Ev aş zêdetirî 100 salan e xizmeta Amudê dike

Ev aş zêdetirî 100 salan e xizmeta Amudê dike

Li Amudê piraniya welatiyan debara xwe bi çandiniyê dikin, lê ji ber ku fabrîqeyek li bajêr tune ye, ev pêdiviya hanê tenê bi aşekê tê pêşwazîkirin. "Aşê Amudê" ku zêdetirî 100 salan e xizmeta gel dike, her wiha deriyê debarê yê 5 malbatan e.

Rojavayê Kurdistanê ku piraniya wê deşt e û yek ji wargehên yekemîn ên mirovahiyê ne, her wiha çandiniya yekemîn li van deran hatiye kirin, niha jî wekî navenda çandiniyê tê zanîn. Yek ji bajarên ku çandiniya zêde lê tê kirin jî, bajarê Amudê ye. Şêniyên bajar piranî debara xwe bi çandiniyê dike. Ji bilî cureyên din ên berhemên çandiniyê, zêdetirîn genim tê çandin. Lê ji ber ku rejîma Baasê wekî her aliyê jiyanê, di warê çandiniyê de jî destûr nedaye ku gel berhemên xwe bikar bîne, li bajêr fabrîqeyek ku genim lê bê hêrandin tune ye. Lewre welatiyan ji bo ku vê pêdiviya xwe bicîh bînin, li navenda bajêr aş çêkirine.

TENÊ YEK MAYE

Li gundan jî aş hene, lê li navenda Amudê berê 3 aş hebûn. Ji vana jî niha tenê tenê yek maye. Ev aşê ku wekî "Aşê Amudê" tê zanîn zêdetirî 100 salan e xizmeta gel dike. Aş ji aliyê 5 malbatên merivên hev in ve tê bikaranîn. 5 malbatên ku mirovên hev in, debara xwe bi jêhatina ji vî aşî dikin. Xwediyê aş Berzan Necîm Hecgolik (52) ku di nava welatiyan de wekî Bozo tê nasîn, diyar kir ku qasî bîra wî tê ev aş ji aliyê malbata wan ve tê bikaranîn û wiha got: "Kalikê min di sala 1910'an de li vir dixebitî. Lê aş beriya wê demê jî hebûye. Niha jî em didin şixulandin."

4 MEHAN DIXEBITIN

Li Amudê dema çinandina genim û nîskan demsala havînê ye, lewre karê Aşê Amudê jî di mehên havînê de zêde dibe. Ji destpêka meha îlonê heta dawiya salê şêniyên bajêr genim û nîskên xwe tînin vir. Li vî aşî, ji bilî çêkirina ard, nîsk tên hêrandin, ji genim danê ji bo kifteyan, mehîrê, savarê tê derxistin û ji bo sewalan jî yêm tê amadekirin. Rojê bi dehan malbat genimê xwe tînin aş û didin hêrandin, lewre karê aşvanan jî hinekê zêde dibe. Aşvanan ji bo ku ji derve heta hundir torbeyên genim bi pişta xwe nekişînin hundir û zêde zehmetiyê nekişînin, wan bixwe makara çêkiriye û bi wê torbeyên genim dikişînin hundir. Piştî serê salê jî karê wan gelekî kêm dibe.

CEMED JÎ TÊ ÇÊKIRIN

Aşvanên Aşê Amudê, ji bilî hêrandina genim, li rex aş cihê çêkirina cemedê jî çêkiriye. Li Amudê piraniya welatiyan sarinc hene û pêdiviya xwe ya ava cemidî bicîh tînin, lê ji ber hewayê gerim gelek welatî ji vir cemedê jixwe re dibin û ava xwe sar dikin. Lê herî zêde jî koçerên kurd û ereb ji vir cemedê dibin. Cemed jî, ji destpêka meha 6'an heta meha 9'an tê çêkirin.