Elîf Guney qala bavê xwe Yilmaz Guney kir

Festîvala Çand û Hunerê ya GÎK-DER a li Londonê îsal diyarî Yilmaz Guney hat kirin. Di panela festîvalê de Elîf Guney Putun qala bavê xwe kir.

Panel di 15'ê Gulanê roja Yekşemê de li lokala GÎK-DER a ser bi AvEg-Konê hat lidarxisitn. Keça Yilmaz Guney Elîf Guney Putun û Hevseroka AvEG-Konê Şafak Arabaci weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Elîf Guney da xuyakirin, ku têkildarî jiyana bavê wê Yilmaz Guney de li nava raya giştî agahiyeke têrker nîne û got, "Agahiyên ku Yilmaz Guney dike Yilmaz Guney kêm tên zanîn. Halbûkî ya ku Yilmaz Guney dike ew, şert û mercên zehmet ên jiyanê ne.

Pîrka min (dayika bavê min) ji eşîra Cîbran a navçeya Mûş Gimgimê ye. Di emrekî biçûk de zewicî û 2 zarokên wê çêbûn. Lê belê hevjînê wê hewî anî û pîrka min a nikarîbû xwe li vê rewşê ragire, mal terikan û li Edeneyê bi cih bû. Kalkê min jî Zazayê ji Sêweregê ye. Ew jî, di 16 saliya xwe de ji ber dozeke xwînê Sêwereg terikand û li Edeneyê bi cih bû. Hevdu li wir nas dikin û li wir dizewicin. Şert û mercên jiyanê gelekî nebaş e. Kalkê min li cem axayekî paletiyê dike. Di sala 1937'an de bavê min li Edeneyê ji dayik dibe. Di emrekî biçûk de (9 salî) dest bi kar dike. Paletiyê dike, şivantiyê ji golikan re dike, lê di heman demê de li dibistanê jî gelekî serketî ye.

Bavê min û kurê axayê kalkê min jê re paletiyê dike, li heman polê dixwînin. Kurê axe qet neserketî ye, lê bavê min serketî ye. Axa nikare vê hezm bike. Bavê min yekemcar di vir de bi xwe dihese û bi vî rengî tovên destpêkê yên şoreşgerî lê şîn dibe.

Piştî wextekê bavê min hewiyê tîne. Li ser vê yekê pîrka min gundê Yenîce diterikîne û bi bavê min re diçe Edeneyê. Bavê min hingî 12 salî ye. Barê debara malê li ser milê wî ye. Li sînemayekê dest bi kar dike, gazozan difiroşe, bobînên fîlm ên ji 20-30 kîloyî ji sînemayekê dibe yeka din. Ji hingî ve nerazîbûnên gel ên li sînemayê li ba xwe qeyd dike. Hezkirina wî ya ji sînemayê jî hingî destpê dike. Di sala 1950 de yanî di 13 saliya xwe de helbestên Nazim Hîkmet nas dike. Bi wan helbestan re agirek dikeve dilê wî. Ji xwe hingî helbestên Nazim qedexe bûn

Tevî hemû zehmetiyan jî, bi xerciyên xwe, klasîkên cîhanê dikire û dixwîne. Dema bû 18 salî gelek klasîkên cîhanê xwendibû.

Di 18 saliya xwe de çîrokek bi navê "sîstemê newekhev ên ji 3 xalên nayên zanîn" nivîsand û ji kovarekê re şand. Kovarê ev weşand û yekemîn doza li ser propaganda komunîzmê ji ber vê çîrokê lê hat vekirin.

Bavê min digot, 'Ji min re dibêjin komunîst, lê ez nizanim komunîzm çi ye' û TKP ziyaret dike. Lê belê ji bo pirsên xwe li wir jî bersivê nabîne. Û lêkolînên xwe didomîne.

FÎLMÊ DESTPÊKÊ Û GIRTINA DESTPÊKÊ

Ji bo fîlmê "Bu Vatanin Çocuklari - Zarokên vî welatî" ku Atif Yilmaz çîroka Yaşar Kemal kir senaryo, li lîstikvan dihat gerîn. Yilmaz Guney li seta kar dibînin û wî li zarokê gel ê lê digerin, anîn. Hem weke asîstan, hem xebatkarê senaryoyê hem jî weke aktor yekemcar di vî fîlmî de cih girt.

Di sal a1961'ê de doza ji ber propaganda komunîzmê bi encam bû û 1,5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. 6 mehan li Konyayê cezayê sirgûnê lê hat birîn. Di dema kişandina fîlmekî de hat binçavkirin û girtin.

EW JI BO MIN ŞOREŞGEREKî MEZIN E

Ji bo min ya ku bavê min dike mêrekî şoreşge ew e; di wê demê de li yek ji pavyonên Konyayê diya min a ku stranbêjî dikir derxist û pê re zewicî. Di sala 1963'an de kesekî din nikarîbû ev bikira.

BIRYARA 'EZ Ê SÎNEMAYÊ BIKIM PARÇEYEK JI TÊKOŞÎNÊ'

Li girtîgehê lêkolînên xwe dewam kir û hin biryar stend. Yek ji van biryaran jî bi vî rengî bû: 'Dozeke min heye û divê ez bibim derhênerekî baş ku êşên gelê min, pirsgirêk û nakokiyên gelê min bi fîlman karibim nîşan bidim.'

Di salên 70'yî de nêrîna wî ya siyasî bêhtir bi pêş dikeve. Lê belê hînê nasnameyeke xwe ya siyasî nîne. Alîkariyê dide hemû şoreşgeran. Mînak; di Adara 72'an de Mahîr Çayan û hevalên wî li banê malê vedişêre. Piştre tê girtin û 2 salan li girtîgeha Selîmiye tê ragirtin.

Salên 72-74'an salên hînbûna sosyalîzmê bû. Dibêje welatên xwe weke 'sosyalîst' pênase dikin, sosyalîzma rast najîn, di nava revîzyonîzmê de ne.

NASNAMEYA KURD NÎŞAN DIDE

Yek ji girîngtirîn fîlmê 68'an fîlmê 'Seyîthan' e, ku qala têkiliyên feodal dike. Bi taybetî nasnameya Kurd yekemcar di vî fîlmê de bi rengekî zirav nîşan dide. Piştre fîlmên polîtîk dikişîne ku bi 'Umut' û 'Arkadaş' tên asnsurkirin, doz lê tên vekirin.

SÎNEMA JI BO YILMAZ GUNEY ÇEKEK TÊKOŞÎNÊ BÛ

Bi darbeyê re, li fîlmên wî zêdeyî 100 sal ceza hat birîn û neçar ma welêt biterikîne. Di sala 81'ê de û Fransayê. Tenduristiya xwe nbaş bû, lê ji bo dema xwe baştir bikar bîne, girîngiyê nade tenduristiya xwe. Tevî hemû zor û zehmetiyan fîlmê xwe dikişîne.

Bi kurtasî Yilmaz Guney sînema û doza xwe ji hev cuda nedikir. Sînema ji bo wî çekek têkoşînê bû."