Gelê Kurdî 'hilnabijêre' peyamek dide

Gelê Kurdî 'hilnabijêre' peyamek dide

Endmaê Komîteya Ziman û Perwerdehiyê ya KCK’ê Şahîn Atasoy gotûbêjên “eleqeya ji bo dersa hilbjarte kêm e” nixand û got; “Peyama li vir tê dayîn, ew e ku gel dibêje ew mafên di nava sînorên we danîne qebûl nakin. Kurd xwedî yek ji zimanên herî kevnar ên cîhanê ye, dê çawa dersa hilbijarte qebûl bikin?”

Endamê Komîteya Ziman û Perwerdehiyê ya KCK’ê gotûbêjên “eleqeya ji bo dersa hilbjarte kêm e” ji ANF’ê re nirxand. Atasoy bersiv da îdîayên çapemeniya Tirk û got; “Dibêjin ku perwerdehiyek wisa ne li xema kesî ye. Peyama li vir tê dayîn, ew e ku gel dibêje ew mafên di nava sînorên we danîne qebûl nakin. Bi hezaran sal e xwe li hemberî hemû şert û mecan parstiye û xwedî zimanek pir hevnar e, ji ber wê jî derseke hilbijarte qebûl nakin. Gelê Kurd xwedî çandek dewlemend e. Kurd xwediyê yek ji zimanên herî kevnar ên dîrokê ye.”

Atasoy bi bîr xist ku Komîteya Ziman û Perwerdehiyê ya KCK’ê beriya niha bi daxuyaniyekê banga redkirina sîstema perwerdehiya dewleta Tirk kir. Atasoy da zanîn ku bi taybet li navnedên weke Colemêrg, Gever û Şemzînanê bersivek xurt dane banga wan û xwest ku Kurd li bajarên din ên Bakûrê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê helwesteke bi heman awayî nîşan bidin.

Atasoy got; “Divê hemû gelê me yê ku bi dehan sal e ji ber zilma dewleta mêtînger a Tirki ji Kurdistanê koçber bûne, li her derê li hemberî sîstema perwerdehiyê ya dewletê rabin û neçin dibistanan.” Atasoy diyar kir ku ev yek tenê bi boykotek demkurt nabe û xwest dibistanên Tirkan bi temamî bên redkirin.