Ferhenga Rûsî-Kurdî ya ji 20 hezar peyvî hat weşandin

Li Rûsyayê, ferhengeke nû ya Rûsî-Kurdî ya ji 20 hezar peyvî hat weşandin. Amadekarê ferhengê Şoreş Abî Colemêrgî got, ew hêvîdar e ev ferheng bibe alîkar ji dostaniya navbera Rûsya û Kurdan re.

Şoreş Abî Colemêrgî ku li Zanîngeha Dewletê ya Moskowayê doktora xwe dike, ferhenga xwe ya ji 20 hezar peyvî weşand. Ferheng bi gotinên Kurdî û Rûsî yên rojane gelekî tên bikaranîn, pêk tê. Colemêrgî li ser vî karê xwe axivî û got, "Kurdên hînî Rûsî dibin, di hena demê de Rûsên hînî Kurdî dibin, dikarin ji vê ferhengê sûdê werbigirin."

Colemêrgî bibîr xist, xebatên li ser ferhenga Rûsî-Kurdî, Kurdî-Rûsî gelekî kêm in û anî ziman, ji ber ku xebatên heta niha hatine kirin, têra bikaranîn zimanê hemdem nahe, wî dest bi amadekirina ferhengeke nû kiriye.

Colemêrgî bibîr xist, ji destpêka salên 1950 heta 1970'î, li Rûsya Sowyetê Kurdolog û zanyarên peyvan Kanat Kurdoyev, Çerkez Bakayev û Îvan Omoravîç Farîzov mohra xwe danîne bine xebatên gelekî girîng, lê belê piştî wan, ti karekî nû nehatiye kirin. Colemêrgî got, "Di nava vê demê de, di têkiliyên navbera Kurdan û Rûsan de hin bûyer û pêşketinên nû derketin holê. Lê belê ji ber hin sedeman, paralelî vê pêşketinê, li qada ziman pêşketin nebû yan jî kêm bû. Ev rewş di nava her du çandan de her tim weke valahiyekê ma."

Colemêrgî destnîşan kir, ziman pira di navbera du gelan de ye û got, "Ji bo ev pir zexm bibe, divê hevdu temam bikin." Colemêrgî anî ziman, ew hêvîdar e karê wî bibe alîkar ji dostaniya navbera Rûsya û Kurdan re.