên Caravaggîor hate dîtin û li ser vê yekê wekî ku keşfa herî mezin a hunerê ya sedsalê hate binavkirin. Lê dîroknasên hunerê di warê rastiya berhaman de bi guman in.

Di cîhana hunerê de nûçeya ku rê li kelecanê vekir, hefteya borî ji aliyê ajansên nûçeyên Îtalyayê ve hatin derewandin. Li gorî nûçeyê dîroknasên hunerê ya Weqfa Muzeya Brescîa 100 berhemên hunermend Mîchelangelo Merîsî yê bi navê Caravaggîo tê nasîn û hunermendê dema barokêye dîtine. Hate diyar kirin ku hunermendan 700 mîlyon euro li buhayê wan daniye.

Dîroknasên Hunerê Maurîzîo Bernardell û Ardrîana Concaniî Fedrîgollî diyar kirin ku behrem aydê Caravaggîo yê dema ciwaniya wî ya dema Ronensansê ku dema xwedendekarê Sîmone Peterzano bû û di atolyeya wî de derketiye holê. Li gorî îdiayên Guerrîerî û Fedrîgollî di encama lêkolîneke berfireh de derketiye holê ku berhem aydê Caravaggîo ne.

Hate zanîn ku her du dîroknas piştî keşfa xwe du salan bê navber li ser berheman xebitîne ku ka ev yên Caravaggîo ne an na.

Lê Francessa Rossî ku di mijara berhemên hunerê yên şatoyên Îtalyayê de rayedarê payebilind de ji rojnameya Corrîera Della Sera re axivî û diyar kir ku wan berhemên ku ji aliyê du kesan ve hatiye keşfkirin nedîtine û got ku wan tenê li ser CD’yê wêneyê wan dîtiye û li ser lêkolîn kirine.

Li gorî îdiayên duh di rojnameyên Îtalyayê derketin de ji Mîlan heta Brescîa ,CD’yên ku têde wêneyên 1700 jpeg yên Caravaggîo tê de ne şandine.

Lê yek ji dîroknasên keşf kirine Bernardellî diyar kir ku gelek caran berhem dîtine û ji got ji bilî wan jî şahidê wan hene.

Niha li dora keşfê gelek spekulasyon tên kirin. Di rewşa ku ev keşfa berheman rast be, diyare ku bûyereke çiqas mezin e. Her wiha ev guman jî ji vê diqewimin ku heta niha ev berhemên hunermend çima nehatine ferqkirin.

Pisporê hunerên Francesca Capelettî, jî diyar kir ku ev berhemên mijara gotinê ne, pir dişibin yên mamosteyê Caravaggîo, Peterzano. Pisporekî din Tomaso Montanarî, jî piştgirî da Capalettî û 100 berhemên mamosteyên Leonardo da Vîncî, Verrocchîo ya ku hemû wekê yên Da Vîncî ne ma.

Piştî nîqaşan maxazeya Amazon e-pirtûka Bernardellî û Fedrîgollî ya bi navê ‘Cravaggîo yê ciwan’ ji weşanê rakir.

Caravaggîo yê k udi 29’ê îlona 1571’ê de li Mîlan hate dinê di cîhana hunerê de fîgureke bi bandor bû. Di warê reng, sî û ronahiyê de tonên rastîn bi dest dixsitin û hemû tabloyên wî wekî wêneyan bû.