Fûara pirtûkan a Amedê sibê dest pê dike

Fûara pirtûkan a Amedê sibê dest pê dike

3'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê bi sernavê "Rêwîtiya Erdnîgariya qedîm a nivîsê" sibê dest pê dike. Fuara ku 135 weşanxane beşdar bibin dê zêdetirê 44 bername dê bên lidarxistin.

3'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê bi sernavê "Rêwîtiya Erdnîgariya qedîm a nivîsê" di 22'ê gulanê de ji xwendekarên xwe re deriyê xwe vedike. Di fuara ku 135 weşan beşdar bibin de dê çîroka jiyana Sabahattin Ali a "Pêşengeha Cama Wêneyekî" û "Li Ameda berê Curetiya Çandê û gelek pêşengehên din dê bên pêşandan. Fuara ku bi alîkariya TUYAP û Yekîtiya Weşanvanan ve tê lidarxistin dê di navbera 22-27'ê Gulanê de li Navenda Kongre û Fuarê ya Amedê vekirî bimîne.

Fuara ku îsal 3'emin car pek bê, dê gelek saziyên sivîl ên civakî jî amade bibin. Di fuarê de dê konferans, gotubêj, panel, guhdariya helbestan şahiyên çandî bên lidarxistin. Dîsa dê 300 niviskar bi xwendevanên xwe re bê cem hev. Beriya fuarê civîna çapemeniyê li Otela Dedemanê hate lidarxistin. Di civînê de, Midûrê Giştî yê TUYAP'ê yê Amedê Îlhan Ersozlu, Berpirsiyarê Fuarên Çandê yên TUYAP'e Deniz Kavutçuoglu, Sekreterê Yekitiya Weşanxaneyen Tirkiyeyê Kenan Kocaturk, Midûrê Perwerdehiya Neteweyî Mehmet Hadî Agirbaş û gelek kesên din amade bûn. Îlhan Ersozlu, anî ziman ku îsal 3'emîn fuara pirtûkan pêk tînin û dê 135 weşanxane tev li fuarê bibin. Ersozlu, da zanîn ku dê 44 şahiyên çandê bên lidarxistin û 300 nivîskar amade bibin.

Bernameya fuarê wiha ye:

Di çarçoveya fûarê de dê gelek çalakiyên bi kurdî, gotûbêj û panel jî li dar dikevin. Vaye hin çalakiyên ji wan çalakiyan:

22 Gulan, Sêşem

Saet: 17.45-18.45

Gotûbêj: "Di paşeroj, niha û di pêşerojê de tevgera wergera kurdî

Birêvebir: Kawa Nemir

Axifgerlar: Ciwanmerd Kulek, Samî Hêzil, Salih Badilî, Sîdar Jîr

Amadekar: Weşanên Lîs

23 Gulan, Çarşem

Saet: 11.00-12.00

Gotûbêj: "Di çarçoveya du pirtûkan de zarokên Muge û di kurdî de wêjeya zarokan"

Axifger: Abdullah Demirbaş (Şaredarê Sûra Amedê), Îsmaîl Dîndar (Nivîskar û werger), Meral Daniş Beştaş (Cîgira Hevserokên BDP'ê)

Amadekar: Evrensel Basim Yayin

Saet: 13.30-14.30

Gotûbêj: “Rengê Nivîsa Min”

Axifger: Ronî War

Amadekar: Weşanên Ava

Saet: 15.45-16.45

Gotûbêj: "Li Ermenistanê wêjeya kurdûi û romanivîskariya Eliyê Evdilrehman"

Birêveber: Şivanê Dêrikî

Axifger: Têmûrê Xelîl, Kawa Nemir, Şener Ozmen, Dilawer Zeraq

Amadekar: Weşanên Lîs- Anadolu Kultur

Saet: 17.00-18.15

Guhdariya helbestan: “Tevî helbestê…”

Birêveber: Halil Ýbrahim Ozcan

Beşdar: Arjen Arî, Arzu Alir, Baki Guner, Birsen Ýnal, Erkan Eslek, Elîxan Loran, Halide Yildirim, Mehmet Ozer, Halil Ýbrahim Kagar, Mehmet Deviren, Mustafa Koz, Sezai Sarioglu, Şêxmus Sefer

Amadekar: Nûneriya PEN'a Amedê

24 Gulan, Pêncşem

Saet: 16.00-17.00

Panel: “Destpêka helbesta kurdî û xebatên folklora kurdî"

Birêveber: Suleyman Çevik (Edîtorê Nûbiharê)

Axifger: Tehsin Ýbrahim Doskî, M.Xalid Sadinî

Amadekar: Weşanên Nûbihar

Saet: 18.30-19.30

Gotûbêj: "Çîrokên Rohilat çiqas qala Rojhilat dikin"

Axifger: Nazmi Bayri, Musa Dinç

Amadekar: Komeleya Wêjevanan

25 Gulan, În

Saet: 12.00-13.00

Gotûbêj: "Bîra Qederê bi Macarî ye"

Birêveber: Osman Kavala

Axifger: Şeyhmus Diken, Katalin Sipos, Viktor Matis, Lal Laleş

Amadekar: PEN'a Amedê, Weşanên Lîs, Serbalyozgeriya Macaristanê

Saet: 14.30-15.30

Gotûbêj: "Bihareke bi inyad: Kurdî û wêjeya kurdî"

Axifger: Vecdi Erbay, Lal Laleş, Berken Bereh

Amadekar: Weşanên Ayrinti

Saet: 15.45-16.45

Gotûbêj: "Ne wekî ku tu dizanî ye, di salên 90'î de li Başûrêrojhilat zarobûn"

Axifger: Rojîn Canan Akin, Funda Danişman

Amadekar: Weşanên Metis

Saet: 17.00-18.15

Panel: "Çîroka du malbatên kurd"

Birêveber: Osman Baydemir (Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê)

Axifger: Ahmet Kardam, Cemalettin Canli

Amadekar: Weşanên Dipnot

26 Gulan, Şemî

Saet: 15.30-16.15

Gotûbêj: "Fawaz Husên: Giyanekî kurdî di bedenekî fransî de"

Axifger: Fawaz Husên

Amadekar: Weşanên Avesta

Saet: 18.45-19.30

Gotûbêj: “Antolojiya Helbesta Bakur

Axifger: Arjen Arî, Berken Bereh, Mem Bawer

Amadekar: Evrensel Basim Yayin