BI DÎMEN

Fîlmê 'Beden û Ruh' hêjayî xelata Hirçê Zêrîn hat dîtin

Di 67. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî (Berlînale) de, fîlmê 'Beden û Ruh' (Testrol es lelekrol) ê derhênera Macar Îldîko Enyedî hêjayî xelata Hirçê Zêrîn hat dîtin.

Di roja dawî ya festîvalê de piştgirî ji nûçegihanê Dîe Welt Denîz Yucel hat dayîn, ku Yucel çend roj berê li Tirkiyeyê hat binçavkirin.

Xelatên festîvalê, li sînema Berlînale Palastê bi merasîmekê hatin dayîn.

Fîlmê 'Beden û Ruh' ê derhênera Macar Îldîko Enyedî, îsal hêjayî xelata Hirçe Zêrîn hat dîtin. Di beşa derhênerê herî baş de Akî Maûrîsmaekî yê Fînlandiyayî hêjayî xelata Hirçê Zîv hat dîtin. Kaûrîsmaekî bi fîlmê xwe yê bi navê 'Aliyê din ê Hêviyê' (Toîvon tuoalla puolen) tevlî festîvalê bû.

Aktorê Awûstralyayî Georg Frîedrîch, bi rola xwe ya di fîlmê 'Şevên Ronî' (Helle Naechte) de hêjayî xelata lîstikvanê herî baş ê mêr hat dîtin. Kîm Mîn-He jî bi rola xwe ya di fîlmê 'On the Beach at Night Alone' ya derhênerê ji Koreya Başûr Hong Sangsoo de, hêjayî xelata lîstikvana herî baş a jin hat dîtin.

Fîlmê 'Felîcîte' yê derhênerê Fransayî Alaîn Gomîs hêjayî 'Xelata Mezin a Jûrî' hat dîtin. Senarîstên fîlmê 'Jinên Bêhempa' (A Fantastic Woman) Sebastîan Leîlo û Gonzalo Maza di beşa senaryoya herî baş de xelata Hirçê Zîv bi dest xistin.

Di beşa fîlmên kurt de xelata Hirçê Zêrîn ji fîlmê 'Cidade Pequena' yê dernêrên Portekîzî Dîogo Costa Amarante re hat dayîn.

67. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî di 9'ê Sibatê de dest pê kir û 399 fîlm ji 72 welatan hatin nîşandan.