Fuentes li dijî kapîtalîzma hov nivîsand

Fuentes li dijî kapîtalîzma hov nivîsand

Fuentes ê 83 salî di nexweşxaneyek a Mexico City de jiyana xwe ji dest da. Fuentes di serdema rêveberiyê dîkdator ên Amerîkaya Latîn de bi wêje û xwebatên xwe yên wêjeyî derketiye pêş û di cîhanê de jî nivîsarek navdar bû.

Wêjeya Amerîkaya Latîn ji salên 1960’an dest pê kir û bandorê li hemû cîhanê kir. Yek ji pêşengên wê Fuentes bû, roja sêşemê ji ber derbû xwîna hindirîn roja sêşemê jiyana xwe ji dest da.

Bi berhemên xwe yên “Terra Nostra/Axa Me”, “Aura”, “Mirina Artemio Cruz”, “Avên Şewitî”, “Guhertina Çerm”, “Strana Koleyan”, “Kristof Nehatî Dinê” tê nasîn û gelek caran bû namzedê Xelata Wêjeyê ya Nobelê, lê belê qet wernegirt. Lê belê hêjayê xelatên wêjeyî yên weke Romulo Gallegos, Cervantes, Ruben Dario û Asturias wergirtiye.

Dostê 50 salan ê Fuentes û xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê yê Perûyî nivîskar Mario Vargas LIos piştî mirina nivîskar got; “Bi dehan sal tu tiştekê nekarî bandorê li dostaniya me bike.” Serokdewletê Meksîkayê Felipe Calderon diyar kir ku Fuentes nivîskareke gerdûnî bû û xemgîniya xwe y ji ber mirina wî anî ziman.

Rêvebera Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Guadalajara Nubia Macias, diyar kir ku dê romana nû ya Fuentes di rojên pêş de were weşandin û ragihand ku Fuentes amadekariya romaneke din jî dikir.

Fuentes tevî Gabriel Garcia Marquez û Vargas, di dema ku Amerîkaya Latîn ji aliyê dîkdatoriyan ve dihatin birêvebirin de bala gelê Amerîkaya Latîn dikişandin ser çandê û Fuentes her tim balê dikişand ser aliyê “hov” ên kapîtalîzmê.

Beşek ji jiyana xwe ya zarokatiyê li Amerîkayê borand û di wê demê de bi hinceta heyrantiya Fîdel Castro, ketina wî ya DYA’yê hat qedexekirin. Her wiha weke li dijî Amerîkayiyan dihate dîtin. Lê wî bi xwe digot ku ew ne li dijî DYA û Amerîkayiyan e, lê li dijî polîtîkayên DYA’yê ye.

Fuentes bi taybet destwerdana DYA’yê ya di salên 1980’yan de a li hemberî welatên Amerîkaya Navîn rexne dikir û polîtîkayên zalim a DYA’yê yên li hemberî penaberên Meksîkayê di sala 1990’ê de kir pirtûk û bi navê “Sînorê Cam” weşand.

Pirtûka nivîskar a bi navê “Li dijî Bush” a di sala 2004 de weşand, ji nivîsên li dijî Serokê DYA’yê yê wê demê George W. Bush pêk dihat.