'Em ê bi hişmendiya şanoyeke azadbûyî dîsa li ser dikê bin'

Yek ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê ku ji ji hêla qeyûm ve hate girtin Yavûz Akkûzû got: "Hunermend bi honekeke polîtîk a ku ji jor ve hatiye honan tevnagere. Divê li ber xwe bide. A girîng ew e ku mirov dev jê neqere."

Şanoya Bajêr a Amedê ev 27 sal in li ser piyan e. Cara pêşî 1995’an hate girtin. Piştî ku 4 salan hate girtin 1999’an dîsa vebû. 2003’an di nav Şanoyên Bajêr de tiştekî nû pêk anî û lîstikên bi Kurdî nîşan da. 6 salan bi Kurdî û Tirkî lîstik nÎşan da û 2009’an rasteqîniya civakî anî ber çavan û tenê lîstikên Kurdî li ser dikê nîşan da. Di nav 14 salan de ji dastanên Kurd bigirin ta bi klasîkên dinyayê gelek berhem hatin lîstik û gîşe hatin girtin. Şanoya Bajêr a Amedê, ji hêla desthilatdariya AKP/Qesrê ve, di nav çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî de, ji hêla qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Mezin a Amedê ve çojên bihurî hate girtin û 31 lîstikvan ji karê xwe bûn.

Şanoger Yavu Akkûzû diyar kir ku girtina Şanoya Bajêr a Amedê, parçeyek ji qirkirina çandî ye ku AKP bi destê qeyûmê pêk tîne û got: ‘’Dema ku mirov li qeyûmên ku hatine ser şaredariyan dinere, karê wan ê pêşî girtina saziyên çand û jinê ne ku di bin banê şaredariyê de xebatên xwe dikirin. Mînaka vê ya dawî bû Şanoya Bajêr a Amedê bû. Ji ber ku di şanoya me de ji şanoyên din ên bajêr cudatir, lîstikên Kurdî dihatin nîşandan. Lê sedema ku ew bû hedef ne tenê ev bû. Zimanê ku em bi kar tînin, lîstikên ku em hildibijêrin û mesajên polîtÎk ên ku bi mebesta ku çanda Kurdî jiyana xwe bidomîne, bû hedef. Ku hûn bibêjin, ‘’ne baş çêbû?’’ ji enete ve ez ê bibêjim, ‘’baş çêbû’’ Rast e; dibe ku dest li ser mafên me danîbin û neheqî li gelek mirovan kiribin. Şanoya 27 salî ya ku bi sazî bûbû hate tinekirin, lê hunera me ji bin banê dewletê xilas bû û rê li ber vebû ku hunera me azad bibe, bêhtir serbixwe, xurt, polîtîk bibe û bibe xwedî nasnameyeke resen û azad.

‘LÎSTIKÊN KURDÎ TEMAŞEVAN ZÊDE KIRIN’

Piştî ku lîstikên Kurdî hatin nîşandan, li Şanoya Bajêr a Amedê temaşevan pir zêde bûn. Li gorî lêkolîna TUÎK’ê ya li ser şanoyên bajêr a di navbera 2007-2008’an li hemû deverên din rêjeya temaşevanan kêm bûye lê li Amedê bi awayekî berbiçav zêde bûye.  Akkûzû wiha berdewam kir: ‘’Sedema vê yek jê ew bû ku dixwazin xwedî li zimanî derdikevin ku hewl tê dayin were tinekirin û ya jî ji hêla hunerî ve performanseke baş tê nîşandan. Mînak di lîstikên Tirkî de, carinan kitekitên Tirkî yên dîksîyonê nehatin ber çav lê ji ber ku di lîstikên Kurdî de derdê me yên wiha nebûn, me bêhtir xwe dikarî tevlî lîstika xwe bikin. Vê jî ji ber ku performansa me zêde dikir, bandoreke erênî jî li ser temaşevan dikir.’’

‘ME LÎSTIKÊN XWEDÎ DERD HILDIBIJARTIN’

‘’Hokereke dî jî lîstikên me bûn. Ji dastanên Kurd bigirin ta bi klasîkên dinyayê me gelek lîstik nîşan dan. Dema ku me lîstik hildibijartin me mesajên wan ji xwe re dikirin pîvan. Bi gotineke dî me lîstikên xwedî derd hilbijartin. Ji dastanên Kurd em Mem û Zîn, Cembelî û Binevş, Derwêşê Evdî lîstin. Ji lîstikên klasîk em Antîgone lîstikn. Ev liîstik piştî şerê du biara birina yekî ji wan, ji ber ku xwîşka wan dixwest birayê xwe yê mirî veşêre hatiye cizakirin û tê darvekirin dibêje. Em ji vê rewşê re pir ne xerîb in, ji ber ku li Kurdistanê gelek malbatan nekarîn zarokên xwe bibînin û ji bo ku xwestin ku veşêrin hatine cizakirin. Ji xeynî Antîgone me Hamlet jî anî ser dikê rexne li desthilatdariyê dianî. Di lîstika Hamlet de li ser desthilatdariyê bira hatiye kuştin, vê jî têrê nekiriye dest li ser mal û milkê bira daniye û çav berdaye zarok û jina bira. Ev jî ne dûrî me ye.  Talana li Cizîrê, Sûrê berhema vê çavbirçîbûna desthilatdariyê ye.’’

A GIRÎNG EW E KU MIRV DEV JÊ NEQERE

Akkûzû diyar kir, ji bo hişmendiyeke şanoyê ya azad û bi zimanê dayikê wan dîsa dest bi xebatan kirine û got, ‘’Hunermend bi honaka polîtîk ku ji jor ve hatiye diyarkirin tevnagere. Bi vîna xwe ya azad dinivîse, xêz dike û dilîze. Ji bo vê jî li derve bi gel re divê em dest bidin hev û vê hişmendiyê deşîfre bikin û li ber xwe bidin. A girîng ew ku em dev ji xwe bernedin’’
Akkûzû diyar kir ku ew ê lîstikên Kurdî berdewam bikin û wiha got: ‘’Me kêferat kir û 2 dik dîtin. Yek jê biçûktir e. Li vir em ê performansê 2-3 kesî nîşan bidin. Ya dî jî hê dik nîn e. Em ê projeyeke li ser wê jî çêbikin, em ê yekê bikin sînema, yekê bikin şano. Wê dersdan jî hebin ku xwendekarên Arama Tîgran jî bikarbin sûd jê werbigirin. Bİ vî awayî em ê yekîneyên xwe yên muzîk, sînema û şanoyê li ser piyan bihêlin.’’