'Faîlî Dewlet' derket pêşberî hunerhezan

'Faîlî Dewlet' derket pêşberî hunerhezan

Belgefîlma ‘Faîlî Dewlet’ ku li ser komkujiyên di salên 90’an de li Cizîrê qewimîne û çîrokên xizmên windayan hatiye kişandin, li Amedê di çarçoveya Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman de hat nîşandan.

Belgefîlma Derhêner Veysî Altay a bi navê ‘Faîlî Dewlet’ di çarçoveya 3’emîn Mîhrîcana FîlmAmed a Belgefîlman de li Salona Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn hat nîşandan. Lîstîkvana sînemayê Nûr Suer û gelek kesan fîlm temaşe kir. Beriya nîşandana fîlm, ji bo ‘Juriya Gel’ ya pêşbirka mihrîcanê qaxezên puandayînê yên ji 1’ê heta 5’an hatin belavkirin. Piştî nîşandana belgefîlmê ku rastî eleqeyek gelek mezin hat, temaşevanan bi dengdan û piranî temaşevanan 5 puan dan fîlmê.

Di belgefîlma ‘Faîlî Dewlet’ e behsa qetliyamên dewletê yên herî hovane yên di salê 1990 û 95’an de li Cizîrê qewimînê tên kirin. Ji bilî van jî, mirovên ku ji aliyê dewletê ve hatine kuştin û wendakirin jî di fîlmê de cih digirin. Dîsa 10 çîrokên malbatên ku xizmên wan hatine windakirin û qetilkirin jî di fîlme de cih digirin. Îtîrafkarên ku di qetliyamên Cizîrê de cih girtine, arşîvên rojnameyan û hevpeyvînên ku bi parêzerên malabatan re hatine kirin jî di belgefîlmê de cih digirin.

Belgefîlma ‘Faîlî Dewlet’ ku îsal hatiye kişandin 55 deqe dikişîne.