‘Ên ku xizmetê ji gel re dikin, divê bi Kurdî biaxivin'

‘Ên ku xizmetê ji gel re dikin, divê bi Kurdî biaxivin'

Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn, diyar kir ku kesên ku dibêjin ‘em ji bo vî gelî xizmetê dikin’, neçar in ku bi zimanê vî gelî biaxivin û wiha got: “Siyasetmedarên ku li ser navê kurdan siyasetê dikin, teqez divê bi kurdî biaxivin. Mixabin siyasetmedarên me niha piranî bi tirkî diaxivin. Dema em diçin ji gel re dibêjin kurdî biaxivin. Ew rexne li me dikin û dibêjin pêşî herîn siyasetmedaran hînê kurdî bikin.”

Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn hînbûna zimanê zikmakî, helwesta dewletê ya li hemberî zimanê kurdî û helwesta siyatmedarên kurd ya li hemberî kurdî ji ANF’ê re nirxand.

ZAROK DI ZIKÊ DAYIKA XWE DE DENGAN DIBIHISIN

Şahîn destnîşan kir ku piştî ku zarokek ji dayik dibe, rê û rêzikên civakê ên pêşîn bi zimanê dayika xwe, ji dayika xwe hîn dibe û wiha domand; “Bi zimanê ku ji dayika xwe hîn dibe, bi derdora xwe re têkiliyê datîne. Ji bo ku ew zarok bikare di jiyana xwe de derfetan biafirîne, ji bo pêşerojê di mêjiyê wî/ê de pêşketin çêdibe. Zarok hêj dema di zikê dayîka xwe de ji derdorê peyvan dibihize û ji xwe re bi van peyvan cîhanekî diafirinê ne. Sînorê cîhana vî zarokî ku ji xwe re afirandiye gotinên ji dayîka xwe bihistiye. Ev zarok hemû tiştên şênber an jî rêzber yên di cîhanê de bi zimanê dayîka xwe fêm dike, pênase dike û li gor wê di meşiyê xwe de wateyekê çêdike.”

PIŞTÎ 6 SALIYÊ CÎHANA WÎ HILDIWEŞE

Şahîn got; “Ev cîhana wî heta 6 saliyê dema destpêkirina dibistanê didome” û wiha berdewam kir; “Dema ku zarokek kurd an jî zimanê wî ne tirkî diçe dibistanê, li ji wî re tê gotin ku tu heta niha hîn bûyî, tiştên heta niha tu pê mezin bûyî, cihana heta niha te ji xwe re çêkiriye, tu wateya wan tune ye. Tev bê qîmet in bê rûmetin. Ji zarokan re tê gotin ku wekî tu nû hatî dinê tu wê hemû tiştî li gor çand û zimanê serdest ji nû ve hîn bibî. Ev ji bo zarokek kurd an jî zarokek ku zimanê wî yê zikmakî ne tirkî ye tramvaye. Ev travma li ser kesayetî û jiyana wî heta dawiya emrê wî tesîrek pir neyînî dike.”

‘ZIMANÊ WÎ TÊ BÊRÛMETKIRIN’

Mehmet Şahîn diyar kir ku dema diçe dibistanê dibîne hemû çand û zimanê wî ku heta wê demê hîn bûye tê bê rûmet û bê qîmetkirin û wiha pêde çû; “Li gel tramvayê li hember mamosteyan jî bertek çêdibe û ruha têl hildaniyê derdikeve holê. Ji ber ku cara yekemîn bi zimanê dayikê hestên xwe dijî, zimanekî din ji bo wî ne watedar e û pêdivî bi zimanê duyemîn tune ye. Li gorî zimanzanan destpêka fêrbûna zimên, di malzarokê de dest pê dike, piştî zayînê ev pêvajo didome. Her çiqas hinek cudahî derkevin holê jî, zarok di vê pêvajoyê de biderxistina dengan û bi hînbûna bi hezaran peyvan, hevoksaziyê hîn dibin. Piştî ku zarok ji dayik bû, bi mezinbûna wî/ê re di warê hişmendî û zanînê de pêşveçûn çêdibin û ev pêşveçûn jî rasterast bi zimanê dayikê ve girêdayî ne. Li gorî encama hin lêkolînên zanistî, beriya destpêka dibistanê destkeftiyên ku 8 hezar peyvên lebatî û 20 hezar peyvên taybetî pêk tên, gelek girîng in. Ji ber vê yekê ev, bi derûniyê ve girêdayî ye û tiştê bingehîn û girîng jî ev e. Di vê pêvajoyê de tiştên ku ji der û dora xwe digire, şîrove dike û bi derdora xwe re perve dike.

‘XALA HERÎ GIRÎNG PERWERDEHÎ YE’

Berdevkê TZPKurdî Şahîn got; “Li herêmên ku kurd lê dijîn, tevahiya zarokan heta şeş saliya xwe bi zimanê dayika xwe ango bi zimanê kurdî diaxivin. Ev zarok di jiyana xwe ya beriya dibistanê de her kêlî bi lîstikên xwe, bi kêfxweşiya xwe, bi xemgîniya xwe û bi têkiliyên bi derdora xwe her tim di nav hîndekarî û pêşketinekê de ne. Ji ber vê yekê jî ji bo pêşketina civaka kurdan, û parastina zimanê kurdî, divê sînorên her du zimanan bi xetên zelal bên diyarkirin. Ev yek jî tenê bi perwerdehiya bi zimanê dayikê pêkan e û pêşvebirin û parastina zimanê me, ji bo me kurdan jêneger e. Ji bo dahatûya zarokên kurdan û pê ve girêdayî, ji bo dahatûya civaka kurdan, xala herî girîng perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.”



