Galaya 'Zer'ê li Stenbolê hate kirin

Galaya fîlmê nû yê Kazim Oz 'Zer' li Sînemeya Atlasê ya li Îstîklalê hate kirin. Lîstikvanên fîlman û gelek kes çûn galayê.

Di fîlm rolên sereke Nîk Xhelîlah, Guler Okten û Levent Ozdîlek dilîzin. Di fîlm de Fusun Demîrel û Tomrîs Încer jî hene.

Di fîlm de dapîra Jan ji bo tedawîkirina pençeşêrê dibine New Yorkê. Di vê pêvajoyê têkiliyeke germ di navbera Jan û dapîra wî Zarîfeyê de çêdibe. Jan dikeve pey stranên ku dapîra wî jê re gotin û li pey koka xwe diçe.

Temaşekeran ji fîlm hez kirin. Piştre Oz û ekîba fîlm bersiv dane pirsên bineran.