Êdî Zimanê Kurdî li Zanîngeha Teknîkê ya Dortmûndê ye

Zanîngeha Teknîk a Dortmûndê (Germanistan), ku qursên cihêreng lê tên dayîn, niha Zimanê Kurdî jî li bernameya xwe zêde kir.

Zanîngeha Teknîkê ya Dortmûndê (Germanistan), ku qursên cihêreng lê tên dayîn, Zimanê Kurdî jî li bernameya xwe zêde kir. 

Ev xebat bi pêşengiya xwendekarê masterê yê beşa mamostetiyê yê heman zanîngehê Kurd Azad ê ji Gimgimê ve hat destpêkirin.

Kurd Azad da zanîn, ku wî bi xwe jî berê di nava YXK‘ê de kar kiriye û ew tevlî qursên Înstîtûta Kurdî ya li Hagenê bûye. 

Kurd Azad da xuyakirin ku wî bi xwe serî li rêveberiya zanîngehê daye, sedem û girîngiya hebûna zimanê Kurdî li zanîngehê vegotiye û di encamê de ji beşa zimanê biyanî ya rêveberiya zanîngehê mafê hînkariya Kurdî wergirtiye.

Piştî vê gava Kurd Azad, bi tevlîbûan 25 xwendekarên Kurd qursa Kurdî hat destpêkirin.

Kursa ku mamostetiya wê Kurd Azad dike, ji nîvsala zivistanê ya 2015/16’an wê de, bi awayekî serketî dewam dike. Piştî du nîvsalan, wê xwendekar li gorî Çarçoveya Ziman a Ewropayê, belgeya Asta A1 binotekê û bi 6 deqan (credit points) bistînin. 

...