Festîvala Çand û Xwezayê ya Şehîd Genco Hesekê li Xormalê destpê kir

Li Başûrê Kurdistanê, bi pêşengiya Komalên Gencên Welatparêz 1. Festîvala Çand û Xwezayê ya Genco Hesekê pêk hat.

Li gundê Kulknî yê bajarokê Xormal ê Helebçeyê, bi şiyara "Em berxwedanê emzin dikin, serketinê misoger dikin" bi tevlîbûna bi sedan ciwanî pêk hat. 

Festîvalê saet di 11:00 de destpê kir û komên xwecihî yên muzîk û şanoyê derketin ser dikê. Li festîvalê berhemên hunera destan ên herêma Hewramanê li standan hat nîşandan.

Komalên Ciwan jî mesajek şand ji festîvalê re û ji ber ku ciwanên Başûrê Kurdistanê bi rengekî aktîf cihê xwe di nava berxwedana Kurdistanê de digirin pîroz kir û serketin ji wan re xwest.

Di festîvalê de gelek hunermend jî derdikevin ser dikê. Festîval wê saet di 16:00 de biqede.