Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Fete de l'Humanîte bi beşdariya bi sed hezaran kesî dewam dike

Festîvala Fete de l'Humanîte ya li Parîsê bi beşdariya bi sed hezaran kesî dewam dike. Di festîvalê de, ku ji aliyê Partiya Komunîst a Fransayê ve tê organîzekirin, Kurd bi çand û rengê xwe cih digire.

Di destpêka festîvalê de Parlamenterê Parlamenta Ewropayê Patrîck L'Hyarîc axivî û diyar kir, Tirkiye bi rêveberiya Erdogan ve ber bi rejîmeke dîktatorî ve diçe. 

L'Hyarîc da xuyakirin, ku girtina nûnerên gel, akademîsyen û rojnamevanan tê wateya têkçûna demokrasiyê û got, "Ev pêkanînên faşîzan, darbeyek li hemberî Kurdan û demokratan e. Em destekê didin têkoşîna jin û ciwanên Kurd ên li Rojava li dijî barbarên DAIŞ'ê dimeşînin û em têkoşîna wan weke têkoşîna xwe dibînin."

Patrîck L'Hyarîc diyar kir, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin û destnîşan kir, ku ew ê her tim li cem dostên xwe yên Kurd bin.

Di Fete de l'Humanîte de, ku bi panel û aktîvîteyên cihêreng dewam dike, Komeleya France-Kurdistan jî bi sernavê 'Stop Erdogan' kampanyayek da destpêkirin.

PANELA LI SER ROJAVA Û BAKURÊ KURDISTANÊ

Li standa France Kurdistan, panelek li ser mijara rewşa Bakur û Rojavayê Kuridstanê hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Nûnerê PYD'ê yê Fransayê Xalid Îsa, Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Farûk Dorû û Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Partiya Komunîst a Fransayê Lydîa Samarbahksh weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Sariyildiz qala wehşeta dewleta Tirk a li Cizîrê kir û got, "Di 79 rojên berxwedana Cizîrê de 270 însan bi hovane hatin qetilkirin, ku di nava wan de xwendekarên zanîngehê, hunermend û rojnamevan jî hebûn. Li Bakurê Kurdistanê zêdeyî 10 bajar bi tank û topan hat rûxandin û li komkujî li van deran hatin kirin."

Samarbahksh jî diyar kir, ew destekê didin kampanya 'Stop Erdogan' a ji aliyê Komeleya France Kurdistan ve hatiye destpêkirin û got, ew ê ji hikûmeta Fransayê bixwazin ku helwestê li dijî feraseta dîktator û despot a Erdogan nîşan bide. Samarbahksh got, "Erdogan ji bo demokratên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn, xeteriyeke gelekî mezin e."

Di festîvalê de li konê Kurdistanê pankarta bi nivîsa 'Ji Ocalan re Azadî' hat daliqandin û bi pêşengiya Ciwanên Azad Parîs, meşek li qada festîvalê hat lidarxistin. Ciwanan wêneyên Ocalan hildan û dirûşmên "Ji Ocalan re azadî", "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.

Her wiha hunermend û koma govendê ya TEV-ÇAND Parîsê li vir hunera xwe pêşkêş kir.

 

...