Du pirtûkên nû: jiyana Eyşeşan û Aram Tîgran çap bûn

Du pirtûkên nû: jiyana Eyşeşan û Aram Tîgran çap bûn

Meha borî û di sêyemîn salvegera wefata hunermendê navdar ê Ermenî de, pirtûka li ser jiyan, raman, huner û çendîn aliyên din yên jiyana Aram Tîgran ji aliyê rojnamevan Kakşar Oremar û bi navê "Dengê azadiyê, Sembola biratiyê" li Amedê û ji aliyê Şaredariya bajarê mezin a Amedê hate weşandin. Her wiha, pirtûkek din a Oremar a der barê hunermenda navdara kurd, Eyşeşanê bi navê ''Prensesa bê tac û text, Eyşeşan''ê jî li Amedê hate weşandin.

Oremar derbarê pirtûkê de ragehand; " Ev projeya min a ji bo pirtûka mamosta Aram, ji dawiya sala 2003'an dest pê kir. Yanî dema hê ew sax bû, me dest bi karekî wiha kir. Dema min pêşniyara karekî wiha jê re kir, pir şa bû û dixwest heya sax be pirtûka li ser jiyana xwe jî bibîne. Di çendîn hevpeyvînên xwe yên TV, radio, rojname û kovaran da jî bi hêzeke ji dil û kena li ser lêvan behsa vê projeyê dikir, lê heyf mirinê nehişt ku bigehe wê hesreta xwe jî.”

Pirtûk nêzî 600 rûpelan e û di beşeke pirtûkê da çend hevpeyvînên li ser Aram cih digirin ku wiha ne; "çend hevpeyvîn bi: Aram Tîgran, Sîrvart Melîkiyan, Nizamettîn Ariç, Şivan Perwer û hwd.”Analîza hunera û xebata Aram Tîgran ji sala 1952an heya 2009'an. Naveroka li ser panaromaya hunera Aram Tîgran e.

Her wiha nêrîna nêzî 100 kes ji hunermend, siyesetmedar, nivîskar û rewşenbîrên Kurd li ser kesayetî, huner û xizmeta Aram Tîgran di pirtûkê de cîh digire".

Serboriya dê û bavê Aram Tîgran: Ev beş ji rûyê wan destnivîsên dê û bavê wî hatiye wergirtin ku bi zimanê Ermenî nivîsandibûn û min û nemir Aram sala 2004an wergerandine ser zimanê Kurdî.

Albûmek dewlemend ji foto û belgeyên arşîva mamosta Aram Tîgran, arşîva min û arşîva malbat û dostên Aram Tîgran.

Stranên Kurdî: Teksta hemû stranên wî yên Kurdî bi awayê nivîskî. Stranên Ermenî: Têksta hemû stranên Aram yên bi zimanê Ermenî. Notayên hemû stranên mamosta Aram Tîgran. Nota ji aliyê hunermend Gursel Dayan ve hatine amadekirin ku ev zêdetir ji salekê ye li ser dixebite.”

Oremar got: "Bi nêrîna min, ev bersiva herî biçûk e ku min xwest wek Kurdekî pêşkêşî mamosta Aram bikim. Bi vê re hêvî ew e ku karê wî hatibe teqdîrkirin. Çawa ku wî bi huner û kilamên xwe qedir û qîmet da zimanê Kurdan û heya roja mirin ji doza Kurd û Kurdistanê dûr neket. Her çendî hinek kêmasiyên teknîkî jî di çapkirina pirtûkê da hene, lê hîvîdarim ku di çapa duyê da jî, ew kêmasî ji holê rabin.Spasdarê wan hemû kesanim yên ku di amadekirina berhemekî wiha da hevkariya min kirin."

PRENSESA BÊ TAC Û TEXT, EYŞEŞAN

Herwiha pirtûkeke din a nivîskar, li dor jiyana hunermenda navdara kurd, Eyşeşanê bi navê ''Prensesa bê tac û text, Eyşeşan''ê ji aliyê şaredariya mezin a bajarê Amedê çap bû. Pirtûk 294 rûpele û ji ''Otobiyografiya Eyşeşanê, bîranînên wê, stran û nota stranan, nivîsên li ser Eyşeşanê, hevpeyvînên bi Eyşeşanê re û albûma wêneyan'' pêk tê.

Pirtûk bi kalîteyeke pir baş û rûpelên temam rengîn hatine çapkirin û tevî pirtûkan DVD û CD yên derbarê jiyan û stranên herdu hunermendan cîh digirin.

Kakşar Oremar, nivîskar û rojnamevanê kurd e, ji salên 1990'î dest bi karê rojnamegeriyê kiriye. Di Med TV, Medya Tv, Mezopotamya TV û Roj TV de bi dehan bername li ser jiyana kesayetiyên Kurd amade kirine. Oremar niha li Almaniya dijî û di Komîteya Rêveberiya PEN-Kurd de ye.