BI DÎMEN

Gel û hunermendan Ozan Sefkan bibîr anîn

Ji pêşengên hunera şoreşgerî ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Ozan Sefkan, di 31. salvegera şehadeta xwe de ji aliyê hevalên xwe yên hunermend û gel ve hat bîranîn.

Ozan Sefkan ê bi hunera xwe ve tevkariyeke girîng li Têkoşîna Azadiyê ya Kurd kir, li Bonnê bi çalakiyekê hat bîranîn.

Çalakiya bîranînê ji aliyê TEV-ÇAND'ê ve hat organîzekirin û li Vereînhaûs a li bajarê Elmanya Bonnê pêk hat. Hunermendan di çalakiyê de huner û têkoşîna şoreşgerî ya Ozan Sefkan vegotin û stranên wî gotin. Her wiha sînevîzyona li ser jiyana Ozan Sefkan hat nîşandan.

'RÊYA ME RONÎ DIKIN'

Ozan Seyîdxan di axaftina xwe ya li vir de ragihand, ku şehîd nirxên zindî yên civak û neteweyan e û destnîşan kir, ku gel ancax bi saya van nirxand dibin xwedî pêşerojeke bi rûmet. 

Ozan Seyîdxan da xuyakirin, ku gelê Kurd bi taybetî di sedsalên 20 û 21'an de berdêlên gelekî giran daye û got, "Ev gel wê Mazlûman, Xeyriyan, Egîdan, Bêrîvanan, Zîlan û Çîçekan ti carî ji bîr neke. Vî elî her wiha lehengên mîna Mehmet Tûnçan di berxwedana xwerêveberiyê de daye. Ji destpêkê heta roja îro şehîdan em hînê hunera berxwedanê, hînî hunera serhildanê kirine. Li ser vê bingehê hemû beşên hunerê bi pêş ketine. Şehîd Sefkan em gihand bi dehan nirxên me yên mîna M. Arîf, Hesen Cizîrî, Meryem Xan, Kawis Axa, Hesen Zîrek ên bi tinebûnê re rû bi rû bûn. Ew şoreşê mezin, pêşengê hunera Kurd a nû ye. Ew jî mîna Mizgîn Çiya, Xebat, Salihê Dêrikê, Delîla, Yekta, Elî Temel, Hogir û bi dehan hunermendên Kurd wê her tim rêya me ronî bike."

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bonnê Ayda Ekmez Kiliç jî diyar kir, ku huner ji hemû şoerşan re bûye pêşeng û bal kişand ser rola Koma Berxwedan di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de.

Di çalakiya bîranînê de ji Koma Berxwedan Ozan Comert, Şemdîn, Cewad Merwanî, Serdar, Diyar, Kawa, Denîz Deman, Bêrîvan, Gulîstan û Koma Rojava stranên Ozan Sefkan gotin.

KÎ YE?

Di sala 1960'î de li gundê Laleşoxa yê navçeya Dêrsim Çemîşgezekê ji dayik bû. Di asla 1978'an de Enstîtuya Perwerdeya Amedê qezenç kir û li Amedê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir. Berpirsyarî hilgirt ser milê xwe. Piştî ku demekê li Lubnan û Fîlîstînê ma çû Dêrsimê. Di vê dema zehmet a Darbeya 12'ê Îlonê de şoreşgerî kir. Di sala 1982'an de li Ewropayê tevî Şehîd Mizgîn rêxistinbûyîna destpêkê ya çanda Kurd Huner Kom û Koma Berxwedan ava kir. Di havîna sala 1984'an vegeriya welêt. Di 16'ê Nîsana 1985'an de ji ber komployeke Partiya Komunîst a Iraqê, tevî 7 hevalên xwe şehîd ket.

...