Fûara pirtûka diçe Amedê

Fûara pirtûka diçe Amedê

Fûara pirtûkan a ku ji aliyê TUYAP’ê ve tê lidarxistin di navbera dîrokên 22-27’ê gulanê de li Amedê li navenda Fûar û Kongereyê ya Amedê 3’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê pêk bîne.

Fûar ji aliyê nêzîkê sed weşanxane û saziyên sivîl dê li Amedê sêyemîn fûar bê lidarxistin û dê gelek konferans, panel, hevpeyvîn, helbest û çalakiyên çandî bên lidarxistin. Di roja îmzeyan de dê sêsed nivîskar beşdar bibin û îmze bidin.

JI FRANSEYÊ DU MÊVAN

Dê gelek nivîskar bibin mêvanên Fûara Amedê. Dê ji Franseyê jî du nivîksar beşdar bibin. Nivîksarê Fransî, pisporê olan Sébastien de Courtois, dê di 26’ê gulanê û dê besha rewşa civakên Xrîstiyan ên li Rojhilata Navîn bike.Dîsa, dê nivîskar û lêkolînerê Kurd Fawaz Husên dê ji Franseyê beşdar bibe.

Dê di fûarê de pêşangehên wêneyan jî cih bigire. Dê bi wêneyên Sabahattîn Alî rabirdoya Amedê bê nîşandan.

HOLANDA JÎ DIBE MÊVANÊ AMEDÊ

Holanda jî dê beşdarî çalakiyên fûara pirtûka a Amedê bibe. Kesên ku dixwazin çanda Holandayê nas bikin û yên ku bixwazin Holandayê nas bikin, dê biçin serdana stada Holandayê ya di fûarê de.

Fûar di 22-26’ê gulanê de di navbera demjimêr 10.30-19.30 de tê lidarxistin û dê di 27’ê gulanê de bê girtin.

BERNAMEYA FÛARÊ WIHA YE:

22 GULAN SÊŞEM

14.00-15.00

Panel: 'Di pênç kêliyên mezin ên dîrokê de Kurd û Tirk'

Rêveber: Ercan Karakaş

Axaftvan: Ahmet Özer, Mehmet Emin Aktar

Sazker: SODEV

15.15-16.15

Xwendina Helbestan: 'Ýmgeler'

Helbestkarên beşdar: Çetin Duran, Mehmet Alparslan, Ali Kuranlıoðlu, Berrin Tanrıverdi, Ali Varol, Ozlem Erdem

Sazker: Weşanên Ava

16.30-17.30

Hevpeyvîn: Çîrokên Rojhilat, çiqas Behsa Rojhilat dikin?'

Axaftvan: Nazmi Bayrı, Musa Dinç

Sazker: Komeleya Wêjevanan

17.45-18.45

Hevpeyvîn: 'Rabirdo, Niha û Dahatûya Tevgera Wergera Kurdî

Rêveber: Kawa Nemir

Axaftvan: Ciwanmerd Kulek, Samî Hêzil, Salih Badilî, Sîdar Jîr

Sazker: Weşanên Lîsê

23 GULAN ÇARŞEM

11.00-12.00

Hevpeyvîn: 'Zarokên Muge di navbera Du pirûkan de û Wêjeya Zarokên Kurdan’

Axaftvan: Abdullah Demirbaş, Îsmail Dindar, Meral Danış Beştaş

Sazker: Evrensel Basım Yayın

12.15-13.15

Hevpeyvîn: ‘ Romana Ciwantiyek Xwedî Xelat: Axaftvan Şahida Derewîn: Müge Ýplikçi

Sazker: Günışıðı Kitaplıðı

13.30-14.30

Hevpeyvîn: 'Rengê Nivîsa Min – ‘

Axaftvan: Ronî War

Sazker: Weşanên Ava

14.45-15.30

Hevpeyvîn: 'Di hizrên olî de nêrînên cûda'

Axaftvan: Zerrin Kurtoðlu, Burhan Sönmez

Sazker: Weşanên Ayrıntı

15.45-16.45

Hevpeyvîn: Di çarçoveya Romanvaniya Kurd de Romanên Eliyê Evdilrehman

Rêveber: Şivanê Dêrikî

Axaftvan: Kawa Nemir, Şener Özmen , Dilawer Zeraq

Sazker: Weşanên Lîsê

17.00-18.15

Helbest:

Rêveber: Halil Îbrahim Özcan

Beşdar: Arjen Arî, Arzu Alır, Baki Güner, Birsen Ýnal, Erkan Eslek, Elîxan Loran, Halide Yıldırım, Mehmet Özer, Halil Ýbrahim Kaðar, Mehmet Deviren, Mustafa Köz, Sezai Sarıoðlu, Şêxmus Sefer

Sazker: Nunertiya PEN’ê ya Amedê

24 GULAN PÊNÇŞEM

13.30-14.30

Hevpeyvîn: 'Em Hilbikin serê Everestê Me'

Axaftvan: Nasuh Mahruki

Sazker: Weşanên Alfa

14.45-15.45

Hevpeyvîn: ' Zazakiya Nivîskî/Wêşeya Kirmancki. ( Edebiyatê Kırmancki/Zazaki yê Nuştekî)'

Axaftvan: Mehmûd Nêşıte, Deniz Gündüz

Sazker: Vate