Eleqeyeke xurt ji bo pirtûka 'Destana Cizîrê'

Helbestvan Mehmet Akdogan li Pirtûkxaneya Lîlavê ya li Amedê ji bo xwendevanan, pirtûka xwe ya 'Destana Cizîrê' îmze kir.

Helbestvan Mehmet Akdogan, bi pirtûka xwe ya helbestan a Kurdî ya bi navê 'Destana Cizîrê' ya ku tê de berxwedana Cizîrê bi destanî vedibêje,ji bo roja îmzeyan bi xwendevanan re civiya. Xwendevanan eleqeyeke mezin nîşanî roja îmzeyan dan a ku ji aliyê Pirtûkxaneya Lilavê ve hatî amadekirin. Pirtûka helbestan ji aliyê J&J’ye ve hatî çapkirin û Mehmet Akdogan bi xwendevanan re sohbet kir û pirtûka xwe îmze kir.

Akdogan di vê pirtûka xwe de cih daye berhema bi navê “Kefiya Zîlanê” ya ku di salên 90’î de di girtîgehê de nivîsandibû û dûre ji aliyê gelek hozanên Kurd ve hatibû strandin.