BI DÎMEN

Filmê trajediya Êzîdiyan vegot li Cannesê xelat girt

Kurtefilmê “Hevêrk” ê trajediya Êzîdiyan vedibêje, di 69. Festîvala Filmên Cannesê ya Navneteweyî de xelat stend. Derhêner Rûken Tekeş got xwestiye ku trajediyên Kurdên Êzîdî nîşan bide.

Kurtefilmê “Hevêrk” ê trajediya Êzîdiyan vedibêje, di 69. Festîvala Filmên Cannesê ya Navneteweyî de xelat stend. Derhêner Rûken Tekeş got xwestiye ku trajediyên Kurdên Êzîdî nîşan bide.

Kurtefilmê Hevêrk ê trajediya Zelal a 7 salî vedibêje, di 69. Festîvala Filmên Cannesê ya Navneteweyî de di beşa kurtefilman de xelat wergirt. Film, di Cannesê de layiqî “Diversity in Cannes 2016 Di Beşa Filmê Herî Baş de Xelata Temaşekeran” hate dîtin. Di film de bi giştî 39 zarokên Kurd hene. Wek mekan jî Hekîf hate hilbijartin. Ji ekîba 8 kesî ya Hevêrkê de 5 jin hene. Di derhênertiya dîmenê filmê 14 deqeyan dewam dike de Denîz Eyuboglû heye.

 ‘MIN JI BAVÊ XWE RE POŞMANTIYÊN WÎ PÎRSÎ Û …’

Rûken Tekeş diyar kir ku ji hîkayeyek bavê xwe ketiye vê rêyê û  filmê Hevêrk kişandiye, wiha dewam kir: “Bavê min ji şoreşgerên nifşa 68’an e. Beriya wefatê, min pirsî bê di vê jiyanê de poşmantiyê wî çi ne. Wî jî dema 7 salî bû bûyereke hatî serî got. Û diyar kir ku ji vê pir nerehet e û ji bîr nake. Ez jî ji vê bandor bûm, min dest bi nivîsê kir û min fîlm kişand.”

Tekeş bi lêv kir ku filmê wê yê destpêkê ye û di Cannesê de hatiye nîşandan, ev ji bo gelekî girîng e, wiha pê de çû:

“Ev hêstekî pir xweş e. 2 sedemên esasî yê çêkirina vî filmî, ji bo bê ka cihêtiya li Tirkiyeyê cîhana zarokan çawa bandor dike û balkişandina ser ezmûnên Kurdên Êzîdî yên li Tirkiye û herêmê ye. Ji ber ku rewşa Êzîdiyan tê zanîn, lê nayê dîtin. Bi awayekî di dîrokê de hatiye hiştin. Min xwest vê cihêtiyê ragihînim.” Tekeş diyar kir ku her çiqasî film wek herêmî disekine jî pirsgirêkek gerdûnî nîşan dide.

Tekeş sedema xwe ya hilbijartina Heskîfê jî wiha anî ziman: “Qedera Heskîf û Êzîdiyan pir nêzî hev in. Her du jî tine dibin! Êzîdî di roja me de her diçe kêm dibin û tine dibin. Heskîf jî di bin avê de tê hiştin. Ji ber wê jî min min ev hilbijart.”