Êşa 'Berbiska Zer'

Êşa 'Berbiska Zer'

Nivîskar Omer Dilsoz ku bi romana xwe a bi navê ‘Berbiska Zer’ derketiye pêşberî xwendewanan diyar kir ku divê êşên li ser vê axê hatine jiyîn neyên ji bîrkirin û wî ji wekî berpisyariyek dîrokî ev roman nivisiye.

Nivîskar Omer Dilsoz ku romana wî ya bi navê ‘Berbiska Zer’ ji Weşanxaneya Avestayê derket, di romana xwe de ji nûçeyekî der barê gorrên kumî de dest bi rêwitiya xwe dike û êşa bêhempa ya jinekî kurd ku hestiyên hevserê xwe dibîne tîne ber guhê me. Dilsoz, piştî pirtûka wî derket hest û ramanên xwe yên der heqê romanê de bi ANF’ê re parve kir.

Dilsoz, di destpêkê de diyar kir ku nivîskar li gor fikr, raman û birdoziya xwe bûyeran rawe dike û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Roman nivîsîn li gor min projeyek e. Di vê çarçoveyê de mirov li gor fikr û ramanê xwe, li gor têgehiştina xwe, li gor îdeolojiya xwe, li gor bîr û baweriya xwe dest bi hunanindana romanê dike. Gelek kes dibêjin, min xewnek dît an jî tiştek hat pêsîra min girt û min dest bi nivîsandinê kir. Ev ji bo romanê ne tiştên reele, ne rast e. Roman rast e, rast bi serê xwe dahênan e. Dahênana fikr û ramanekê ye. Di nava wê de li te peyda dibe. Heke tu li ser vê axê bijî tu bi zimanê vê axê binivîsî bivê nevê êş, kul, pêşketin û qewimîn vê axê de çêdibin bandorê li te dikin evane ji bo te dibin mijar. Ev nêrîna min a giştî ye.”

‘BERBISKA ZER’

Nivîskar Dilsoz, da zanîn ku wî ‘Berbiska Zer’ jî vê çarçoveyê de nivîsiye û wiha got: “

Berbiska Zer jî di çarçovekî wiha de hatiye nivîsin. Rojekî di tv de min bernameyek temaşe dikir. An Med TV bû an jî MEDYA TV baş nayê bîra min. Li ser gorên komî bernameyek hebû bawer im li gunde devera Pasûra Amedê bû. Jinek hebû. Wê wekî şahid dibin ser gorrê. Mêze dike di nava hestiyan de kurtekî mêrê wê heye. Neynikek, ev qotîkên berê ên reş û şehek sor û zer dibîne. Ji ber van her sê tiştan dizane ku ev hestî yên mêrê wê ne. Vê bûyerê tesîrek gelek kûr li ser min kir. Bi rojan ez dibin tesîra wê de me mam. Ev ê di min de fikrek çêkir. Min got divê nevê lazime ev qêrîne bi awayekî bê nivîsandin.”

‘DIVÊ TU ŞAHIDIYA DEMA XWE BIKÎ’

Dilsoz, piştî van gotinan anî ziman ku dibe mirov nikare vê êşê qasî kesê hatiye serî bijî, lê qe nebe divê bê nivîsîndin û ev tişt lê zede kir: “Li gor min divê mirov her tim van ceribandinan bike. Ji bo hafizaya civakî pêk bê divê ev hebe. Kesên ku li ser wêşeyê di sekinin, dibêjin ku ji bo berhemekî baş divê piştî rûdan biçek sar bû berhem bê nivîsin. Encax tesîr wisa derdikeve holê. Lê li gor min divê niha jî ceribandinên wiha bên nivîsîn. Belkî ji ber em her tim di nava van êşan de ne hêj birîn germ e. Dîsa jî lazime ku di dema birîn germ de jî ev bê nivîsîn. Ev berpisyariyekî dîrokiye jî. Divê tu şahidiya dema xwe bikî.”

