'Em ê gel bê huner nehêlin'

Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê Ardil Dîren diyar kir cara yekemîn e ew Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê li Wanê lidar dixin.

Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê Ardil Dîren diyar kir cara yekemîn e ew Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê li Wanê lidar dixin û got: "Ji ber zextên li ser çandê li herêmê hemû saziyên wan hatine girtin û ew neçarin di hundirê kafeyan de hunera xwe pêşkêş bikin."

Li Wanê bi pêşengiya Navenda Çandê ya Dîcleyê û Komeleya Jinan a Wanê (VAKAT), Mîhrîcana Fîlmên Stenbolê di 24.02.2017’an de hate destpêkirin. Mîhrîcana Fîlmên Stenbolê di heman demê de li 32 bajaran bi 42 fîlman wê were lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar û Sînemavan Ardil Dîren diyar kir ku di meha Sibatê de li 32 bajaran di heman rojê de bi 42 fîlman ew ê bi temaşevanan re werin ba hev û got, "em ê gel bê huner nehêlin."

'LI WANÊ CARA YEKEMÎN E'

Dîren da xuyakirin, ku her sal di meha Sibatê de Mîhrîcana Fîlmên Stenbolê tê lidarxistin û wiha axivî: "Mîhrîcana Fîlmên Stenbolê li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi giştî li 32 bajaran di heman rojê de tê destpêkirin. Li vir em fîlmên alternatîf ên ku heta niha li qadên sînemayê nehatine nîşandan, tînin pêşberî temaşevanan."

Dîren anî ziman, cara yekemîn e Mîhrîcana Fîlmên Stenbolê li Wanê tê lidarxistin û got, "Beriya niha me dixwest em weke Navenda Çandê ya Nûda û Komeleya Jinan a Wanê vê projeyê pêk bînin. Lê mixabin piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate kirin jî Navenda Çandê ya Nûda hate girtin û di vê pêvajoyê de jî gelek hunermend jî hatin girtin. Me nekarî em bi hevkarî vê projeya xwe pêk bînin."

'ELEQEYA CIWANAN A SÎNEMAYÊ'

Sînemavan Dîren da zanîn, ji ber ku gelek saziyên wan hatine girtin û wan ji bê derfetî li hundirê kafeyekê mîhrîcan pêk anîne. Dîren got, eleqeyek mezin a ciwanan ji Mîhrîcanê re heye û ev tişt anîn ziman: "Sê roj in em li vir li fîlman dinêrin û eleqeyek mezin heye. Di vê dema û rojên girîng de nêzîkatiya ji bo sînemayê gelek girîng e. Divê ji niha û pê ve jî em werin ba hev, li ser sînema, çand û civaka xwe nîqaşan bidomînin. Me dixwest em mîhrîcanê di salonên xwe û li qada xwe pêk bînin. Lê belê ji ber zextên li ser çandê em neçarin di nava dîwarên teng de hunerê bikin. Em ji ber zextan nikarin têkevin saziyên xwe bi xwe jî."

'EM Ê GEL Û HUNERÊ BÎNIN BA HEV'

Dîren anî ziman, wê ji niha vir û pê ve jî bi hemû hêza xwe li qadan ji bo xebatên hunerê bixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê demildest ev Rewşa Awarte ji holê rabe û hunermend bikaribin raman, çand û nasnameya xwe bînin li ser ziman. Divê hunermend bi awayek azad bikare hunerê bike û em ê heta dawiyê têkoşîna vê jî bidin. Her çiqas hişmendiya li dijî çandê sazî û destgehên me yên çandê girtî jî be em ê li her derê hunera xwe bidin pêş û pêş bixin. Çi bibe bila bibe, em ê gel û hunerê bînin ba hev."