"Em li beranberî çewisandinên hunerê bêdeng namînin"

Di derbarê 27'ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê de Revebera TEV-ÇAND’ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê Dîrok Diyar ji ANF'ê re axivî, got: "Em li beranberî çewisandinên hunerê bêden namînin."

Bi boneya 27'ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê Şanoger Dîrok Diyar ji bo wateya rojê û pêşketinên şanoyê axivî û got: “Eger di civakekê de hunera şano lawaz bibe, ev tê wateya ku di wê civakê de lêgerîna rastiyan û gihiştina heqîqetê lawaz e.”

Diyar di despêka axaftina xwe de ev roj li şanogeran û li hemû cîhanê pîroz kir û wiha axivî: “Em bi hêvîn e ku dikên şano ti carî vala nebin û çavên temaşevanan ji dîtina rastiyan mehrûm nemînin."

"ŞANO VEGERA MIROVAN A LI KOKÊN XWE YE"

Diyar di axaftina xwe de wiha ragihand: "Eger di civakekê de hunera şano lewaz bibe, ev tê wateya ku di wê civakê de lêgerîna rastiyan û gihiştina heqîqetê lewaz e. Şano cihê avakirina kesayet e ku di nava xwe de civakbûyin daye avakirin û vegera mirovan a li kokên xwe ye. Ango şanogerek aliyên civaka xwe yê derûnî, zîhnî, çandî, aborî analîz dike, her wiha pirsgirêk û nexweşiyên wê ji nêz ve dişopîne û bi rêya hunera şano ve li ser dikeyan zindî dike. Şanogerek nakeve bin bandora çînekî an jî dewletekê. Ew tenê dikare bibe zimanê civaka xwe. Ji ber hunera şano hunereke civakî ye, koka xwe dispêre destpêka mirovahiyê."

Diyar wiha dewam kir: "Her çiqasî tê gotin ku herî zêde şano ji aliyê Yewan Girêka de peşketiye jî dikeyên şano bûne cihên ku rastiyên civakê û pirskirêkên civakê bi rêya komêdiya û draman pêşkêş dike. Lê belê beriya ku şoreşa ziman pêşbikeve, mirovan di rêya hereketên pandomî de, di nava ahengekê de bûn. Her wiha kêfxweşî û êş, xetereyên ku tên, li ser jiyana wan bi zimanê hereketê bi hev re parve dikirin. Wisa jiyana xwe bi rê ve dibirin. Ji bo wê em dibêjin hunera şano hunera civakê ye. Hunerek ku her tim gotina bi beden dike û bi wate dike, reng dide pîroziyên civakê. Hunerek ku ti caran kevin nabe, berevajî mezin dibe, hunerekî wiha ye. Bi hevokekê tu dikarî bi sedan tiştan bibêjî, lê bi hereketekê an jî bi mîmîkekî gelek peyamên girîng dikarî bide temaşevanên xwe."

"PERGALA KAPÎTALÎZMÊ DIXWAZE ŞANOYÊ BÊ WATE BIKE"

Diyar, ji bo nirxandinên li ser hunera şanoyê jî ev anîn ziman: "Napolyon dibêjê 'şanoyê bidin min, ez ê gelekî bidim te'.  Her wiha Rêberê Gelê Kurd jî dibêje 'tiştê ku şanogerek dikare bîne ser ziman, ez nikarim.' Ev tê wateya ku şanogerek dikare gotinan bi beden û ruh bike û bi zimanekî bêje ku derwêş, ronakbîr, zarok jî wî zimanî fêm bikin. Her wiha şanoger şoreşgerên civakê ne. Ji ber vê yekê ew her tim di nava hewldanê de ne ku civakê ber bi pêşketinê bibin û guhertinekê çêkin. Dema em li roja xwe ya îro dinêrin, em dibînin ku pergala kapîtalîzmê şano wekî hunerekî kevin dide nîşandan û her wiha dixwaze şanoyê bê wate bike. Berê civakan daye hunera sinemayên ku karibe civakê bihelîne. Ji bo wê îro dikên şano vala dimînin û valabûnek cîdî di civakê de tê jiyîn.

Berê eger bûyer, êş yan jî ne heqiyek li gelekî dihat, hemû cihên din ew buyer dikirin şano û dilîstin. Lê, îro milet rastî komkûjiyan tê, lê ti kes dengê xwe dernaxe. Ev tê wê wateyê ku ruhê berpisiyartiyê lewaz e. Ev bingeha siyaseta desthilatdariyê ye. Ji bo wê em dibêjin divê şanoger her tim çavên wan vekirîbin, ji ber ku ew wijdana civaka ne."

 "BÊDENGBÛYÎN TÊ WATEYA QEBÛLKIRINA KOLETIYÊ"

Diyar, axaftina xwe bi rolê dikeve li ser milên şanogeran bi dawî kir: "Pêwîst e li Kurdistanê jî ev huner careke din xwe mezin bike. Ji ber tirajediya herî mezin li ser axa me tê jiyîn. Em beramberî vê nikarin bê deng bin. Lewre bêdengbûyîn tê wateya qebûlkirina koletiyê. Li kolanên ku em ji xwe re dixin dikên şanoyan, li wir şerê herî mezin tê meşandin. Divê em bi huner, hest û hêza xwe ya lîstokvantiyê di vî  şerî de bi ser kevin. Bi vî ruhî ez careka din, di kesayeta Şehîd Yekta Herekol ê ku şanogerê cihanê yê bedena xwe kir xelekek ji agir,dibêjim divê em nehêlin nirxên civakê lewaz bikevin û hunera şano her û her mezin bikin. Her wiha di serî de em cejna şanogeriyê ji ber ku şîfreya dîrokê û azadiyê vekiriye, li Rêber APO pîroz dikin. Û her wiha azadîxwaz em vê rojê li ew şehîdên bi rûmet heval Baran, Daxistan, Rêzan, Zerdeşt û gelek hevalên ku di rêya azadiyê de canê xwe fedakirine û dîsa li gelên azadîxwaz pîroz dikin.