‘CÎHANEK DIN LI SER WAN TÊ FERZKIRIN’

Şahîn bal kişand ser rewşa zarokên Kurdan û got; “Zarokên kurdan, bi destpêka dibistanê re ji cîhana xwe ya ku heta wê demê bi zimanê dayika xwe ava kiribûn, jê cudatir dikevin nav cîhan û jiyaneke nû û bi çandeke nû re rû bi rû dimînin. Cîhan û jiyana ku heta wê demê ji xwe re bi zimanê dayika xwe afirandine, tê binpêkirin û jiyaneke din, çandeke din a ku ji wan re biyanî ye, li ser wan tê ferzkirin. Bi vê pêvajoyê bi awayekî hovane; jiyana xwe, nasnameya xwe, çanda xwe ya serdest li ser zarokên kurdan ferz dikin û zarokên kurdan ji jiyana wan a kurdewarî û ya herî xetere jî ji zimanê dayika wan tên dûrxistin.”

‘B IŞAVTIN SUCÊ MIROVAHIYÊ YE’

Mehmet Şanîn destnîşan kir ; “Ev rewş ji bo zarokên kurdan tenê vê wateyê dide; cîhana ku heta wê rojê di nav aramiyê de bû û li gorî ku hîn bûbûn xwe der dibirîn, tune hatiye hesibandin, hatiye serûbinkirin. Pişavtina ku ev 90 sale li ser kurdî û civaka kurd tê meşandin sûcekî mirovahiyê ye . Li gel pişaftinê civaka kurd di sazkirina komarê hetan niha rastî gelek qirkirênên fîzîkî jî hatine. Sûçê herî mezin qedexekirina zimanê kurdiye. Kurd tune hesibandin. Gotin ‘hûn tirk in’ û bişavtin pêş xistin. Ev rewş heta piştî salên 70’yê ku têkoşîna kurdan a ev 30 sal e dom dike ev rewş hat şkandin. Niha neçar man hebûn û zimanê kurdan nas bikin. Lê hêj di bin hişên dewletê de tunehesibandin û tunekirina kurdan cih digire. Niha dibêjin ‘belê kurd hene, zimanê wan jî heye, lê nizanin zimanê xwe bi kar bînin’. Ev xeta me ya sor e’ Hêj destûr nadin kurd bi zimanê xwe perwerde bibin. Ev durûtiya hikûmetê derdixe holê. Ev hikûmet hêj ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û kurdî de ne amade ye. Di meşiyê xwe de amade nîne. Û bi rêzdarî jî nêzî nabe.”

‘BILA DI SAZIYÊN KURDAN DE KURDÎ WERE AXAFTIN’

Şahîn destnîşan ki rku ev 30 sale kurd têkoşînek bê hempa didin meşandin” û destnîşan kir; “Bi rastî di vê tekoşînê de bikarneanîna kurdî nayê qebûlkirin. Ev ji bo me rexneyekî giran e. Em polîtîkayên dewletê baş şîrove dikin dibêjin ku dewletê 90 sale nehiştiye em zimanê xwe biaxivin. Em vê polîtîkayê baş tînin ziman lê li gor vê polîtîkayê em najîn. An jî piratîka jiyana me bersiv nade vê polîtîkayê. Kesên ku van polîtîkayan dizanin û li henber vê polîtîkayê têdikoşîn hewceyekû hemû kar û xebatên xwe de kurdî bi kar bînin. Di serî de divê di hemû saziyên kurdan de bi teqez zimanê jiyanê bibe kurdî. Divê zimanê tevger û siyasetê bi kurdî be. Her wiha li gel hemû saziyan divê di şaredariyên destê kurdan de jî kurdî were axaftin. Ev ji bo me jêneger e. Em çiqas rexne li dewletê dikin, divê bizivirin rexne li xwe jî bikin. Ji ber ku di warê axaftinê de pratîka me xizmetê nade têkoşîna me, divê her kurdekî di vî warî de rexnedayînekî bide.”

‘ZIMANÊ SIYASETA KURDAN HÊJ TIRKÎ YE’

Şahîn bal kişand ser zimanê siyasetê yê Kurdan û wiha axivî; “Divê zimanê siyaseta me jî bi teqez kurdî be. Siyasetmedarên ku dibêjin ‘em ji bo vî gelê xizmetê dikin’, neçar in ku bi zimanê vî gelî biaxivin. Siyasetmedarên ku li ser navê kurdan siyasetê dikin, teqez divê bi kurdî biaxivin. Mixabin siyasetmedarên me niha piranî bi tirkî diaxivin. Dema gel bibîne siyasetmedarê wî bi kurdî diaxuvin ev dê bandorêkî li ser wî gelî jî bike. Dema em diçin ji gel re dibêjin kurdî biaxivin. Ew rexne li me dikin û dibêjin pêşî herin siyasetmedaran hînê kurdî bikin. Dema em hişyarî an jî rexneyekî li gel dikin ew jî mînaka siyasetmedaran tînin pêşberî me. Divê siyasetmedarên me xwe ji vê mînaka reş rizgar bikin. Divê neyê jibîrkirin tu ziman ji ber ku qelse nayê jibîrkirin. Ji ber nayê axaftin tên ji bîrkirin.

‘ZIMAN NEYNIKA NETEWAN E’

Zimanê zikmakî neynika neteweyan a herî sadiq e, tevahiya taybetiyên neteweyê di xwe de dihewîne. Pêwîst e ku her kurd û her kesê ku ji xwe re dibêje; “ez demokrat im” xwedî wijdan be û ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û di her qada jiyanê de bê bikaranîn, têbikoşe û di warê zanyariyê de xebat bimeşîne.