ŞÊWAZEKÎ NÛ

Der barê naveroka romana ku bi sembolên rojhilatî bi şêwaza rojavayî hatiye nîvîsandin de jî Dilsoz wiha axivî: “Min li ser vê teknîkê gelek serê xwe êşand. Li gor min divê mirov hevîr bike, biceribîne. Em ji xwe rojhilatî ne. Ji ber wê jî bikaranîna tiştên rojhilatî ji bo me tiştek tebîatiye. Şêwazên rojavayî jî hene. Wê demê mirov dibêje em çima sentezekî çênekin. Min ceribandinek wisa kir. Lê ez nizanim çiqas serkeftî ye. Biryara wê ya xwendevanan e ye.

‘MIN XWEST EZ ÊŞA TÊ JIYÎN BIDIM NÎŞANDIN’

Dilsoz di berdewamê de balkişand ser êşên ku ev 30 sale li Kurdistanê tê jiyin û wiha domand: “Pêwîste ku di karê nivîsandinê de her tim teknîkên nû bên ceribanidin. Min xwest ez vê êşa ku ev çend salane em dijîn bidim nîşandan. Ez di wê baweriyê de me ku enerjî enerjiyê dikişîne. Êş êşê dikişîne. Yên heman êş kişandine, li ser heman freqansê têne ba hev. Min xwest tiştek wisa çêbikim. Min qehremanên xwe jî wisa hilbijart. Wiha giyan da wan ku dema tu derketî kolanê tu bêji, dibe ev kese be. Kesên ku di çarçoveya romanê de cih girtine. Hemû jî mirovin. Ên dikuşjin an jî tên kuştin. Ên şahidê bûyerê û ên dikevin pey wê. Hemû mirovin. Min xwest ez aliyê mirovahiya wan bibînim. Hemû jî xwedî xemekî ne. Xema leşker jî hebû xema gerîlla jî. Disa min xwest ez hessetiyeta mirovîn a dibêjin wijdan bidim nîşandan.”

‘HEMÛ JÎ MIROV IN, ŞER WAN TÎNE ÇI HAL’

Dilsoz, nêzî bidawîkirina gotinên xwe bal kişand ser mijara şer û wiha axivî: “Di romanê de komek kontra hene. Ev kom bê disîplîn e. Li hember wan jî komekî gerîla heye. Ev kom gelek bi disîplîn e. Heta feraman negire, dest bi şer nake. Ev nêrîneke. Aliyek ew aliyek ê din. Aliyek ji bo xerabkirinê tevdigere, aliyek ji bo rizgarkirinê. Li heman cihî ne, haya wan ji hev heye. Lê di heman demê de ev kesên li hember hev xwedan dilek in. Stranan dibêjin. Her dû alî jî bêriya dê û bavê xwe dikin. Ev tiştên mirovî ne. Min xwest ez bidim nîşandan ku şer mirovan têxe çi halî. Bindestî mirovantîne çi hal. Zilm mirovan tîne çi halî. Di romanê de lêpirsîna van hemûyan heye.”

Dilsoz di dawiya gotinên xwe de da zanîn ku ew niha li ser pirtûkek nû jî dixebite û wiha got: “Niha ez li ser romanekî bi navê ‘Şîzofrenî’ dixebitim. Keseki kurd e ku bûye sê kurd vedibêjim. Ev jî ji çîrokek çîrokên me ye. Ev jî pirojeyek e.”

Omer Dilsoz kiye?

Di sala 1978’an de li Gundê Guzereşa girêdayî Colemêrgê ji dayîk bû. Li gundê xwe dest bi xwendinê dike û Colemêrgê didomîne. Piştî salên 2000’ê dest bi karê nivîskariyê dike. Demekê li DÎHA’yê piştre jî di Rojnameya Azadiya Welatê de karê rojnamegeriyê dike. Niha bi nivîstandinê mijûl dibe. Heta niha 4 roman û pirtûkek wî ya helbestê hatiye weşandin.