Êdî zarokên keç û kur dê bikarin heman hewzê bikar bînin

Êdî zarokên keç û kur dê bikarin heman hewzê bikar bînin

Hewza ku li tesîsên Midûriyeta Bajar ya Spor û Xizmeta Ciwana ya Amedê, ku zarokên keç û kur yên di navbera temenên 7-12 diketinê û heta ger xwişk û biraban jî qedexebû ku bikevin hewzê. Her wiha piştî ku ev zagon kete çapemeniyê rayedar neçarman ku pêngavê paş de biavêjin. Êdî zarokên keç û kur dê bikarin heman hewzê bikar bînin.

Hewza ku li tesîsên Midûriyeta Bajar ya Spor û Xizmeta Ciwana ya Amedê heyî û ji bo zarokên keç û kur yên temenê wan di navbera 7-12 de di heman demjimêrê de ketina hewzê hatibû qedexekirin, piştî ku ev zagon di çapemeniyê de derket hate rakirin. Piştî ku ev qedexe hate rakirin, êdî zarokên keç û kur dikarin di nav hev de xwe biavêjin hewzê.

Li gel pêkanîna nû, hat hînbûn ku gelek malbatan zarokên xwe şandin qursê.

Qursa ku serê meha Pûşperê destpêkirî û hefteyê 4 rojan heyî, pêkanîna serê sibehê zarokên keç û piştî nîvro jî zarokên kur dihat pêkanîn. Ger xwişk û bira ban jî qedexebû ku bi hev re bikevin hewzê.

ANF’ê ev pêkanîn di 19’ê Pûşperê de kiribû nûçe, her wiha ev pêkanîn di çapemeniya nivîskî û dîmenî de cih girtibû.